Di Doza Kobanê de ‘fermana PYD’ê jî bêbingeh derket

  • rojane
  • 11:53 29 Mijdar 2021
  • |
img
ENQERE - Derket holê ku nivîsa di e-mailê de tê gotin ku PYD'ê ji HDP’ê re şandiye di Doza Kobanê de bûye hêmana îdiayê bi "fermanê” hatiye şandin, hem li ser înternetê belav bûye û hem jî bi rêya e-mailê ji gelek kesan re hatiye şandin. 
 
Çalakiyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an de li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê de ku li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê rûdan, bû sedema darizandina rêveberên HDP’ê. Ji ber çalakiyên Kobanê li dijî 108 kesên ku di nav wan de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) jî hene doz hat vekirin. Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê îro berdewam dike. 21 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. 
 
Di danişînên ku ji meha nîsanê û vir ve dewam dikin de, parêzeran biryara "demildest serbestberdana" ya Dadgeha Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di 22'ê Kanûna 2020'an de gelek caran bi bîr xist û xwest hemû girtî bên berdan. Lê belê heyeta dadgehê bi hinceta ku piştî biryara DMME’yê hin delîl derketine holê û nayên piştguhkirin ev daxwazên parêzeran hat redkirin.
 
Delîlên ku dadgehê îdia dike ku pişt re derketiye holê, îfadeyên şahidê veşartî Mahîr û şahid Kerem Gokalp ên ku dibêjin “Berdevkên KCK’ê yên Tirkiyeyê” jî beşdarî civînên MYK û Meclîsa Partiyê (PM) yên HDP’ê bûne û îfadeyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek “ferman” nivîsek li ser  e-mailê bi sernavê "Banga Awarte" ya bi naveroka "fermanê" ji HDP’ê re şandiye. 
 
PEYAM JI GELEK KESAN RE HATIYE ŞANDIN 
 
Li hemberî hincetên redkirina dadgehê, parêzeran diyar kirin ku peyama ku tê gotin ji PYD’ê hatiye, ne tenê ji HDP’ê re ji gelek partî û kesayetan re jî di nav de Partiya Komarî ya Gel (CHP) hatiye şandin û xwestin ev werin tespîtkirin. Dadgehê daxwaza tespîtkirinê qebûl kir û ji gelek cihan re nivîs nivîsand. Heya niha ti bersiv ji nameyan re nehatiye dayîn, lê derketiye holê ku peyama navborî ya ku tê îdiakirin PYD’ê şandiye li ser gelek malperan hatiye weşandin, ji gelek kesan re hatiye şandin û ev peyam jî aydê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ye. 
 
Akademîsyenê Aştiyê parêzer Cenk Yîgîterê ku ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin, li ser redkirina biryarên DMME’yê lêkolîn kir, piştî lêkolîna xwe mijarên ku derketiye holê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
HEMAN MAÎL JI PARLAMENTEREK NOVECÎ RE JÎ HATIYE ŞANDIN 
 
Yîgîter anî ziman ku e-maila ku tê îdiakirin ku PYD’ê ji HDP’ê re şandiye rûpelek tenê ji bo gazîkirinê bûye û got: “Kobanê di rewşeke dijwar de ye, çeteyên DAIŞ’ê xwedî çekên xurt in, lê hêzên ku Kobanê diparêzin banga xwedîderketinê dikin. Banga lezgîn a li dijî DAIŞ'ê, nivîseke ku dibêje 'Çek têra bersivdayînê nîne' û bi lezgînî gazî raya giştî ya cîhanê dike. Nivîs bi rastî aîdî KNK’ê ye. Hesabek bi navê pydeuropa.info. Ji navê wê jî diyar e, ew hesabek e ku ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser PYD li Ewropayê hatiye vekirin. Vê hesabê heman nivîsa KNK'ê girt û ji gelek cihan re şand. Yek ji cihên ku wî şandiye jî Nazmi Gur e. Nazmî Gur wê demê endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê bû. Lê ji bo cihên din jî hat şandin. Wek mînak heman e-mail ji kompûtera parlementerekî li Norwêcê re jî hatiye şandin.”
 
LI SER WEBÊ BELAV KIRIN E
 
Yîgîter anî ziman ku heman nivîs di 6'ê Cotmeha 2014'an de jî dema ku arşîvên webê sekinandibû di rûpela KNK'ê de cih girtibû û got: "KNK'ê pişt re domaina xwe (navnîşana înternetê) guhert û domana wê ya niha jî li Tirkiyeyê ji bo ketina înternetê vekirî ye. Ev nivîsa 6’ê Cotmeha 2014’an li wir dimîne. Bi rastî jî ji bo ku nîşan bidin ku ev çiqas belav bûye, mirov di hin foruman de nîqaşê li ser dike û kesek heman nivîsê li ser wê forumê kopî kiriye û zeliqandiye. Bi rastî heman nivîsar di hejmara Cotmeha 2014’an a kovara bi zimanê Îngilîzî Eaeyopia de cih digire. Bi rastî di 6’ê cotmehê de ev nivîs li ser torê belav bû û bi rêya e-nameyê ji gelek kesan re hat şandin û heya niha jî em dikarin bi skanên pir hêsan bigihîjin wê. Di vê rewşê de, eşkere dibe ku ne mimkun e ku meriv li ser nameyek bi ferman pir taybetî biaxive.”  
 
‘DOZNAME JI SENARYOYAN PÊK TÊ’ 
 
Yîgîter destnîşan kir ku beyanên du şahidan di heman demê de hatiye girtin û beyanên wek hev in û şaşiyên rastnivîsînê jî heman in û ev îfade îdiayên gelek mezin in. Yîgîter anî ziman ku tu bingehek hiqûqî ya dozê nîne û dozname bi temamî ji senaryoyek fîlman pêk tê. Yîgîter diyar kir ku encama vê dozê wê têkoşîn û berxwedana hêzên demokrasiye diyar bike. 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin