Li ber Mînareya Çar Ling bang kir: Em li ber guhê edaletê yê ker diqîrin

  • rojane
  • 10:35 28 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî li ber Mînareya Çar Ling ku Elçî lê hat qetilkirin wiha bang kir: “Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin li ber guhê edaletê yê ker diqîrin.”
 
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku dema li dijî qedexeyên derketina derve di 28’ê Mijdara 2015’an de li pêş Mînareya Çar Ling a navçeya Sûra Amedê daxuyanî da, hat kuştin, di 6’emîn salvegera qetilkirina xwe de li pêş Mînareya Çar Ling hat bibîranîn. Bernameya bîranînê bi meşa sedan parêzeran a bi cubeyên xwe dest pê kir.  Beriya meşê pêşî û derdora Edliyeyê Amedê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. 
 
Pêşî û derdora Edliyeya Amedê ku meş lê dest pê kir ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Di meşê de hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, birayên wî Omer û Mehmet Elçî, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgin Tanrikûlû, Hevjîna Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, Serokên Baroyên Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya, Sînop, Aydin û serokên baroyên herêmê beşdar bûn. 
 
 
 
DIRÛŞMEYA ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HAT BERZKIRIN
 
Girseya di saet 10.15’an de dest bi meşê kir pankarta “Em te ji bîr nakin” vekir û dowîzên li ser “Em hemû Tahîr Elçî ne” “Cînayeta Tahîr Elçî wê nebe kiryarên nediyar” dinivîsî hilgirtin. Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Tahîr Elçî nemir e” û “Şehîd namirin” berz kirin. Welatiyên derdorê û esnafan bi çepikan piştevaniya meşê kir. 
 
Dema girse gihişt ber Mînareya Çar Ling, ji pergala deng ku hatibû avakirin strana Ahmet Kaya ya Strana Amedê (Diyarbakır Türküsü) hat lêxistin. Pişt re daxuyaniya Elçî ya beriya qetilkirina wî hat guhdarkirin. Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê Metîn Feyzîoglû jî beşdarî bernameya bîranînê bû. 
 
LI CIHÊ LÊ HAT QETILKIRIN RÊZ HAT GIRTIN
 
 
Dema saetan 10.53 ku Tahîr Elçî di wê saetê de hatibû qetilkirin nîşan da, rêz hat girtin. Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. 
 
DESTPÊKA SERDEMEKE TARΠ
 
Eren, bi gotina “Serokê Baroya Amedê yê ebedî Tahîr Elçî dema hewl da li dijî şer û operasyonan dengê xwe derxîne, li vir li pêş kamerayan hat qetilkirin” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Qetilkirina Tahîr Elçî ya di 28’ê Mijdara 2015’an de di heman demê de serdema pêvajoyeke ku Tirkiye ji demokrasî û aştiyê dûr ketiye jî. 6 sal piştî vê cînayeta ku destpêka serdemeke tarî ye, ji bo aşkerabûna kiryaran tu daxwaz û vîn derneketiye pêş. Li ser israra Baroya Amedê û parêzerên malbata Elçî, piştî bi ser kuştina wî 4 sal û nîv derbas bûn îdîaname hate amadekirin û li ser vê yekê dozgeriyê karî derheqê 3 polîs û endamekî rêxistinê de dozê veke.” Eren, da zanîn ku manupulekirina lepirsînê ya ji aliyê peywîrdarên darazê ve skandal e û wiha berdewam kir: “Qetilkirina Tahîr Elçî cînayeteke sivik û ji rêzê nîne. Tahîr Elçî jî weke yek ji hêjayên Kurdistanê, bi cinayeteke siyasî hat qetilkirin. Weke Baroya Amedê em ji roja destpêkê ve dibêjin, ronîkirina vê cînayeta siyasî wê bi îradeyeke xurt a siyasî pêkan be. Ahmet Davutoglûyê ku di wê demê de serokwezîrtî dikir, di daxuyaniya xwe ya li vî bajarî ya piştî 5 salan de careke din em piştrast kirin ku cînayet ‘sûîqesteke siyasî’ ye. Deynê saziya siyasî û dadgeriyê ye ku ev doz li gorî giraniya xwe ya siyasî û bîranîna navê Tahîr Elçî pêk were.”
 
Eren, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê hewldanên xwe yên ji bo kesên di vê cînayetê de rola wan heyî bên darizandin bidomînin. Em sozê didin Tahîr Elçî, rayagiştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê.”
 
‘LI PÊŞBERÎ ME DÎWAREKÎ BETON HEYE’
 
 
Hevjîna Elçî, Turkan Elçî jî bi van gotinan bang kir: “Li pêşberî me dîwarekî beton heye. Em şeş sal in li ber guhê edaletê yê ker diqîrin, wekî ku em di nava valahîya dinyayê da biqîrin. Kî me dibihîze? Bila bê zanîn ku xeyala welatekî ku em bi hêvî, bawerî û di nav aştiyê de bijîn û rêya li hev kirinê di vê kolanê de derbas dibe. Îro li gel ku 6 sal di ser re derbas bûne jî em gotina 'em çek, pevçûn, operasyon, şer naxwazin' ya miriyekî dubare dikin, li dijî kuştinê disekinin û xwedî li mîrateya ji me re hatiye hiştin derdikevin. Ji bo ku ev mîrateya me dewr girtî xurt bibe careke din bi gotina edalet, edalet, edalet qîr dikin.”
 
Piştî axaftina Turkan Elçî qûrnefîlên sor û lolîpopên hatin hilgirtin, danîn li ber Mînareya Çar Ling. 
 
 
WÊ BIÇIN SER GORA WΠ
 
Bernameya li ber Mînareya Çar Ling bi dawî bû. Wê bernameya bîranînê di saet 14.00’an de li ser gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê bidome. 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin