Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin

img

ÊLIH - ARÎ-DER'ê piştî perwerdehiyê sertîfîka da gelek kesan. Ji kesên sertîfîka wergirtin hin jê dixwazin pirtûkan binivîsin û hin jê jî dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê Arî (ARÎ-DER) 12 jê mamoste bi giştî sertîfa da 22 kursiyeran. Komele piştî 3 astan sertîfîkaya perwedekariyê dide û kesên 3 mehan perwerde dibin jî sertîfîkaya asta dudoyan dide wan. Kesên sertîfîkaya mamsotetiyê wergirin dê karibin mamostetiyê bikin. 
 
Kesên ku tên komeleyê û perwerde dibin bal kişandin ser girîngiya zimên û armancên xwe yên di vî warî de anîn ziman. 
 
Hevserokê Komeleyê Mazlûm Buksel, diyar kir ku komeleya wan 3 sal in li Êlihê perwerdehiya bi kurdî dide ûû got: "Ji roja ku hatiye avakirin heya niha xebatên xwe yên ji bo perwerdehiya kurdî didomîne. Çendî di pandemiyê de xebatên me sist bûn jî, lê me hem bi awayekî onlayn hem jî rû bi rû dest bi perwerdehiyê kir. Kesên ji kursa 3 mehan mezûn dibin, derbasî asteke din dibin. Kursên me ji asta 1, 2 û 3'yan pêk tên û her yek jê 3 mehan dewam dike. Kesên van her sê astan diqedînin mafê perwerdehiya mamostetiyê ya 9 mehan werdigirin. Gava xwendekar asta mamostetiyê jî temam bikin êdî dikarin dersan bidin." 
 
Buksel anî ziman ku ji 55 saliyê heya kesên 16 salî jî tên tevli kursan dibin û got: "Eleqeya ji bo hînbûnê zêde ye." 
 
DIXWAZE HELBESTAN BINIVÎSE
 
Dayika 6 zarokan Hava Can (41) ku asta dudoyan qedandiye û derbasî asta sisêyan bûye, got: "Zimanê me jiyana me ye. Em dayik divên hem kurdî jîndar bikin hem jî hîn bibin. Divê em hemû qadên jiyanê veguherînin kurdî."
 
Can, anî ziman ku piştî baş kurdî hîn bibe dixwaze helbestan û pirtûkan binivîse. 
 
‘EZ Ê BIBIM MAMOSTE'
 
Taybet Kasim (45) jî demeke dirêj li Stenbolê maye û paşê hatiye Êlihê. Kasim got: "Li Stenbolê piraniya esnafan bi kurdî nizanibûn. Cîranên me jî nizanibûn. Lewma em mecbûr man bi tirkî biaxivin. Me li malê bi kurdî xeber dida, lê li deverên din bi tirkî. Ji ber vê kurdiya me qels bû. Lewma hatim komeleyê. Piştî 3 astan dixwazim bibim mamoste û paşê dersa kurdî bidim." 
 
Dayika 3 zarokan Gunul Delî (54) jî 20 salan li Enqereyê maye. Delî 2 sal berê hatiye Êlihê û niha hewl dide kurdiya xwe xurt bike. Delî got: "Gava ez hatim Êlihê min fêm kir ku ez baş bi kurdî nizanim. Lewma hatim komeleyê. Mamoste û xwendekarên li vira pir baş in. Me asta dudoyan derbas kir û niha di asta sisêyan de me. Heya bibim mamoste ez ê bidomînim. Divê her kes zimanê xwe baş hîn bibe. Ji bo vê jî perwerdehî divê. Dar bi koka xwe, mirov bi zimanê xwe dijîn. Divê em bi vê ferasetê tevbigerin." 
 
BI KURDÎ BI ZAROKÊN XWE RE BIAXIVIN
 
Rêvebira komeleyê Mehdiye Tapkan jî anî ziman ku divê dayik bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin û got: "Jixwe tirkî li her derî heye. Divê em li malê ji xeynî kurdî bi tu zimanî neaxivin. Hezar carî silav li kesên ku ji bo kurdî têdikoşin û di kurdî de israr dikin." 
 

Sernavên din

22/11/2021
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê