Piştgiriya Nobeta Edaletê mezin dibe: Wê çalakî bigihe armanca xwe

  • rojane
  • 16:34 29 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku serdana Nobeta Edaletê kir wiha got: “Qet xwe tenê hîs nekin, her kes bi we re ye. Wê çalakiya we bigihe armanca xwe.”
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin, ji bo balê bikişînin ser rewşa wan li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 14'an de berdewam dike. Îro dayika Şîvekar Ataş a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin, Rabîa Ataş jî beşdarî çalakiya nobeta edaletê bû. Endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TÛAY-DER), Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê, Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), îro serdana malbatên girtiyan kirin. 
 
PEYAMA PIŞTEVANIYÊ 
 
Perwerdekarê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, diyar kir ku zextên li ser girtiyan pirsgirêka herkesê ye û wiha got: “Zextên desthilatê yên li ser civakê her ku diçe zêde dibin. Divê em bi hev re bibin bersivê van zextan. Em ji îro pê ve her roj bi we re ne. Em ê her roj li vir bin. Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Sûcekî wan tune ye. Girtiyên me serî li hemberî zilmê rakirine. Em amade ne piştgiriya ku ji destê me bê bidin. 
 
Ekîn wiha berdewamî axaftina xwe kir: “Mecbûrin ji vê yekê re bibin çareserî. Elbet wê ev çalakiya we bigihe armanca xwe. Dewlet wê rojekê were cem we. Qasî ku em xwedî li hev derkevin wê yekitiya me xurt bibe û wê ew jî wê mecbûr bimînin werin daxwaz û xwestekên we bipirsin. Qet xwe tenê hîs nekin herkes bi we re ye. Di girtîgehan de her tim tiştên wiha qewimîne.”
 
DAXWAZA DAYIKAN
 
Dayika Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bandirmayê tê ragirtin, Fevziye Kolakan, destnîşan kir ku ji bo hemû girtiyan çalakiya xwe didomînin û wiha axivî: “Demekî dirêje ez nikarim biçim hevdîtinê. Cergê hemû dayikan dişewite. Carna em ditirsin ku agahiyeke nebaş bigirin. Em ji bo edaletê li vir in. Em jî gelek pîr û nexweş in. Temenê me di riyên girtîgehan de derbas bû. Daxwaza me ewe ku ji girtîgehan cenaze dernekevin.” Kolakan pirsa “Kes nayê û pirsa daxwaz me nake” kir û wiha domand: “Daxwazeke me ya ji bilî aştî û edaletê tune ye. Bila dewlet were bibîne. Bila hemû dinya bibîne.”
 
BANG LI MALBATÊN GIRTIYAN KIR
 
Xizma Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, Încî Guler Altindag jî bertek nîşanî dermankirina girtiyan a bi kelemçe da û wiha got: “Ji bo ku ev pirsgirêk werin çareserkirin em liv ir in. Em ê edaletê bînin. Îro em ji bo ziman û nasnameya xwe di girtîgehan de ne. Lê em vê zilmê qebûl nakin. Heta dawiyê wê çalakiya me bidome.”
 
Xizma girtiyan Reşayet Ada jî destnîşan kir ku 14 sal jî derbas bibin wê çalakiya me bidome û wiha bang li girtiyan kir: “Bila hemû malbat werin piştgiriyê bidin me. Heta ku daxwaza me bi cih neyê em ji vir naçin.”
 
‘EM JI BO ZIMANÊ XWE JÎ LI VIR IN’
 
Bavê girtiyên nexweş Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin Hakki Boltan jî da zanîn ku ne tenê ji bo girtiyên nexweş ji bo çand û zimanê kurdî jî edaletê dixwazin û wiha axivî: “Ev daxwaza me ya edaletê ji bo zextên li ser çand û zimanê me ne jî. Çand û huner jî para xwe ji neheqiyan digirin. Neheqî li me hemûyan tê kirin. Sedema qeyrana li Tirkiyeyê ya niha, neheqiyên li gelê kurd tên kirin in û hemû jî hêdî hêdî teşhîr dibin.”
 
 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin