Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin

  • rojane
  • 09:10 25 Mijdar 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Malbatên zarokên ku di temenekî biçûk de hatin girtin û cezayên giran li wan hatine birîn gotin: "Ew dewleta ku zarokên 14 salî digire û cezayê giran li wan dibire, dikare her tiştî jî bike."  
 
Li girtîgehan gelek zarokên girtî yên nexweş hene. Li Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya û Hezexê ku di dema qedexeyên derketina derve yên di 2015-2016'an de gelek sivîl hatibûn qetilkirin û birîndarkirin, piştî qedexeya derketina derve gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin. Ji kesên hatibûn girtin gelek jê jî zarok bûn. Li piraniya van zarokan bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebedê hatiye birîn. Ev zarokên ku di nava çar dîwaran de mezin dibin, gelek nexweşînên giran li wan peyda bûne û mafê wan ê tedawîkirinê jî tê binpêkirin.
 
Malbatên van zarokan bal kişandin ser tahdeya ku li zarokên wan tê kirin û xwestin zarokên wan bên berdan. 
 
JI TEMENÊ WÎ BÊTIR CEZA LÊ HAT BIRÎN
 
Ji zarokên hatin girtin yek jê jî Îsmaîl Tanboga ye. Tanboga, gava hatiye girtin 15 salî bûye. Tanboga, li navçeya Silopiyayê di dema qedexeyên derketina derve de hatiye girtin û bi îdiaya "kuştina polîsan" 4 caran cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û nêzî 6 salin girtiye. Tanboga ku niha di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de ye piştî hatiye girtin nexweş ketiye û ji ber nexweşîna lê peyda bûye û nayê teşxîskirin zihîf dibe û niha bûye 35 kîlo.
 
Dayîka Tanboga, Kumrî Tamboga, behsa girtina kurê xwe kir û got: "Di dema qedexeyên derketina derve de kurê min hat girtin. Kurê min dema ku hat girtin 15 salî bû. Rojekê avêtin ser mala me û belesebeb kurê min girtin. Îsmaîl dema ku hat girtin îşkencê lê kiribûn. Dema ku ez çûm hevdîtina wî devê wî tije xwîn bû."
 
'DIRANÊN WÎ KETINE, TENÊ MAMA DIXWE'
 
Dayik Tanboga, bal kişand ser nexweşînên ku li girtîgehê li kurê wê peyda bûne û got: "Ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Piştî ku kurê min hat girtin nexweşîn jî lê peyda bûn. Nexweşiyên wî hê jî didomin. Xwarina kurê min bûye mama zarokan. Diran di devî wî de nema ne û nikare xwarinê bixwe. Diranên wî hemû hilweşiyane. Rewşa wî ne tu rewş e. Gelek neheqiyê li zarokên me dikin. Di girtîgehê de weke darekî zirav bûye. Mirovekî ku ev qas nexweş wê çi zirarê bide wan? Derbikeve jî nikare bi tena serê xwe debara xwe bike. Bila berdin. Ji bo wî çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
'NIKARE BIMEŞE' 
 
Dayik Tanboga, destnîşan kir ku her diçe rewşa kurê wê xirabtir dibe û behsa hevdîtina dawî ya bi kurê xwe re kir: "Di hevdîtina dawî de got, rewşa min nebaşe.Got 'kurçikên min diêşin û ez nikarim xwarinê bixwim.' Nedikarî bimeşe. Got xwarina ku dixwe jî diavêje. Mîdeya wî nemaye. Daxwaziya me ew e ku van zarokan berdin. Ew hê zarok in. Heqê wan ne girtîgeh e. Dayikên wan jî hene. Ew di vê rewşê de bin û girtî bin dê dayikên wan qebûl bikin? Em jî guneh in. Em nikarin ev qas rê biçin ji bo nîv saetê. Bila bi wîjdanî tevbigerin û zarokên me berdin. "
 
JI ROJA HATIYE GIRTIN NAYÊ TEDAWÎKIRIN
 
Yek ji girtiyên ku di zarokatiya xwe de hatiye girtin jî Naîf Îşçî ye. Îşçî, di 2010'an de di 14 saliya xwe de di serdegirtina malê de hatiye binçavkirin û bi angaşta "propagandaya rêxistinê", "Sûcê li ser navê rêxistinê" û "Bê destûr peydakirina teqemeniyên xeternak" hatiye girtin. Îşçî ku 24 sal ceza lê hatiye birîn, niha di Girtîgeha Xelatê ya Tîpa T'yê de ye. Îşçî, beriya bê girtin qezaya trafîqê kiriye û ji ber vê platîn di lingê wî yê çepê de heye. 
 
Dayîka Îşçî, Nebahat Îşçî, destnîşan kir ku kesên tiryakê difiroşin, komkujiyan û diziyan dikin nayên cezakirin lê zarokên wan sirf ji ber ku kurd in tên girtin 
 
Dayik Îşçî got: "Kurê min ev 11 sal in hatiye girtin. Naîf dema ku hat girtin 14 salî bû û hê zarok bû. Naîf beriya ku nehatibû girtin qeza kiribû û ji lingê xwe birindar bûbû. Hê ku dirûnên lingên wî baş çênebûbûn hat girtin. Bijîşk gotibû ku divê 6 mehan tenê platîn di lingê wî de bimîne. Lê ji roja ku hatiye girtin heta niha platîn di lingê wî de ye û nayê tedawîkirin. Heta êvarî li ser xwarinê digiriya. Keyfa wî pir zêde ji penîr re dihat. Tim û tim digot, penîrê bi kezî nebe, ez xwarinê naxwim. Min gelek bi delalî lê dinêrî."
 
Dayik Tanboga, diyar kir ku nêzî 4-5 sal in xweşikî kurê xwe nedîtiye û got: "Ez her dibêjim niha rengê wî çawa bûye, ka mezin bûye, çawa bûye. Heta car heye ez li porê serê wî jî difikirim. Ez dibêjim ka porê wî hilweşiyaye yan na. Pora wî gelek stûr bû. Min wê rojê li ser telefonê jê pirsî û min got, 'Pora serê te çawa bûye?' digot, 'Yadê hemû hilweşiyaye û spî bûye.' Ez moral didimê û dibêjim ku dema ku tu derketî em ê boyax bikin. Naîf zarok bû û ne yê girtinê bû. Heger edelet û qanûn hebûna Naîf di wî emrê xwe de nedihat girtin. Ê ku tiryakê difiroşin ceza nakin. Lê yê wek Naîf hê zarok in digirin. Bi wî lingê şikestî û vî emrî de ev qas ceza dan kurê min. Cezayê wî gelek ji emrê wî mezintir bû. Niha 10 nexweşî li kurê min peyda bûne. Zarokatiya xwe di nava çar diwaran de derbas kir. Dema ku ewil hat girtin digiriya û diqehirî. Ev tişt li tu dewletan de nayê dîtin. Parêzerê wî jî tune ye. Wê rojê di telefonê de digot, parêzerekî bişînin ku nexweşiyên xwe jê re bibêjim." 
 
MEZIN BÛYE GELO?
 
Îşçî, diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên cezakirinê zarokên kurd ji zarokatiyê bêpar dihêle û axaftina xwe wiha domand: "Bila vê zilmê ji ser zarokên me rakin. Wê heta kengî dayîk biçin ber deriyên girtîgehan? Dema ku zarokên me li derve bûn, me weke gulan li wan dinêrî. Lê piştî ku ketine girtîgehê xwarinên herî nexweş didin wan. Bila van erîşan li ser zarokên me rakin. Naîf niha di hucreyê de ye. Kesekî nabîne û nexweşiya wî jî her diçe giran dibe. Bila bes zarokên me ji me dûr bikin. Carina ez zarokatiya wî tînim ber çavên xwe û digîrim. Min hemû gotinên wî ji ber kirine. Ez nizanim ku Naîf çawa mezin bû. Di girtîgehê de çi difikire û çi xeyal dike nizanim. Dibe ku dilê wî biçe gelek tiştan lê nikare bixwe. Di emrê xwe yê biçûk de hat girtin û ji min dûr xistin. Kezeba me dişewite. Çawa dibe ku dewlet xwe dike hevalê zarokan? Kurê min niha bûye 26 salî. Zarokatiya xwe di nav zarokan de û kolanan de derbas nekir. Bila êdî bes zarokên ku emrê wan tije nebûye bikin girtîgehan. Derûniya wan xira dibe û nexweş dikevin. Heta ku ez saxbim ez ê wê roja ku Naîf hatiye girtin ji bîr nekim. Dema ku hat girtin hat xwe avêt lingê min digiriya û got, 'yadê wê min bibin, nehêle.' Ew dewleta ku ji zarokê 14 salî ditirse dikare her tiştî jî bike."
 
Îşçî, da zanîn ku bi girtinan nikarin zarokên kurd teslîm bigirin û got: "Dema ku Naîf hatiye girtin zarok bû. Lê niha di girtîgehê de zana û biaqil bûye. Kurê min gelek pêş ketiye. Kurê min xwe tê de nas kir. Carna dema ku ez axiftinên wî dibihîzim ez pir keyfxweş dibim. Armanca wan ew e ku zarokên me ji kurdbûyinê dûr bixin. Lê zarokên me di girtîgehê de mezin dibin, bi zana dibin." 
 
BI ROJAN HAT ÎŞKENCEKIRIN
 
Yek ji girtiyên ku di 18 saliya xwe de hatiye girtin jî Yusuf Şahîn e. Şahîn, dema ku li Zanîngeha Mêrdînê xwendekar bûye diçe cem dê û xwişka xwe yên li Silopiyayê. Lê belê ji ber qedexeya derket8ina derve, nikare ji Silopiyayê derkeve. Piştî wextekê Şahîn di avêtina ser malê de tê binçavkirin. Di bin çavan de du roj û 3 şevan tê îşkencekirin û paşê tê girtin. Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" 120 sal ceza lê hatiye birîn. Şahîn ku niha di Girtîgeha Balikesîrê de ye qelbê qul e û ji ber vê di şert û mercên girtîgehê de bi zehmetiyên gelekî dijwar re rû bi rû dimîne. 
 
Dayîka wî Galya Şahîn got: "Gava Ûsiv hat girtin 18 salî bû. Di dema qedexeya derketina derve de hat binçavkirin. Dema hat binçavkirin îşkenceyeke gelek giran lê kirin. Kurê min 2 şevan û 3 rojan hat îşkencekirin. Piştî hat girtin wî şandin Girtîgeha Şirnexê. 2 sal bi şûn de jî ew sirgûnî Rîzeyê kirin. Salekê jî di Girtîgeha Rîzeyê de ma. Ji wir jî wî sirgûnî Girtîgeha Panos a Agiriyê kirin. Sal û 5 mehan jî li wir ma. Piştre dîsa ew anîn Şirnexê. Piştî ku salekê di Girtîgeha Şirnexê de ma vê carê jî wî Sirgûnî Mereşê kirin."
 
'EM Ê DEV JI WAN BERNEDIN'
 
Dayik Şahîn, anî ziman ku dewlet zarokên wan bibe ku derê jî ew ê biçin zarokên xwe bibînin û got: "Heya dilopek xwîn jî di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin." Dayik Şahîn, destnîşan kir ku armanca polîtîkayên sirgûnkirinê ew e ku malbatan bêzar bikin.
 
Dayik Şahîn, bal kişand ser nexweşiya kurê xwe jî û got: "Dilê wî kun e. Xwarina wna nexweş e. Ev 2 salin nahêlin ku em biçin hevdîtina vekirî. Weke hincet koronayê nîşan didin. Lê çima her tişt serbest kirin vê serbest nakin? Ji bo ku em biqehirîn wiha dikin. Em ê ji vir biçin Mereşê ji bo 40 deqîqeyan. Ma ev edelet e?"
 
'ZAROKÊN ME BERDIN'
 
Şahîn di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî cezayê ku li kurê wê hatiye birîn da û got: "Kurê min 18 salî bû û 120 sal cezayê girtîgehê lê birîn." Ew bi xwe 18 salî bû û 120 sal cezayê girtîgehê û bi ser de jî 18 hezar cezayê pere lê birîn. Li derve qet nexweş neketibû. Lê piştî hat girtin, îşkenceyek giran lê hat kirin. Sirf ji ber ku kurdbûna me van tiştan tînin serê me. Ê tirk diçe komkujiyê dike û her tiştî dike ceza nakin, lê dema ku mesele dibe zarokên kurd her tiştî dikin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Bila bes vê zilmê li me bikin."
 
6 SAL IN GIRTIYE
 
Reşît Îlhan jî yek ji girtiyên ku di zarokatiya xwe de hatiye girtine. Îlhan, di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Silopiyayê de hatiye girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Îlhan, niha di Girtîgeha Gumuşhaneyê ya Tîpa E'yê de ye. 
 
Dayîka wî Ayşê Îlhan jî anî ziman ku ji ber ku ew kurd in zarokên wan tên girtin û cezakirin û got: "Ev 6 salên kurê min di girtîgehê de ye. Bila bes zilmê li zarokên me bikin. Bila her dayîkek xwedî li zarokê xwe derbikeve. Zarokên me tu tişt nekirine ku ew qas ceza li wan dibirin." 
 
Dayik Îlhan, bilêv kir ku piştî ku kurê wê hatiye girtin gelek nexweşîn lê peyda bûne û bal kişand ser tahdeya ku li girtîgehan li kurê wê û girtiyên din tê kirin. Dayik Îlhan destnîşan kir ku ew cezayê ku li zarokên wan hatiye birîn qebûl nakin û xwest zarokên wan bên berdan.
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

01/12/2021
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne