Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'

  • rojane
  • 12:02 27 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Zimannasê Kurd-Sovyetê Qanadê Kurdo, di sala 1939'an de derketiye ger û geşta Batûmê. Di nîşeyên xwe yên ger û geştê de Kurdo bal dikişîne ser serpêhatî, gotinên pêşiyan û çîrokên kirmanckî. 

Di sala 1939'an de bi peywirdarkirina Enstîtuya Etnografiya Yekitiya Sovyetê, Qanadê Kurdê ji bo lêkolînkirina Kurdên Qafqasyaya Başûr diçe ger û geşta Batûmê û serdana gundekî kirmanckî dike. Kurdo, bi gundiyan re tê gelhev, çavdêriyên ku kêrî Kurdolojiyê bên dike û ji vê ger û geşta xwe nîşe digire. Weke Ajansa Mezopotamyayê me van nîşeyên Kurdo analîz kirin û girêdayî mijarê ji dîroknas Rohat Alakom ku li ser kurdên Batûmê xebitiye jî nêrin girt.  
 
ALAKOM : JÊDERKA KURDISTANÊ BATÛM 
 
Kurd li Soveyetê herî zêde jî li Qefqasya Başûr dijiyan. Di sirgûnên salên 1937-1938 û 1944'an de her çiqas koçî Kazakistan, Kirgizistan û Ozbekistanê hatibin kirin jî xaka wan a esil Qafqasya Başûr bû. Qadeke ku ji komarên Sovyetê yên weke Ermenistan, Azerbaycan û Gurcistanê pêk tê. Dema ku qala  kurdên Gurcistanê bê kirin bêguman bajarên mîna Ahiska, Tîflîs û Batûm tên hişê mirov. Demên dawîn de kurdên Batûm û Acaristnê bûne yek ji mijarên ku li ser wan tê rawestandin. Girêdayî mijarê gotareke hînker a dîroknas Rohat Alakom heye. Gotar bi navê  “Kurdên Batûmê (Batum Kürtleri)” di Kovara Nûbiharê de  hatiye weşandin û ji bo vê mijarê girîng e. Rast e rast me xwe gihand xwediyê gotarê û têkildarî kurdên Batûmê de agahiyek wiha girt: "Li gorî Salnameya Kafkasê, di sala 1908'an de li herêma Batûmê nêzî 3 hezar kurd dijîn. Her wiha di Konferansa San Remo (18-26'ê Nîsana 1920'an) de li ser naskirina bajarê Batûmê weke bendergeheke azad a ji bo Kurdistanê tê rawestandin. Heta nivîskarê rojnameya Swêdê ya bi navê Svenska Dagbladet a bi dîroka 22'ê nîsana 1920'an Blir Frihamn dinivisîne ku dibe Batûm bibe bendergeheke azad."
 
DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE 30 MALBAT HEBÛN
 
Dîsa li gorî agahiyên ku dîroknas Rohat Alakom daye, lêkolînerê Sovyetê û etnografî Memoyê Xalit jî di sala 1984'an de li ser kurdên Batûmê gotarek nivîsandiye. Memoyê Xalit, di gotara xwe ya bi sernavê “Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan” ku di 15'ê tebaxa 1984'an de di rojnameya Riya Teze de nivîsandiye de diyar dike ku dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn 30 malbatên kurd li navenda Batûmê bi cih bûne. Memoyê Xalit bixwe jî yek ji van kurdan re zewicandî bûye û di sala 1991'an de jiyana xwe ji dest dide. 
 
ZAZAYÊN LI BATÛMÊ 
 
Yek ji xelkên ku Enstîtuya Etnografiya Yekitiya Sovyetê bi taybetî bi wan re mijûl bûye Kurdên Qafqasya Başûr in. Di vê çarçoveyê de Qanadê Kurdo ku ji aliyê enstîtuyê ve tê peywirdarkirin di sala 1939'an de diçe ger û geşta Batûmê. Kurdo, li bajar li ser zazayan radiweste û gundê ku çûye ger û geşta wî wiha dide nasandin: Çûm gundekî ji aliyê rojava ve bi qasî 3 kîlometreyan dûrê Batûmê. Li gund kurdên zaza dijiyan (50 MAL). Gundî bi çandinî û narinciyê re mijûl dibin. Li malên hemuyan sewalên wan hene. Li malên yek qat du qat ên dişibin malên gundiyên xizan ên gurcî diman. Zazayên li vir dijîn ji Tirkiyeyê hatine. Tu extiyarekî wan ne xwedî agahî ye ku ji kudera Tirkiyeyê hatine. Tenê çend extiyaran got ku mezin wan ji wan re gotine ku ji bajarê Erziromê koçî vêderê kirine."
 
FOLKLARA ZAZAKΠ
 
Qanadê Kurdo ji nêz ve li gund çavdêriyan kiriye û bi kesên mîna Reşîdê Aslan, Rostamê Kalaş, Cemşîdê Reşît, Rostemê Sileman, Samandê Cemşîd, Samandê Mustafa re hevdîtin kirine; hin gotinên pêşiyan û çîrokan qeyd kiriye. Kesên ku bi Kurdo bi wan re hevdîtin kirine bi zazakî dizanin alîkariyeke girîng dane Kurdo. Em bal bikişînin ser çend xisûsên girîng ên di hevdîtinan de derketine pêş. Mînak Rostemê Sileman dema ku qala çîroka jiyana xwe dike ev tişt dibêje: "Ez T’iflîsêda zehf vendam, çeher serî têda bîyem, pênc serîz Lênîngrada bîyem. Ez çeher zuwanan zanan: zuwanê kirmancî, zuwanê rûşî, zuwanê ermenî, hendêk zuwanê girc (Li Tîflîsê gelek mam. 4 sal li wir xwend. 5 sal li Lenîngradê mam. 4 ziman dizanim; kirmanckî, rûsî, ermenkî, gurcî)." 
 
LI ŞÛNA ZAZAKÎ KIRMANCKÎ
 
Her çiqas Qanadê Kurdo, peyvan "kirmanckî" ya di axaftinê de derbas dibe bi rûsî weke “Kurmancca” nivîsandibe jî, em difikirin ku li vir tişta qesta wê tê kirin kirmanckiya li Dersim, Mûş, Erzirom û Erzînganê tê axaftine. Qeydeke din a peyva kirmanckî têde derbas dibe çîroka "Gurgîn Axa û Gulperî " ku Cemşîdê Reşîd vedibêje ye. Di çîroka gotina mijarê de gotineke wiha heye: “Şî zozanê kirmancan ver (Çû zozanê kirmanca)." 
 
GOTINÊN PÊŞIYAN ÊN KIRMANCKΠ
 
Yek ji vegtinên devkî ku Zimannas Qanadê Kurdo nîşe girtî ye gotinên pêşiya ne. Em çend ji van gotinên pêşiyan parve bikin:
 
1-) “Aqil t’acê zêrîno, serê nemî k’esda çinîno.”
       “Aqil taco zerrnin o, sereyê heme/hemî kesî de çin o.”
       
2-) “Destê t’emel ser pizê rûto.”
      “Destê tembelî pîzeyê rûtî ser o.”
    
3-) “Xezebî biz yeno, çaxo k’e nanê şiwan wena.”
      “Xezebê bize yeno, çaxo ke nanê şîwanî wena.”
       
4-) “Merdimê veyşan bî yarê daka xora vajo — bawko.”
      “Merdimo veyşan/vesan yarê daka/dayka xo rê vajo – bawko.”
      
5-) “Lacî bê rê k’îwî bawkê xo wêran keno.”
      “Lajo bêray/bêrayir, keyeyê bawkê xo vîran keno.”
    
Çavkanî: K.K. Kurdoyev, “Teksty na Govore Zaza Rayona Batumi (Batum Rayonu Zaza Lehçesinde Metinler)”, Predisloviye, Publikatsiya, Primechaniya Z.A. Yusupovoy, Pis'mennyye Pamyatniki Vostoka, Tom: 15, No: 3, Osen’ 2018, s. 96-121. 
 
MA / Îsmet Konak

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin