4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne

  • rojane
  • 09:00 26 Mijdar 2021
  • |
img

ÎDIR - Li Îdirê Ferzende Elbî, Abdûllah Ateş, Ehettîn Kaynar û Kerîm Boran ji ber ku malbat li hev anîbûn derbarê wan de doz hatibû vekirin û hatibû xwestin ku cezayê muebetê li wan bê birîn.  Niha her çar girtiyên ku temenê wan di ser 70 salî re ye ji ber nexweşînên giran li ber xwe didin. 

   
Li Îdirê 13 kes ku Ferzende Elbî (72), Abdûllah Ateş (70), Ehettîn Kaynar (72) û Kerîm Baran (77) jî di nav wan de bi îdiaya di nav "komîsyona edaletê" de cih girtine derbarê wan de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran hatibû vekirin û di meha Nîsanê de bi dawî bûbû. Di dozê de 4 kes hatibûn beraetkirin û li 9 kesên jî bi sedan sal ceza hatibû birîn. Elbî, Ateş, Kaynar û Boranê ku bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li wan hatibû birîn, çendî nexweşînên wan ên giran hene jî di meha Nîsanê de hatibûn girtin. Niha her 4 girtî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne. 
 
Abdûllah Ateş ku di Girtîgeha Îdirê ya Tîpa S'yê de ye her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe û hat ragihandin nikare bi tena serê xwe bijî. Nexweşîna çavan, nexweşîna çokan, nexweşînên krînokî, kîsta gurçikan, sendroma rêviyan, prostat û hwd. gelek nexweşîn pê re hene. Ehettîn Kaynar jî ku di Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê de ye, nexweşîna şekir, kolstrol, hîpertansiyon û nexweşîna dil pê re heye û guhên wî baş nabihîsin. Kerîm Boranê di heman girtîgehê de jî nexweşîna dil, şekir û gelek nexweşînên din pê re hene û guhên wî nabihîsin. Ferzende Elbî yê di Girtîgeha Edîrneyê de jî bi heman awayî ye û hat diyarkirin tim wî radikin nexweşxaneyê. 
 
JI BER AŞTIYÊ HATIN CEZAKIRIN
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîp Eksîk, anî ziman ku kesên hatin girtin tenê ji bo aştiya civakî xebitîne û ji ber ku xwedî li HDP'ê derketine cezayên giran li wan hatiye birîn. Eksîk got: "Bi îdiayên bêbinî cezayên giran li van kesan birîn. Ev dijî hiqûqê ye. Hemû saziyên cemaweriyê û amîrên mulkî baş dizanibûn ev eks çi karî dikin. Lê dîsa jî bi destê darazê hatin cezakirin. Ji ber ku doza aştiyê kirin niha di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû ne." 
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'
 
Eksîk, bibîr xist ku kesên hatin girtin di ser 70 salî re ne û gelek nexweşînên wan hene û nikarin di girtîgehê de jiyana xwe bidomînin. Eksîk, bilêv kir ku fikarên mezin li malbatên wan peyda bûne û got: "Cezayê van kesan ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehatiye teqezkirin, lê rabûn ew girtin. Ev hiqûqa dijminatiyê ye. Bi ser de jî wan birin xistin girtîgehên dûrî malbatên wan. Dê hewldanên me yên di vî warî de yên li Wezareta Dadê bidomin." 

Sernavên din

01/12/2021
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye
09:39 Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek
09:28 Endama Meclîsa RJAK'ê: Divê jinên Başûr wekî yên Rojava li ber xwe bidin
09:10 Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe
09:09 Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin
09:08 Qedexeyên li Geverê 2 hezar û 16 roj in didomin
09:08 Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin
09:06 ‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn'
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2021'Ê
29/11/2021
17:24 Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin
16:42 Serokên baroyan ji bo serokê Doza Kobanê gotin: Hûn nikarin darizandinê bidomînin
16:37 Cezayê li Guven hatibû birîn şermezar kirin
16:34 Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe
16:16 Li Edliyeya Amedê pevçûn derket
15:30 HDP'ê li Dersimê starta kongreya xwe da
15:24 Du cezayê dîsîplînê yên nû li Ocalan hatine birîn
14:59 Hat angaştkirin ji bo dayîna bertîlê erd difiroşe
14:44 Parêzerên Doza Kobanê, Tahîr Elçî bi bîr anîn
14:17 Doza Kobanê: Hûn 6 sal sekinîn, çima hûn niha ecele dikin?
13:56 Nobeta Edaletê di roja 14’emîn de ye
13:43 Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin
13:27 Kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
13:26 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê yasa nayên bicihanîn
11:57 Xwebûnê bernameyek din li bernameyên xwe zêde kir
11:53 Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket
11:37 Li parqeke Uskudarê cenazeyê polisek hat dîtin
10:48 Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir
09:29 Weşanxaneya Na 'Avesta 1: Gatha’yên Zarathuštra' çap kir
09:29 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘dewlet’ kî ye?
09:28 Zeytûn: Tecrîda li Îmraliyê krîza mafê mirovan e
09:27 Hevberdevka HDP’a Elmanyayê: Dem dema vekirina deriyê Îmraliyê ye
09:27 Berwarî: Divê daxwazên rewa yên xwendekaran werin bicihanîn
09:26 Polîsan wî felç kir û darazê jî ‘li gorî hiqûqê’ dît
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2021'AN
28/11/2021
23:59 Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin
22:14 Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê
21:53 Don Kîxot li Rihayê derket ser dike
21:42 KASED’ê ji bo zarokan kargehên hunerî li dar xist
21:35 Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin
21:20 NÇM’ê bernameya çîrok û dengbêjî li dar xist
17:43 Li Girtîgeha Turkoglûyê zextên gardiyanan didomin
17:31 Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir
17:28 Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn: Em ê nehêlin ku dosye kiryar nediyar bimîne
17:12 Li Enqereyê qeyrana aboriyê şermezar kirin: Bila hikumet îstîfa bike
16:50 Batirhan a dayika pitika 4 mehî hat berdan
16:24 HDP’ê li Mêrsînê mîtîng li dar xist: Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn
16:21 Ji Rihayê bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan
15:45 ‘Tecrîd dê bi berxwedanê were şikandin’
15:39 Di meha 119’emîn a komkujiyê: Rêya aştiyê di Roboskê de derbas dibe
15:20 Sancar li Edeneyê li esnafan guhdar kir: Xelk êdî nanê hişk jî nabîne
15:15 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Nagihin armanca xwe
14:54 Gel eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga HDP'ê ya Mersînê dide
14:52 Ciwanan li Dêrsimê şahiyek pêk anî: Em ê têkoşînê mezin bikin
14:19 Di serdegirtina malê de polîsan tundî kir
11:59 Sylvie Jan: Kurd ji bo pêşeroja cîhanê bûn çavkaniya hêviyê
11:36 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye
10:56 DAIŞ’ê li Silêmaniyê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
10:35 Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin
09:59 Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:46 Li Colemêrgê çalakî 2013 roj in qedexe ne