Birîna ku 84 sal in nayê kewandin: Seyîd Riza û hevalên wî

  • rojane
  • 09:11 15 Mijdar 2021
  • |
img

DERSIM - Derhêner Devrîm Tekînoglû diyar kir ku darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji bo Dersimiyan birîneke neyê kewandine û bi lêv kir ku heta bi Komkujiya Dersimê re rûbirû nebin wê ev birîn neyê kewandin. 

Bi ser darvekirina Serokê Serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê Îvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa û Resik Ûşen ve 84 sal derbas bû. Seyîd Riza û hevalên wî yên di encama dadgeheke derveyî qanûnê ku di bin kontrola Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê bi peywîreke taybet di 15'ê Mijdara 1937'an de ji Enqereyê hatin şandin ve li Qada Genim a Xarpêtê hatin darvekirin, li cihekî ku kesek nizane hatin veşartin. Ligel hemû hewldanên malbat û xizmên wan 84 sal in dewletê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî aşkera nekirin. 
 
 
Piştî darvekirina Seyît Riza û hevalên wî ji bo Dersimiyan rojên sirgunê dest pê kirin. Di komkujiya ku gelê Dersimê weke "tertele" bi nav dike de, li gorî hejmarên fermî di sala 1937'an de hezar û 737, di sala 1938'an de jî 6 hezar û 868 kes hatin qetilkirin. Lê li gorî lêkolînerên dîrokê û gelek çavkaniyan di komkujiyê de bi hezaran zarok, pîr û jin nêzî 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Dîsa bi deh hezarn kes hatin sirgunkirin. Zarokên keç ên ji malbatên wan hatin stendin, radestî eskeran hatin kirin. 
 
Em bi derhênerê belgefîlma "Hezar û Nehsed û Nod û Çar (Bin Dokuz Yüz Doksan Dört) Devrîm Tekînoglû ku pêkanînên sala 1994'an weke berdewama Komkujiya 1938'an dibîne re li ser darvekirina Seyîd Riza û komkujiyê axivîn. 
 
Tekînoglû, xwest ku Komkujiya Dersimê di nav pêvajoyeke dîrokî de bigirin dest û bi lêv kir ku komkujiya 1937-38'ê heta Yavûz Selîm diçe. Tekînoglû, anî ziman ku pêvajoya polîtîkayên Osmaniyê yên fetihkirinê heta Komkujiya Koçgirî ya sala 1921'ê tê û dazanîn ku dewletê piştî Komkujiya KoçgirÎ ji bo Dersimê pêvajoyeke biplan daye destpêkirin. Tekînoglû, anî ziman ku di çarçoveya planên hatin kirin de Seyîd Riza û kesên pêşeng di 15'ê Mijdara 1937'an de hat darvekirin. Tekînoglû bi lêv kir ku ligel kesên hatin qetilkirin 70 kes jî avêtin girtîgehê lê heta niha jî derbarê kesên girtî de tu agahî nehatine bi destxistin û wiha got: "Helbet ev rewş bi sala 1937'an neqediya, di sala 1938'an vegeriya qirkirinekê."
 
POLÎTÎKAYA DEWLETÊ 
 
Tekînoglû, destnîşan kir ku komkujiya li Dersimê hat kirin "qirkirine" û wiha berdewam kir: "Qirkirina Dersimê bi darvekirina Seyît Riza û kesên pêşeng ve nehat plankirin, plan beriya darvekirinan hatibû kirin. Polîtîkayeke qirkirinê hebû û ev gav bi gav hat pêkanîn. Qetilkirina Seyît Riza û pêşengên din di çarçoveyeke planekê û bi gotina 'em tenê li dijî hin kesan operasyonan dikin, em tiştekî gel nakin' rêbazeke mijûlkirinê pêkanîn. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve ser qirqirinê bû û ev plan weke polîtîkaya dewletê ket meriyetê."
 
Tekînoglû, diyar kir ku nediyare di komkujiyê de çend kes hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di komkujiyekê de wateya kuştina temamî gelekî an jî beşeke wî nîne. Li gorî hejmarên fermî 15 hezar mirov hatin qetilkirin lê di xebatên têkildarî Dersimê hatin kirin de tê texmînkirin ku nêzî 70 hezar mirov hatine qetilkirin."
 
QIRQIRINA ÇANDΠ
 
Tekînoglû, destnîşan kir ku qirkirina fîzîkî a li ser Dersimê hatibû destpêkirin di pêvajoyên pêş de vegerî qirkirina çandî û wiha pê de çû: "Qirkirin hêj didome. Ji bo me salên 1950, 12'ê Îlonê, salên 90'î pêvajoyên bi pirsgirêkin. Di sala 1994'an de nîviyê gundên Dersimê hatin şewitandin û valakirin. Mirov ji cihên xwe bûn. Îro jî vê polîtîkayê asîmîlasyon derxistiye asta herî jor. Hin rêbazên vê yekê jî hene. Yek jê xebatên li dijî baweriyê ne. Hewl tê dayîn ku baweriya Dersimê ku di nav xwezayê de dimeşîne îro bi têkiliyên sazitiyê tê asîmîlekirin. Li aliyê din erdnîgarî di nav bendavan de fetisî. Pêşiya ciwanan tê vekirin ku tiryakê bikarbînin û ji ser hişê xwe biçin. ji ber vê yekê dema em lê dinêrin êdî mîrateya çandî, hişmendiya dîrokî nayê veguhestin."
 
DESNÎŞANKIRINA ÇAND Û ZIMAN
 
Tekîngolû destnîşan kir ku berxwedana herî mezin ku gel li dijî polîtîkayên pişaftina tê meşandin bide jiyandina çand û zimanê wan e û wiha domand: "Divê mirovên me dest ji tiştên ku aîdî wane bernedin."
 
BIRÎNA NAYÊ QEWANDIN
 
Tekînoglû, bi lêv kir ku Komkujiya Dersimê hêj birîneke nayê qewandin, xwîn jê tê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo ku ev birîn bê qewandin divê bi vê birînê re rûbirû bibin. Divê pêşiya hesabdayîna hiqûqî ya qirkirina Dersimê û tanzîmkirina her cure windahiyê bê vekirin. Li Dersimê jiyan ser û bin bûye. Ji bo ku ev careke din zindî nebe divê astengî ji holê bên rakirin."
 
MA / Cengîz Ozbasar 
 
 
 

Sernavên din

22/11/2021
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê