Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan

  • rojane
  • 09:02 21 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Ji ber projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê ku li mêrgeke 129 hektarî tê çêkirin, xaniyên li herêmê bi rûxandinê re rû bi rû mane. Welatî naxwazin xaniyên wan bên xerakirin. 
 
Herêma Pîşesaziya Organîzeyê (OSB) du sal berê ruxseta mêrga 129 hektarî ya li ser rêya Amed-Xarpêtê çêkiribû û ew dewrî Tekstîl Îxtisas OSB'ê kiribû. Tekstîl Îxtisas OSB'ê jî di vê çarçoveyê de li herêmê dest bi çêkirina 60 tesîsên cuda kir û li sînorên qada projeyê dîwar lê kirin. Piştî proje pêk hat, gelek xaniyên li herêmê yên bê tapo, lê fatûreyên wan ên av û ceryanê hene hatin xerakirin. Ev rûxandin piştî lihevkirineke di navbera welatiyan û xwediyên fîrmayan de pêk hat. Di dema vê rûxandinê de çêkirina dîwar dewam kir û di vê navberê de ji bo 4 xaniyên din ên Taxa Dokmetaşê jî biryara rûxandinê hat girtin. Lê belê xwediyên xaniyan, ji ber ku xwediyên fîrmayan fiyetekî erzan ji bo xaniyên wan diyar kiriye, li hev nekirin. Lê niha jî çavê Şaredariya Yenîşehîrê lê ye ku van xaniyan xera bike. 
 
Şêniyên taxê yên ku debraa xwe bi sewlavaniyê û çandiniyê dikin, diyar kirin ku fiyetê ji bo xaniyên wan hatine diyarkirin ku pir hindik e. Şêniyên taxê anîn ziman ku gava ji vir biçin dê nikaribin debara xwe bikin û bang li rayedaran kirin ku yan vê biryarê bidin sekinandin an jî daxwazên wan qebûl bikin. 
 
Farûk Aktaş anî ziman ku 40 sal in li vê derê ne û li vir çandinî û sewalvaniyê dikin û niha bi rûxandinê re rû bi rû mane. Aktaş, destnîşan kir ku ger xaniyên wan bên xerakirin dê 8 malbatên ku nifûsa wan 80 ye pir mexdûr bibin û got: "Dewletê ev der ji bo fabrîkeyên tekstîlê daye kardêran. Temam, baş e bil îastihdam hebe, lê ji bo îstihdamê divê hin mirovan jî mexdûr nekin. Derbarê 4 avahiyan de biryara xerakirinê girtine. Her avahî ji du qatan pêk tê û di her qatî de hema bibêje 10 kes hene. Ger ev der bê xerakirin dê ev 80 kes di vê zivistanê de biçe ku derê? Em ê perîşan bibin. Em nabêjin bila îstihdamê nekin, lê bila biçin li cihekî din bikin. Bila biçin li cihekî din fabrîkeyan çêbikin. Dikarin fabrîkeyan hebikekî din li wî aliyî çêbikin, gava wisa bikin dê ev xanî jî neyên xerakirin." 
 
HEYWANÊN XWE FIROTIN
 
Aktaş, destnîşan kir ku li taxê hin xanî hene bitapo ne û got: "Ger fabrîkeyê hebikekî bi wir de bibin dê xaniyên me neyên xerakirin. Min berê sewalvanî dikir, min mast û penêr difirot. Lê çawa hîmê fabrîkeyê danîn, mecbûr mam heywanên xwe bifiroşim. Tenê çend çêlekên me mane. Piştî min heywan firotin min dest bi karê neqliyeyê kir. Niha çandiniyê dikim. Ji bo her xaniyekî 300 hezar TL didin, ev ne tiştek e. Em vê qbeûl nakin. Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. Ger em ji vir biçin, îja em ê li bajêr çi bikin?" 
 
GEFXWARIN
 
Aktaş, diyar kiir ku xwediyên projeyê gef li wan xwarine û got: "Dewlet e, em nikarin bi tahdeya wê re serî derxin. Lê em di bin kavilên van xaniyan de bimînin jî em ê bitêkoşin." 
 
'HAYA WALÎ JÊ HEYE'
 
Mehmet Aktaş jî anî ziman ku xaniyê wî jî di nav sînorê projeyê de ye û got: "Gava proje dest pê kir ji me re gotin 'dê xaniyên we nekevin ber projeyê.' Lê niha 4 xaniyên me bi rûxandinê re rû bi rû ne. Pere teklîf kirin, lê em qebûl nakin. Niha tenê hîmê xaniyekî 300 hezar TL ye. Xaniyên me bibxçe ne, fiyetê wan zêdetir e. Fabrîkeyê ev der dewrî şaredariyê kir û şaredariyê jî got gere hûn di nava hefteyekê de vira vala bikin. Ger fabrîkeyê 50 metreyê din jî wêdetir bibin, dê xaniyên me xera nebin. Em pera naxwazin, em tenê dixwazin bila xaniyên me neyên xerakirin. Ger xera bikin jî em ji bo her xaniyekî 1.5 milyon TL dixwazin. An jî bila ji me re cihekî bibin û ji bo çêkirina xanî pereyan bidin. Haya walî jî ji vê rûxandinê heye. Bi vî pereyê ku ew didin xanî nayên çêkirin. Em ê nehêlin xaniyên me bên xerakirin. Em ê xwe bikin çeper." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Guleş

Sernavên din

24/11/2021
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê