Ji girtiyê bi koronayê ketiye agahî nayê girtin

  • rojane
  • 17:24 29 Mijdar 2021
  • |
img
ÎZMÎR - Malbata girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê li Girtîgeha Şakranê bi Kovîd-19’ê ketiye, ji ber fikaran serî li ÎHD’ê da. 
 
Malbata girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin diyar kir ku Yildirim di 17’ê Mijdarê de bi vîrûsa koronayê ketiye û ji ber jê agahiyan nagirin bi fikar in. Xizma Yildirim ê 59 salî Turkan Yildirim di 22’yê Mijdarê de ji bo hevdîtinê çû girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê ji Turkan Yildirim re got ku ji ber Yildirim bi koronayê ketiye nikare derkeve hevdîtinê û rewşa wî baş e. Malbat li ser Yildirim di roja telefona xwe ya heftane de telefonî wan nekir, li girtîgehê geriyan. Rêveberiya girtîgehê jî îdia kir ku rewşa Yildirim baş e. Malbatê piştî ku agahiyeke rast ji xizmê xwe negirtin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê da. 
 
40 GIRTÎ BI KORONAYÊ KETIN
 
Hevalê qawişê yê Yildirim Mehmet Yavûz jî di 23’ê Mijdarê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku 40 girtî bi koronayê ketine. Yavûz, diyar kir ku rewşa Abdûlbarî Yildirim nebaşe, agahiyê jê nagirin û wiha got: “Abdulbarî korona bi awayekî giran derbas dikir. Rêveberiya girtîgehê ligel ku dizanî jî em bi koronayê ketine dereng mudaxile kir. Ji bilî Abdulbarî rewşa 3 hevalên me yên din jî her ku diçe nebaş dibe. Hewceye ku mirovên hestiyar ên li derve guhdariya me bikin û rewşa me ji rayagiştî re parve bikin.”
 
AGAHIYÊ NADIN MALBATAN
 
Xizma Yildirim, Turkan Yildirim jî diyar kir ku piştî malbata Yavûz rewş ji wan re ragihand li girtîgehê geriyan û wiha got: “Tenê ji min re gotin ku rewşa wî baş e. Tiştekî din nabêjin. Ev rewş me dixe nava fikaran. Em dixwazin derbarê wî de demildest agahiyekê bidin.” Yildirim, da zanîn ku xizmê wan beriya 3 mehan ji guatirê emeliyat bûye û wiha berdewam kir: “Nexweşiyên wî yên tuberkuloz, fitika pişte, mîde û çav hene. Normal e ku nexweşiya koronayê giran derbas bike lê ne agadarkirina me nayê qebûlkirin.”
 
FIKAR ZÊDE DIBE
 
Yildirim, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî hiqûqê tevdigere û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha ji xeynî ragihandina malbata hevalê AbdulbarÎ me tu agahî negirtine. Rewşa wî çawa ye em nizanin. Bila rêveberiya Girtîgehê dest ji vê bêhiqûqiyê berde. Ev bêberpirsyartiya rêveberiya girtîgehê nayê qebûlkirin. Girtî ne bêxwedî ne.”
 
ABDULBARÎ YILDIRIM KÎ YE?
 
Abdulbarî Yildirim di sala 1993’an de li Îzmîrê bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin û piştre hat girtin. Yildirim ê bi cezayê muebbetê yê hefsê hat cezakirin, ewilî birin Girtîgeha Bucayê û piştre jî  bi rêz sewqî Girtîgehên Aydin û Kirikkaleyê hat kirin. Yildirim herî dawî di sala 2018’an de li ser serlêdana malbatê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Şakranê hat kirin. Yildirim ê 28 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. 
 
 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin