Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye

  • rojane
  • 18:25 1 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ku di serdana malbatên girtiyên Îmraliyê de axivî, anî ziman ku tecrîd pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir ku divê tu mueyideyeke dîsîplînê nebe asteng li ber hevdîtina malbatan. 
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, piştî civîna çapemeniyê ya li Meclîsê serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) kirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen û Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci malbatên girtiyên di Îmraliyê de û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêşwazî kirin. 
 
Omer Ocalan, Biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku xebatên her du komeleyan ji nêz ve dişopînin û her du komele jî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgean têdikoşin. Ocalan got: "Serlêdana 4 saziyên mafên mirovan a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo me watedar e. Gel ji nêz ve binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Îmraliyê dişopîne." Ocalan, destnîşan kir ku dixwazin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin û got: "Îro me serdana parlementoyê jî kir. Madem ev qanûn li Enqereyê tên çêkirin, nexwe çima ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê nayên pêkanîn? Mafên Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di qanûna piştî darbeya 1980'yî de hatiye çêkirin heye, lê ev qanûn nayên pêkanîn." 
 
‘EM MUXATAB NABÎNIN'
 
Ocalan, destnîşan kir ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke pir mezin tê pêkanîn û got: "Em dixwazin hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin. Ev daxwaza malbatan e. Mafên wan ê telefonê, hevdîtina rû bi rû, faksê hene lê mixabin li Girava Îmraliyê tecrîdek mezin didome. Ji bo vê tu daxuyanî yanên dayîn. Hevalên me yên parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin, lê mixabin çi erênî çi neyênî tu encamek bi dest me nakeve. Behsa hin cezayên dîsîplînê dikin. Lewma me xwest em serdana van her du saziyan bikin, me xwest em nîqaş bikin ku em ê karibin çi bikin." 
 
Ocalan, diyar kir ku fikarên wan hene û got: "Rewşeke bêmuxatabiyê heye. Mixabin em muxatabekî nabînin. A li vira tê pêkanîn rewşeke siyasî ye. Em malbat dixwazin sûdê ji mafên xwe yên sereke yên di qanûnan de bigirin." 
 
‘DEMILDEST DIVÊ BÊ ÇARESERKIRIN'
 
Serokê THÎV'ê Metîn Bakkalci jî destnîşan kir ku pirsgirêkên li girtîgehan her diçe kûrtir dibin û ji van pirsgirêkan ên sereke tecrîd û îzolasyon in. Bakkalci got: "Ên li Îmraliyê sernavekî taybet in. Tu tişt nikare van îzolasyonên li girtîgehan rave bike. Tu hinceteke vê îzolasyona li Îmraliyê tune ye. Hevok pir zelal e: Pêwendiya bi derve re mafek e û astengkirina wê binpêkirin e. Pîvanên Mandela dibêjin, tu mueyîdeyeke dîsîplînê nikare bibe asteng li ber hevdîtina malbatan. Çareserkirina vê meseleyê bi derengî ketiye, dmeildest divê bê çareserkirin. Divê ev binpêkirin bi dawî bibin." 
 
PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî got: "Ên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, bila bifikirin ku nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin. Bila empatiyê çêbikin. Ev mafê herî sereke yê mirovan e. Mafê hevdîtina bi parêzeran re heye. Fêmkirina vê îzolasyona li Îmraliy6ê ne pêkan e. Divê bang li partiyên di meclîsê de bê kirin. Ev xespkirin nayê qebûlkirin. Ger dilê me ji bo welatekî hiqûq û qanûnê esas digire hebe, divê em vê ji bo Îmraliyê jî bixwazin. Em serlêdanên tên kirin dişopînin. Van rojan jî dê Komîteya Wezîran di çarçoveya mafê hêviyê de derbarê serlêdana me de biryarekê bide. Em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Bi rastî jî malbat diqilqilin. Ev pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye û divê her kes li ber vê îzolasyonê rabe." 

Sernavên din

07/12/2021
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye