Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin

  • rojane
  • 09:14 17 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin meh û nîveke li Deriyê Sînor ê Sêmalkê ne, bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya ji bo nedayîna cenazeyên zarokên xwe dan û anîn ziman ku heya cenazeyên xwe wergirin dê bitêkoşin. 

Dayikên Aştiyê yên Herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wergirtina cenazeyên endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di êrişeka hêzên taybet ên PDK'ê de li herêma Xelîfan a Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest dabûn, li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiya dayikan a li ser sînor tevî hemû astengiyên hêzên PDK'ê jî di roja 44'an berdewam dike. Nedayina cenazeyan  li çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiyên dayikan tê protestokirin. Lê dîsa jî PDK xwe li ker û lalîtiyê datîne. 

Malbata endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm têkildarî nedayina cenazeyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. 

 
'PDK DITIRSE'
 
Evîn Temîr, xwîşka Nesrîn Temîr, diyar kir ku xwişka wê Temîr, di sala 2014'an de di nava şoreşa Rojava de cih girtiye û heta dawiyê li ber xwe daye û got: "Me agahiya şehadeta mirina Nesrînê di 2'yê Cotmehê de girt. Em bi vê agahiyê re gelekî xemgîn bûn. Ji ber ku Nesrînê em fêrî tekoşînê kiribûn. Nesrînê her tişt dabû ber çavên xwe. Nesrînê 22 salan tekoşiya. Êşa me gelek girantir bû. Çimkî Nesrîn bi destê kurdan û bi xiyanetê şehîd ket. Weke malbata Nesrînê em tevli çalakiyên şermezarkirinê bûn. Me berê xwe da Semêlkayê. Em malbat bi giştî tevli vê çalakiyê bûn. Em van kiryarên PDK'ê şermezar û lanet dikin. Ji xiyanetê re êdî bes e. Dê heta kengî zarokên me bi destê wan şehîd bikevin? Em doza cenazeyên xwe dikin. Me ji wan re got, her bi destê we şehîd ketine qet nebe cenazeyan bidin me. Lê ji bo radestkirina cenazeyan heta niha jî tu agahî nedane me. Li gorî nêrîna me nedayina cenazeyan ew e ku PDK ditirse. Çimkî dizane ku ev îspata xiyaneta wan e. Dibêjin me ew nekuştine û cenaze ne di destê me de ne. Jixwe heta niha li xwe mikur nehatine ku wan kiriye. Lê kirinên PDKê me matmayî nakin. Ji salên 90'an de heta niha PDK dijminahiyê PKK'ê dike. Di wan salan de veşartî dikir, lê niha bi aşkere dike. "
 
NAME ŞANDIN
 
Temîr, bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "PDK bûye amûra dewleta tirk. Dewleta tirk çi bibêje PDK wê dike. Di şehîdkirina fermandar Nesrîn û hevalên wê de tiliya dewleta tirk heye. PDK bûye rencberê Tirkiyeyê. Lê heger mirov li dîrokê binêre her û her PKK'ê herêma Başûr ji qirkirin û fermanan xelas kiriye. Bi xêra PKK'ê Başûr niha li ser piyan e. Me tevan dît, dema ku DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir bê kê parastina wê derê kir. Dîrok vî tiştî ji bîr nake. Bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Heta ku em cenazeyên xwe bistînin wê çalakiyên me bidomin. Daxwaza me ya girtina cenazeyan wê bidome. Dayikên şehîdan û malbatên şehîdan nameyek ji rayedarên Başûr re şandin. Lê heta niha tu bersiv nedane vê nameya me. Bêdengiya wan berdewam dikin. Ji bo ku raya giştî wan sucdar nekin cenazeyan nadin. Bangawaziya me ji gelê Başûr re heye ku li hemberî vê zilma PDK'ê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin çalakiyên me ku em karibin cenazeyên xwe bistînin. Divê hêzên navneteweyî bi wijdanî tevbigerin û zext li ser PDK'ê bikin ku cenazeyên me bidin. Em soz didin wan ku em ê têkoşînê bilind bikin û axa xwe azad bikin. 
 
AŞTÎ
 
Yek ji cenazeyê ku hatiye desteserkirin jî cenazeyê endamê HPG'ê Yufis Îbrahîm e. Îbrahîmê ku 8 sal berê dayika wî û par jî bavê wî jiyana xwe ji dest da, niha birayê wî Muaf Îbrahîm ji bo cenazeyê wî wergire têdikoşe. Muaf Îbrahîm xwest ku cenazeyên wan radestî wan bên kirin û got: "Birayê min ne tenê şehîdê malbatê ye şehîdê hemû Kurdistanê ye. Rêya wî rêyeke heq û pîroz bû. Naxwazin cenazeyan bidin. Çimkî cenazeyan bidin wê sucdar derbikevin. Malbat dibêjin ku ev koma ku şehîd ket bila koma dawî ya yekitiya her çar perçeyên Kurdistanê be. Lê ji bo vê PDK tiştek nake. Em li benda cenazeyan e. Heta ku cenazeyên me nedin em ê nesekinin. Heger cenazeyan nedin wê ev heya roja qiyametê bi8be meraq ji bo me. Heger cenazeyên me bidin, em amade ne ji bo aştiyê." 
 
MA /Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

22/11/2021
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê