Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!

  • rojane
  • 09:12 21 Mijdar 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê di dema qedexeya 2015'an de avahiyên gelek kesan hatibûn xerakirin. Hat diyarkirin ku TOKÎ'yê bi beramberiya 150 hezar TL'yî zorê dide van malbatan ku erseyên wan ji wan bistîne. 
 
Li navenda Şirnexê di 14'ê Adara 2015'an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di seranserê vê qedexeyê de 9 hezar avahî û kargeh hatibûn xerakirin û talankirin. TOKÎ'yê û Wezareta Hawirdor û Bajrsaziyê ji bo kesên xaniyên wan û kargehên wan hatine xerakirin 5 hezar û 716 avahî û kargeh çêkiribûn. Ji van avahiyan 5 hezar û 200 jê radestî malbatan hatin kirin, lê 516 avahî û kargehên hatine temamkirin hê jî radestî malbatan nehatine kirin. Ji xeynî vê hatibû ragihandin ku bi hinceta "derî etabê ne" dê avahiyan nedin 650 malbatî. Her wiha bi ser de jî ji van malbatan bedêla paya erseyê tê xwestin. 
 
Li Şirnexê niha fiyetê daîreyek TOKÎ'yê 300 hezar TL ye, lê rayedar dixwazin ku malbatên derî etabê hatine hiştin bi beranberiya 150 hezar TL'yî dev ji erseyên xwe berdin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber lêpirsînên ewlehiyê dê daîreyan nedin hin malbatan. 
 
Welatiyên ku 5 sal in di kirê de ne û nikarin heqê kiriyên xwe bidin, nerazîbûna xwe anîn ziman. 
 
'EM NIKARIN BI VÎ PEREYÎ 2 ODEYAN JÎ BISTÎNIN'
 
Şehmûs Belge ku li gor rayedaran derî etabê ye, bibîr xist ku xaniyê wî di dema qedexeyê de hatiye xerakirin û got: "Em mexdûr bûn. Paşê me li derî etabê hiştin. Ev qas sal derbas bûne lê hê jî xaniyên me nedane me. Serê her malê 70-80 hezar TL diyar kirin. Me jî got, em nikarin bi vî awayî bistînin. Tişta heqê me bû nedan me û me li derî etabê hiştin. Niha li gor rewşa aboriya Tirkiyeyê, em nikarin bi vî pereyî xaniyekî 2 odeyî jî bikirin. Em malbateke mezin in. Xaniyê me 7 qatî bû, lê niha em di kirê de ne. 15 daîreyên me hebûn. Niha tona hesin 9-10 hezar TL ye. 5 sal in em mexdûr in. Wateya derî etabê çi ye? Piştî qedexeyê rayedaran got, 'erseyên xwe bidin me, em ê ji were TOKÎ'yan çêbikin. Me jî îmze danî bin peymanê. Lê daîre nedan me û gotin 'em ê pereyan bidin we.' Me jî got, 'heger pereyê ku hûn bidin pê daîreyek bê, em ê qebûl dikin.' Lê pereyê ku diyar kirin pê 2 ode jî nayên stendin. Em 650 kes bi vî awayî hatine mexdûrkirin. Em dixwazin rojek berî rojekê ev mexdûriyet bê safîkirin." 
 
ŞAREDAR SOZA XWE NEANÎ CÎ
 
Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Şirnexê Esat Galîp jî anî ziman ku şaredarî tim û tim vê mexdûriyeta gel ji xwe re dike propaganda û got: "Em ji bo vê mexdûriyeta gel safî bikin, me pir hewl da. Şaredarê AKP'î berî ku bê hilbijartin soz dabû ku gava bibe şaredar dê karê wî yê ewil safîkirina meseleya 'derî etabê' be. Soz dabû, gotibû 'Ez ê xaniyên we yên hatine xerakirin radestî we bikim û daîreyan bidim we.' Lê niha berevajî vê tevdigere. Hem gel mexdûr dikin, hem jî di ser re doza pereyan dikin. Me ji şaredar pirsî bê çima soza xwe nayne cî. Şaredarê AKP'î got, 'ez pes dikim, nikarim tiştekî bikim.' Meseleya derî etabê, tenê li Şirnexê heye." 
 
‘ÇETEBÛYÎN'
 
Galîp, destnîşan kir ku heqê kirêya van malbatên derî etabê hatine hiştin jî nayê dayîn û got: "Heman rewş li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê jî rû da. Lê li van bajaran bi navê derî etabê tiştek çênebû. Ev mirov mexdûr in. Xaniyê min jî 3 qatî bû. Min xaniyek 2 qatî stend û niha 5 hezar deynê min heye û 3 kirêyên min jî nedan. Ger fiyetê xaniyekî an jî erseyekê 15 hezar be û tu rabî 7 hezaran bidî, ev bêînsafî ye. Nexwe em ê wisa fêm bikin; li Şirnexê çetebûyîn heye û ev kes pereyên ku tên dixin bêrîka xwe." 

Sernavên din

24/11/2021
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê