Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin

  • rojane
  • 21:26 27 Mijdar 2021
  • |
img
EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku got "Divê ev rêvebirî îstifa bike, ji lew re welat ber bi hilweşandinê ve dibe" diyar kir ku divê têkoşîna bi tevahî bê kirin.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, têkildarî krîza aborî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr re rûnişt. Hevdîtin li otelekê hat kirin. Sancar di hevdîtinê de, pêvajoya siyasî nirxand. 
 
'EV BUDÇE NE BUDÇEYA GEL E'
 
Sancar, anî ziman ku li bajarekî girîng ê Çûkûrpvayê ne û dê sibê jî biçin Edeneyê û bal kişand ser "Deklarasyona HDP'ê" ya di 27'ê Îlonê de hat daxuyandin. Sancar got: "Armanca me em têkoşîneke hevpar çêbikin ku hemû bindestan, medûrxan, kedkaran bihewîne û bîne cem hev. Diyaloga bi hemû derdoran re ji bo me pir girîng e. Ger em mekanîzmayeke wiha ava bikin, dê Tirkiye ji hilweşandinê xelas bibe. Ev hilweşandin, encama krîzên piralî ye. Tirkiye ji zû de ye di nav krîzên piralî de ye. Sedema van krîzan jî feraseta rêvebirinê ya îqtidarê ye. Etaba ewil a hevdîtinên budçeyê temam bû. Gava mirov li budçeyê mêze dike, tercîhên vê îqtidarê jî dibîne. Ev budçe, ne budçeya gel e. Xulaseya îqtidara 19 salan a AKP'ê ye. Budçeyeke ku jêderan ji qesrê re dişîne, gel nahesibîne û qîmetê nade berjewendiyên gel." 
 
'XELASÎ TIFAQA DEMOKRATÎK A BIHÊZ E'
 
Sancar, destnîşan kir ku di du hefteyên dawî de bûne şahid ku bê ev feraset bûye sedema çi û bal kişand ser bîqmetbûna TL a li ber dolar. Sancar got: "Ev hefteyeke lîre wisa bêqîmet bûye ku hema bibêje pêşeroja me tê tarûmarkirin. Pêşeroja gel tê tunekirin. Di heyma bê de em ê tenê behsa xizaniyê nekin, dê krîzek di warê qût de jî rû bide. Yanî birçîbûn. Tenê ne xizanî û kedxwarî, em ê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin. Ev hemû encama xizameta ji bo çend sermayedaran e. Berpirsiyariya me jî, ew e ku em li hember vê ferast û pergalê bi hev re bitêkoşin. Em HDP li her derî hevdîtinên gel li dar dixin û pêşniyarên xwe datînin holê. Em hewl didin ji bo çareseriyê yekîtiyê xurt bikin. Xelasiya me avakirina tifaqeke demokratîk a herî berfireh e. Heger em vê pêk bînin û li dijî pergala şêlanker û şerxwaz têkoşîneke hevpar biafirînin, dê nîqaşên derbarê tifaqê de bi xwe xwe bigihînin encamekê. Pêşî têkoşîneke demokratîk a hevpar û avakirina tifaqên demokrasiyê yên bihêz divê." 
 
'GERE EV RÊVEBIRÎ ÎSTIFA BIKE'
 
Sancar, diyar kir ku bernameyeke wan a pêşniyazan a lezgîn heye, lê belê di hevdîtinên ji bo budçeyê de pêşniyarek wan jî nehatiye qebûlkirin û got: "Niha daxwaza lezgîn a ku divê em bînin ziman hilbijartin e. Gere ev rêvebirî îstifa bike. Ji lew re welêt ber bi hilweşandinê ve dibe. Hêvîdar im serokkomar dizane çi dike, ji lew re ev polîtîka encama rêya wan e. Polîtîkayên bi zanebûnî ne ku guh li gel nakin. Dixwazin vî welatî veguherînin dojeha kedeke erzan. Welatekî ku meaşê kêm bûye 30-40 dolar... Dixwazin vê derê bikin hêlîna koleyan. Dixwazin îqtidara xwe bi piştgiriya sermayeya alîgir bidomînin. Tenê xemek wan heye, ew jî îqtidara xwe bidomînin. Ji bo çûna vê îqtidarê têkoşîna demokratîk a hevpar bivê nevê ye." 
 
TÊKOŞÎN
 
Sancar, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê ji niha û pê ve hewl bidin ku vê daxwazê bikin daxwaza girseyên mezin. Sancar, destnîşan kir ku ji bo ev welat ji dojehê xelas bibe, têkoşîna hevpar bivê nevê ye û got: "A girîng ev têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin." 
 
Piştî axaftina Sancar, civîn bi awayekî girtî dewam kir. 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin