Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike

  • rojane
  • 13:36 25 Mijdar 2021
  • |
img
WAN - Xelkê Wanê piştvaniya esnafê ku ji Mustafa Sarigül re got “Ev der Kurdistan e” kirin û gotin: “Ev der Kurdistan e. Kes nikare vir înkar bike.” 
 
Esnafê bi navê Hacî Tunç di serdana Serokê Partiya Guhertina Tirkiyeyê (TDP) Mustafa Sarigul a li Wanê de got: “Ev der beriya du sê hezar salan Kurdistan bû û dîsa Kurdistan e.” Welatiyên Wanê yên ku bertek nîşanî binçavkirina wî dan û diyar kirin ku dê dengên bi vî rengî li kolanan hîn bêhtir bilind bibin.
 
ERDNÎGARÎ TÊ ÎNKARKIRIN 
 
Ji welatiyan Delîl Aksoy diyar kir ku Wezîrên Karên Navxwe û Parastinê dema diçin Iraqê bi rêveberiya Kurdistanê re hevdîtin pêk tînin, pir baş peyva Kurdistanê dikarin bînin ziman û Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan jî di axaftina koma xwe de gotina Kurdistanê bi kar aniye. Aksoy da zanîn ku di serdema Împaratoriya Osmanî de jî ji vê herêmê re dibêjin Kurdistan û bi vî rengî di arşîvan de cih girtiye û got: “Mixabin dema ku em weke gel dibêjin Kurdistan, em tên cezakirin, lê dema ku dewlet vê bi kar tîne kes dengê xwe nake. Belê, ev der Kurdistan e. Ji ber van gotinan welatî tên cezakirin. Ez çawa dikarim bi yên ku ziman û erdnîgariya min qebûl nakin re bibin bira? Ji ber vê jî divê ev gel ji ber cezayê Kurdistanê neyê cezakirin."
 
'PEYVA KURDISTANÊ HÊZEK YEKGIRTÎ ÇÊDIKE’ 
 
Seyît Kiliç jî anî ziman ku yên di hikûmetê de pir rehet dikarin bêjin Kurdistan û wiha got: “Yên ne ji îqtidrê ji ber peyva Kurdistan tên cezakirin. Dibêjin AKP dema li gorî xwe peyva Kurdistanê bikar tîne lê dema muxalefet bi kar tîne dibe hedef. Ev erdnîgariya ku kurd lê dijîn û navê wê Kurdistan e. Ev yek nayê înkarkirin, ew çi bikin dê ev deng li kuçeyê bilind bibe. Em li pişt hevalê esnaf disekinin û pê re ne. Bi vî awayî nikarin me bitirsînin. Peyva Kurdistanê hêzeke hevgirtinê ye. Bi vê bêhiqûqiyê nikarin biçin tu cihî." 
 
‘GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE’ 
 
Ji welatiyên ku bertek nîşanî binçavkirina esnafan da Mensur Falay jî diyar kir ku kurd bi sedsalan e li vir dijîn û ji ber gel vê yekê îfade dike nayê qebûlkirin. Falay got: “Eger ew kes eslê xwe înkar bikira, nedihat binçavkirin. Lazim e ku mirov van îfadeyan her tim bi kar bîne. Bi vê sazkirinê hûn ê neçin cîhekî. Divê her kes bi awayekî adil û wekhev bijî, lê mixabin rê nadin vê.”
 
Kerem Tûnç jî anî ziman ku bi înkarkirina kurdan û Kurdistanê tiştek wê baştir nebe û got: "Nayê qebûlkirin ku kesek bêje 'zimanê min, çanda min di ser ziman û çanda we re ye'. Cihê vê di tu olê de nîne. Dibêjin 'Ez hebûn, reng û cil û bergên we qebûl nakim'. Em tu carî vê qebûl nakin. Kurd wê bi awayekî serketî ji vê zilmê derkevin.”
 
BERTEKA ÎNKARÊ 
 
Ji esnafan Şukru Akdogan jî wiha got: “Erdogan çend caran gotiye Kurdistan? Dema ku ew dibêjin serbest e, lê dema em dibêjin qedexe ye. Gelo wisa ye? Ev zilm e. Kurd 200 sal in di bin zilmê de ne; zimanê me û me înkar dikin. Em 40 milyon kurd in lê me înkar dikin. Tenê ji ber gotina 'Ez kurd im’ dikarim bêm binçavkirin. Em kurd in û kes nikare vê yekê înkar bike. Eger kurd yekgirtî bûna, nedikarîn vê yekê li me bikin.”
 
‘EV DER KURDISTAN E’ 
 
Abdulvahip Gazioglu jî bertek nîşanî binçavkirina esnafên ji ber gotina "Kurdistan" tên binçavkirin da û diyar kir ku esnafan rastiyê gotiye û ew piştevanê wan esnafan e û wiha got: “Ev der Kurdistan e. Eger ev gotin sûc be, ev zilm e. Niha pêwîste kurd xwe biparêzin.”
 
MA / Dîndar Karakaş
 

Sernavên din

01/12/2021
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne