Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe

  • rojane
  • 09:10 30 Mijdar 2021
  • |
img

STENBOL - Dayika Ebûr Muhîkanci ya ku ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, xwest ku şer betal bibin û got: "Heger bi Ocalan re biaxivin, dê ev mesele çareser bibe." 

Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Tirkiye di van operasyonan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Li gor daxuyaniyên fermî yên çavaniyên PKK'ê di 6 mehên dawî de herî kêm 325 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li hemberî çekên kîmyewî li herêmê û Ewropayê gelek rêxistinên civaka sivîl û saziyên cur bi cur serî li Yekîtiya Ewropayê (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çakên Kîmyewî (OPCW) dan û bang dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tevbigerin.
 
Di 22'yê Cotmeha 2011'an de ji 36 endamên HPG'ê yên li Colemêrgê ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn, yek jê jî Ebrû Mûhîkanci bû. Dêya wê Bîrgul Mûhîkanci, diyar kir ku çekên kîmyewî dijî pîvanên şer e.
 
Dayik Mûhîkanci, diyar kir ku keça wê ji zarokatiya xwe ve neheqî qebûl nedikir û di sala 2008'an de tevli PKK'ê bûye. Mûhîkanci, bibîr xist ku di sala 2011'an de li Colemêrgê keça wê jî di nav de 36 kes bi çekên kîmyewî yên dewletê jiyana xwe ji dest dane û got: "Di şer de şerê sing bi sing heye. Di laşê zarokên me de dewsa guleyekê jî tune bû. Bedenên wan bi kîmyasalê şewitîbûn. Nedihatin naskirin. Malbatan zarokên xwe nas nekirin. 15 kes bêyî rapora otopsiyê bê kirin li goristana bêkesan hatin veşartin. Ji ber ku keça min berê hatibû binçavkirin, ewilî otopsiya wê hat eşkerekirin. Me cenazeyê xwe ji morga Girtîgeha Meletiyê wergirt. Ji bo em bi balafirê biçin Stenbolê me bilêt stend, lê ji ber ku cenazeyê gerîla bû, gotin 'cih nemaye.' Me jî cenazeyê xwe bi ambulansê bir." 
 
‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN'
 
Mûhîkanci, anî ziman ku sivîl jî bi çekên kîmyewî hedef tên girtin û got: "Tu kes vî tiştî heq nake. Ger şer hebe, dibe ku tu bi guleyê bimirî, lê bikaranîna kîmyasal sûcê şer e. Bi çekên kîmyewî sivîlan jî dikujin. Dixwazin her kesî bi van çekan bikujin. Dixwazin kurdan qir bikin." 
 
BI AWAYEKÎ KELEMÇEKIRÎ JI DERSÊ HAT DERXISTIN
 
Mûhîkanci wiha behsa keça xwe kir: "Min dixwest pêşerojeke wê ya baş hebe. Keça min li Zanîngeha Kafkasê dest bi zanîngehê kir. Miroveke pir polîtîk û xêrxwaz bû. Neheqî tamûl nedikir." Mûhîkanci, anî ziman ku gava keça wê li zanîngehê bûye ji ber kovareke kurdî ya bi kargoyê jê re hatiye hatiye binçavkirin û got: "Wê bi awayekî kelemçekirî ji dersê derxistin. Keça min dibêje, 'Min bi vî awayî nebin, min çi kiriye, ma min mirov kuştine, min banke şêlandine, çima hûn min bi vî awayî dibin?' Polîs jî dibêjin, 'Na, em ê te bi vî awayî bibin bila her kes zanibe ku tu terorîst î.' Nêzî meh û nîvekê di girtîgehê de ma. Lê dîsa jî polîsan rihetî nedidanê." 
 
Mûhîkanci, anî ziman ku gava keça wê hatiye berdan, polîsan tim wê nerihet dikir û got: "Polîsan û nijadperestan gelek caran ew linc kirin. PIştî vê berê xwe da çiyê. Dewlet û polîs bûn sebeb ku keça min biçe çiyê." 
 
QASIDÊ AŞTIYÊ 
 
Mûhîkanci, destnîşan kir ku li welêt mafê her kesî ye ku bi awayekî azad bijî. Mûhîkanci, anî ziman ku di çareserkirina pirsgirêka kurdî de hêza herî mezin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tu dayik zarokên xwe ber bi mirinê ve naşîne. Ger welatek azad hebe, dê ne şer hebe ne jî kes bimire. Jiyaneke birûmet û azad, mafê her kesî ye. Meseleya kurdî divê li ser maseyê bê çareserkirin. Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye. Heger bi Ocalan re biaxivin, dê ev mesele çareser bibe. Em ê aştiya ku bibe sedema jiyaneke mirovane ji bo her du gelan, bi vî awayî pêk bînin." 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin