Hevberdevka HDK'ê: Divê Komîteya Wezîran zorê bide Tirkiyeyê

  • rojane
  • 09:06 28 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku bêhiqûqîtî êdî tecrîdê jî derbas kiriye. Demîr, destnîşan kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryaran zorê bide Tirkiyeyê. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22'yê Gulan, 7-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin bi Ocalan re kiribûn. Birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê Adarê de bi telefonê pê re axivîbû. 8 meh in tu xeber ji Ocalan nayên girtin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku 7 sal berê cezayê muebeda giran ê li Ocalan hatibû birîn dabû û diyar kiribû cezayê muebeda giran dijî xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), di 26'ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn. Piştî serlêdanê komîteyê jî cara ewil ev yek daxilî nav rojeva xwe kir û dê di civîna xwe ya di navbera 30-2'yê Kanûnê de vê biryarê nîqaş bike. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, tecrîda li ser Ocalan û civîna Komîteya Wezîran ku dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de bê kirin, nirxand. 
 
Demîr, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê êdî bi tu peyvan nayê ravekirin, ji lew re li wir rewşeke ku bi qanûnan, bi hiqûqa navneteweyî û bi awayekî civakî nayê ravekirin rû dide. Demîr, anî ziman ku Tirkiye li Îmraliyê polîtîkayeke sîstematîk û taybet pêk tîne û sedema vê jî nebûna mekanîzmayeke ku pêşî li ber îqtidarê bigere. Demîr, bilêv kir ku ya li Îmraliyê tê kirin nêzîkatiyeke dewleta çeteyan e. 
 
TÊGIHA TECRÎDÊ KÊM E
 
Demîr, hevdîtina bi telefonê ya Ocalan a bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir bibîr xist û got: "Ew hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin. Di wê hevdîtinê de nehiştibûn Birêz Ocalan rewşa ku tê de ye ragihîne. Em vê yekê wekî tecrîdê şîrove dikin, lê di asasê xwe de li wir rewşeke wêdeyî tecrîdê rû dide. Atmsofereke ku Îmralî ji derve hatiye îzolekirin heye. Wer xuya ye divê meriv ji bo vê têgiheke nû bibîne. Wekî min got, têgiha tecrîdê jî kêm e ji bo pênasekirina vê rewşê." 
 
TIRKIYE Û ALOZÎ
 
Demîr, destnîşan kir ku di navbera gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn de piştevaniyek çêbûye û ev piştevanî jî bi pêşengiya Ocalan çêbûye. Demîr, anî ziman ku îzolekirina li Îmraliyê ji ber vê yekê ye. Demîr, bilêv kir ku Tirkiye 40 sal in nikare bi polîtîkayên xwe yên şer çoka gelê kurd û hevrêyên wê bişikîne û got: "Dixwazin bi vê polîtîkaya tecrîdê encamekê bi dest bixin. Lê belê Tirkiye ji ber van polîtîkayên şer ber bi aloziyekê ve çûye." 
 
LI SERANSERÊ TIRKIYEYÊ BELAV DIBE
 
Demîr, destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê bûye cihê fikarên mezin û ji ber van fikaran parêzerên Ocalan serî li gelek sazî û dezgehan dane. Demîr, bilêv kir ku ev sazî û dezgeh jî carinan bertek nîşan didin û dikevin nava hin hewldanan û got: "Mixabin ev hewldan qels in. Ji bo ku pir bibandor bin, divê muxalefeteken xurt bê kirin.. Demîr, diyar kir ku Ocalan tenê ne kesek e û got: "Ocalan gelekî temsîl dike û hêzeke wî ya kartêker heye. Lewma tecrîdkirina wî û helwesta dewletê ya ji bo wî di heman demê de ji bo radestgirtina gelê kurd e." 
 
HEVDÎTINA KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Demîr, bal kişand ser civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ku dê di navbera 30'yê Mijdarê-2'yê Kanûnê de bê kirin û anî ziman ku Tirkiye heya niha bersivine xapîner dane komîteyê û êdî guh li biryarên DMME'yê nake. 
 
Demîr got: "Tirkiye pêwendiya xwe ya bi saziyên navneteweyî re qels dike û ji bo pêk neyne wan eware dike. Ev rewş ji bo biryara derbarê Birêz Ocalan de jî derbasdar e. Parlementerên ewropayî yên serê xwe bi vê re êşandine jî diyar dikin ku piştî civîna Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê di vî warî de nikarin hikûnetên xwe qaneh bikin û bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Mixabin berjewendiyên navneteweyî, berjewendiyên welatan pêşî li ber binpêkirinên mafan vedikin." 
 
DIVÊ ZORÊ BIDIN TIRKIYEYÊ
 
Demîr, destnîşan kir ku divê konsey di civîna xwe de zorê bide Tirkiyeyê da ku di warê pêkanîna biryaran de hin gavê bên avêtin. Demîr, diyar kir ku ger biryareke erênî bê dayîn jî dê ev yek bi tena serê xwe qîm neke û got: "Ji lew re divê Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Ji bo vê jî dînamîkeke civakî, hêzeke civakî û daxwazên wan girîng in. Helbet bandoreke erênî ya peymanên navneteweyî heye. Lê têkoşîna sereke dê bi hevparbûna gel, kedkar û tevahiya derdorên civakê yên li wir pêk bê. Li Tirkiyeyê jî ji bo vê zemînek çêbûye, firsendeke wisa heye. Lê ya girîng ew e ku Tirkiye cardin kodên xwe yên berê hemêz neke û pêvajoyeke ji bo jiyaneke wekhev, azad û bi hev re bê avakirin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin