Ji çar perçeyan bang kirin: Werin em bibin yek

  • rojane
  • 09:39 30 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Jinên her çar perçeyên welêt bal kişandin ser êrişên tên kirin û gotin: "Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekitiyê ava bikin."

Li her çar perçeyên Kurdistanê polîtîkayên zext, zordarî, bişavtin, girtin, çavtirsandin û tepisandinê didomin. Jinên kurd ên li her çar perçeyan, li dijî van êrişan û polîtîkayan bal kişandin ser yekîtî û têkoşînê û destnîşan kirin ku tekane xelasiya ji van êrişan yekîtiya neteweyî ye. 
 
YEKÎTÎ Û JIN
 
Ji navçeya Cizîr a Şirnexê Aynûr Elçîoglu diyar kir ku divê kirinên dijminên kurd bi yekitiyê bên bersivandin. Elçîoglû, got: "Li her çar perçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd erişine gelek mezin hene. Berî her tiştî divê em li hemberî van êrişan tifaqa xwe çêbikin. Çima kurd bêdeng in. Me kirasê mirinê li xwe kiriye û em nikarin biavêjin. Em divê netirsin destê xwe bidin hev û li dijî van erîşan li ber xwe bidin. Heger mirin be bila bi şeref be. Heger tifaqiya me tune be, em nikaribin tiştekî ji bikin." 
 
Elçîoglû, bilêv kir ku bêyî tifaqiyê tu tişt ne pêkan e û got: "Îro em kurd hemû di bin tecrîdê de ne. Dijminên me tiştên nebaş kirine nava me. Heger em bibin yek, em ê karibin van erişan têk bibin. Lê heger em nebin yek em ê herin yek bi yek û kesek jî nikare me rizgar bike. Di nava malekê de jî heke parvekirin nebe, tifaqî nebe mirov nikare wê malê bi rê ve bibe. Ji ber wê jî divê em destê xwe bidin hev û vî kirasê mirinê ji ser xwe rakin. Armanca dijminên me jî ew e ku me bike perçe perçe. Em kirine çar perçe têr nebû û niha jî hewl dide ku bike deh perçe."
 
Elçîoglû, destnîşan kir ku ger li dijî van pêkanîn û polîtîkayan jin destê xwe bidin hevf dê karibin yekîtiya neteweyî çêbikin. 
 
'EM JIN DIKARIN YEKÎTIYÊ AVA BIKIN'
 
Ji bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Kurdistana Federe Esmer Resûl Elîm jî destnîşan kir ku hêzên derve her tim mudaxileyî yekîtiya neteweyî ya kurdan dikin. Elîm, bal kişand ser êrişên ku kurd li her çar perçeyan bi wan re rû bi rû dimînin û anî ziman ku di her êrişê de tiliya hêzên navdewletî heye. Elîm got: "Em jî wekî her gelî doza mafê xwe dikin. Dijmin naxwazin em bibin tifaq. Ji ber wê jî çi qas ji destê wan tê erişî Kurdistanê dikin. Daxwaziya me azadiya her çar perçeyên Kurdistanê ye."
 
BANG LI HIKÛMETA HERÊMÊ KIR
 
Elîm, destnîşan kir ku kurd êdî ne kurdên berê ne û got: "Ji me kurdan re tenê rêyek heye; ew jî yekitî ye. Divê em li gorî daxwazên dijmin tevnegerin. Pirsgirêkên me yên navxweyî çi dibin divê em bi hev re çareser bikin. Li şûna ku em ji hêzên derve alîkariyê bixwazin, divê em ji alîkariya hev bikin. Bi taybetî jî banga min ji bo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Bila li gorî daxwazên hêzên derve tevnegere. Em kêfa dijmin bi xwe neynin. Heger em jinên kurd  bibin yek deng û yek reng em ê karibin yekîtiyê jî çêbikin."
 
TIFAQ
 
Ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê Zîlan Rojhilat jî bilêv kir ku jina kurd xwedî wê hêzê ye ku dikare yekîtiya neteweyî ava bike. Rojhilat, bal kişand ser êrişên li her çar perçeyan tên kirin û got: "Lê bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan civakeke nû ava bû û hêze xwe di nava civakê de da der. Li her çar perçeyên Kurdistanê herî zêde jî jin bi zane bûne, bi hêz bûne û jin dikare civakekê bi rê ve bibe û civakeke saxlem ava bike."
 
Rojhilat, bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî êrişan jî û got: "Lê di tekoşînê de divê em xwedî tifaq bin. Heta azadkirina her çar perçeyan divê em bitêkoşin. Ji bo ku di doza azadiyê de em bi ser bikevin jî pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Îsal ji her wextî bêtir pêdivî bi yekîtiya kurd û Kurdistanê heye." 
 
'YEKÎTÎ JI HER TIŞTÎ FERZTIR E'
 
Ji bajarê Dêrikê yê Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Mistefa, dayika siyasetmedar Hevrîn Xelef ku ji hêla çeteyan ve hatibû qetilkirin, destnîşan kir ku ji bo kurdan a herî girîng û ji her tiştî pêwîstir yekîtî ye û got: "Ger yekitiya kurd çênebe, em ê yek bi yek biçin. Heger kurd nebin yek wê xelk wan bixwe wekî guran. Îcar em dibêjin êdî nebin berxê guran. Bila kurd yekitiya xwe ava bikin û li hemberî dagirkerî û xîyanetê tekoşîna xwe bilind bikin."
 
Mistefa, anî ziman ku îro ro çavê cîhanê li têkoşîna gelê kurd e, lewma ya girîng û ferztir yekîtî ye ji bo kurdan. Mistefa got: "Me hemûyan bi hev re ev bedelên giran dan. Werin em bi hev re yekîtiya gelan ava bikin. Êdî Rojavayê kaniyên xwînê teqandin. Hê kurd vê nabînin û guh û çavên xwe digirin. Nabêjin ku em bibin yek. Dijmin ferq û cudahiyê naxe nava kurdan. Çimkî ji wan re kurdbûn bes e. Dijminê me dibêjin ku em tenê şerê PKK'ê dikin. Lê belê ev ne rast e. Dema ku dijmin Efrîn dagir kir, di serî de peykerê Kawayê Hesînkar anî xwarê. Qey ew peykerê PKK'ê bû ku anîn xwarê? Peykerê seydayê Cegerxwîn anîn xwarê. Ma ew jî PKK bû?"
 
BANGAWAZΠ
 
Mistefa di dawiya axaftina xwe de rola jinê ya di avakirina tifaqa neteweyî de destnîşan kir û got: "Bila kurd êdî aqılê xwe bîne serê xwe û bes nanê wan ê gemar bixwe. Bila werin ava zelal li kaniyên Kurdistanê vexwin. Xanî bi ser serê me û zarokên me hilweşandin. Efrîn, Serêkaniyê, Şingal koçber kirin. Wê heta kengî kurd netifaq bin. Heger Kurdistaneke azad ava bibe, divê her kurdek tê de azad bijî. Dem dema yekitiya kurd û Kurdistanê ye. Banga min ji bo dayikên tirk jî heye; bila ji zilma Erdogan re bibêjin 'êdî bes e'. Bila partiyên me jî êdî guh li dayikan bikin. Bila yekîtiya xwe ava bikin. Di dema eşîran de dayikan kefiyên xwe spî diavêtin nav eşîran û ew li hev dianîn. Bila guh bidin jinan û dayikan. Divê di avakirina yekitiya kurd de, em jin bibin Zîlan, Arîn Mîrxan, Hevrîn Xelef û Leyla Guven." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

04/12/2021
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin