40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'

  • jin
  • 09:07 2 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Fevziye Kolakan a 71 salî ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye û her cara ku diweste dibêje "Berxwedan Jiyan e" û cardin dide ser rêça xwe, tevî hemû nexweşînên xwe û westandina xwe niha jî li dijî bêedaletiya li girtîgehan di Nobeda Edaletê ye. 

Li Amedê Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin hat destpêkirin, di roja 17'an de ye. Nobet bi pêşengiya dayikan didome. Çîroka dayikên di nobedê de wekî ya zarokên wan giran e. Yek ji van dayikan jî Gevziye Kolakan a 71 salî ye. Du zarokên Kolakanê girtî ne. Kurê wê Ahmet Kolakan ê 47 salî 28 sal in girtiye û kurê wê Mahsûn Kolana ê 28 sakî jî 8 sal in girtiye. Kolakan ji bo bal bikişîne ser rewşa tenduristiya her du zarokên xwe di Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê de cih girtiye. Dayik Kolakan, ji bo hemû girtiyan doza edaletê dike. 
 
'BERXWEDAN JIYAN E'
 
Kolakan, hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber nexweşînên xwe zehmtiyê dikişîne. Gava tê çalakiya nobedê bi zorê di nrêdevanan de dimeşe, lê ji ber ku bawerî pê aniye ku bêyî têkoşînê rojên xweş ne pêkan in tim dibêje "Berxwedan Jiyan e." Kolakan ku albûma wêneyên zarokên wê yên girtî tim li cem wê ye, 30 sal in li ber zextên dewletê li ber xwe dide. 
 
Kolakan, gava 10 salî bûye bavê wê jiyana xwe ji dest daye û xalanên wê dêya wê bi zorê dizewicînin. Kolakan, di zarokatiya xwe de zor û zehmtî kişandine. Roj hebûyê bêyî ku pêlavek wê jî hebe, bi nigê xwas şivantî kiriye, li nav erdan şixuliye. Ji ber xizaniyê xwişkek wê jiyana xwe ji dest daye û xwişkek wê jî dibe zirkeça malbateke din.
 
'XANIYÊ ME XERA KIRIN'
 
Kolakan, di 13 saliya xwe de bi kesekî 25 salan ji wê mezintir re tê zewicandin û 14 zarokên wê çêdibin. Di sala 1980'yî de Kolakan û malbata wê bi çewisandin û tahdeya dewletê re rû bi rû dimîne. Lewma ji gundê Sêdeqnê yê Farqînê koçî Bismilê dikin. Li Bismilê jî bi tahdeya esker û cerdevanan re rû bi rû dimînin.
 
Kolakan wiha behsa wan rojan kir: "Her roj davêtin ser mala me. Eskeran em gişan serdevkî dirêj dikin. Tew carekê kurê min ê herî biçûk xistin bin tekerê panzêrê û gotin, 'ez serê vî q.... bieciqînim?' Tu îşkence nema li min û zarokên min nekirin. Xaniyê me şewitandin, xera kirin, kirin qereqol." 
 
6 ZAROKÊN WÊ HATIN GIRTIN
 
Kolakan, ji ber tahdeyê ji Bismilê jî koçî navêeya Rezan a Amedê dike. Li Rezanê jî gelek caran davêjin ser mala wê û tahdeyê li wê û zarokên wê dikin. Ji ber van zextan û çewisandinan 6 zarokên wê tên girtin. Kurê wê Ahmet Kolakan 28 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bandirmayê ya Tîpa T'yê de ye û kurê wê Mahsûn jî 8 sal in girtiye û niha di Girtşgeha Sêwregê de ye. 
 
Kolakan, diyar kir ku ji bo her du zarokên xwe û girtiyên nexweş tevli nobedê bûye. Kolakan, destnîşan kir ku nêviyê umrê zarokên wê di girtîgehan de derbas bûye û tevahiya umrê wê jî li ber deriyê girtîgehan derbas bûye. 
 
'GELO EZ Ê KARIBIM ZAROKÊN XWE BIBÎNIM?'
 
Kolakan ku nexweşîna dil, çav û astimê pê re hene got: "Temenê min borî û ez nexweş im. Pûl di qelbê min de heye. Nizanim ez ê zarokên xwe bibînim an na? Gelo ez ê berê koç bikim an kurê min? Kurê min Ahmet jî nexweş e. Nexweşîna dil, bêxwînî pê re heye. Perçeyek ji mîdeya wî jê kirine û çavekî wî nebaş e." 
 
'EZ Ê LI BER XWE BIDIM'
 
Kolakan ku got "Ez vê zilmê qebûl nakim" di dawiya axaftina xwe de got: "Ev nobed ji bo me bû hêvî û em ê ji niha û pê ve ji bo jiyaneke birûmet û xweş di nobedê de bin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bila girtiyên nexweş hemû bên berdan. Ji salên 90'an heya niha gelek tahde li me hat kirin. Lê heya dilopek xwîn jî di laşê min de hebe ez ê vê zilmêq ebûl nekim û bitêkoşim. Heya sax bim ez ê ji bo berdana zarokên me bitêkoşim." 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

02/12/2021
16:19 Ji rojnamevan Turkerî re ceza hat xwestin
16:12 Faîl Dogan Demîr piştî 14 rojan hat girtin
16:02 Hasan Kaçar hat berdan
16:01 7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn
16:00 Komîsyona Kurdî ya HDP’ê serdanên xwe didomîne
15:59 KESK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:28 Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê hat bibîranîn
14:53 Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê
14:10 Hevserokên HDP’ê yên Herêma Egeyê civiyan
13:58 Kaçar ê PDK şermezar dikir di bin çavan de ye
13:40 Nobeta Edaletê di roja 17’emîn de ye
13:31 Parêzerên Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" kir
13:26 Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin
13:19 Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest
13:17 Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir
13:02 Malbata Şenyaşar 269 roj in ‘edaletê’ diqîre
12:50 Roussopolus: Divê delegasyona navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike
12:28 Gunay: Pirsgirêka herî mezin tecrîd e
12:25 Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin
11:59 Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin
11:51 Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne
11:27 Qeyûmê Amedê temaşekirina Dîcle û Hevselê kir bipere
11:15 Nobeda li Sêmalka di roja 59’emîn de ye
10:39 Kevneşopiya Ozgur Ulkeyê didome
10:31 Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan
09:42 HDP dê li Stenbolê kongreyê li dar bixe: Dem dema HDP'ê ye
09:07 40 sal in dibêje 'Berxwedan jiyan e'
09:06 Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse
09:06 Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne?
09:04 Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin
09:04 DNA diyar bûye, lê bi mehan e cenaze nadin
09:04 Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan
09:04 Nêçirvanên 'bibelge' bela xwe ji pezkoviyên Dersimê venakin!
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2021'Ê
08:41 Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir
01/12/2021
19:40 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Bila bêqanûnîtî ji holê bê rakirin
18:25 Malbatan serdana ÎHD û TÎHV'ê kir: Tiştên li Îmraliyê diqewimin pirsgirêka her kesî ye
17:08 Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye
16:28 Polîsan ji wan xwest saetên çalakiya xwe biguherînin
16:28 Li Wargeha xwendekaran a Çewlikê mirineke biguman
16:07 Konferansa Demokrasîyê ya Çûkûrovayê hat avakarin
15:58 Gelo Çetîn Kaya hatiye înfazkirin?
15:41 Iraqê bertek nîşanî Tirkiyeyê da: Hewl dide herêmê dagir bike
15:40 Serdanên piştevaniya Nobeda Edaletê didomin
15:13 Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin
14:49 Malbatên girtiyên li Îmraliyê: Em dixwazin biçin Îmraliyê
14:48 Li Meclîsê banga Îmraliyê: Bila mafên wî yên hiqûqî pêk bên
14:36 Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
14:16 Pirsa li girtiyekê: Dema derkevî tu yê tevlî rêxstinê bibî?
13:48 Li Efrînê di 2 mehan de 6 kes hatin qetilkirin, 95 kes jî hatin revandin
13:21 Nobeta Edaletê di roja 16’emîn de ye
13:17 Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir
13:11 Platforma Ewlehiya Hilbijartinê ya Ji Bo Hilbijartina Adilane hat damezrandin
12:57 Malbata Şenyaşar: Heta hesab neyê pirsîn wê helalbûn çênebe
12:42 Li Êlihê kesek hat girtin û 5 kes hatin berdan
12:41 TJA: Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye
12:39 Nobeda li Sêmalka di roja 58’emîn de ye
12:14 Bi hevketina AKP'iyan 30 milyon TL nelirêtî derket holê
11:38 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin
11:37 Berxwedana Sûrê ya li dijî ‘Plana Hilweşandinê’
11:35 Yenîsahneyê bernameya xwe ya kanûnê eşkere kir
11:13 Xizmên girtiyên li Îmraliyê wê li Enqerê dest bi hevdîtinan bikin
10:57 Wezaretê bêyî proje hebe pêvajoya îhaleya ‘veguherînê’ da destpêkirin
10:23 ‘Mem û Zîn’ bi versiyona vegotina dengbêjiyê derket ser dikê
10:22 Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand
09:29 Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir
09:29 Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî
09:28 Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e
09:14 Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye
09:14 Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere
09:13 ‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin'
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2021'Ê
30/11/2021
17:07 Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin
16:39 Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan
16:39 Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê
16:27 Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e
16:07 Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin
15:45 Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne
15:21 Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin
15:14 Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome
15:00 Yûnûs Goç ku îşkence li pitika xwe kiribû hat girtin
14:59 ‘Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan’
14:58 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
14:24 Danişîna Araç taloq bû
14:08 Dadger xwest girtî heqê wergêra kurdî bide!
13:53 Nobeta Edaletê di roja 15’emîn de ye
13:37 Ji KCD, TJA, DBP û HDP’ê daxuyaniya tecrîdê: Ocalan ruhê gelê kurd e
13:15 Li Mêrdînê dema binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
13:05 Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:49 Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû
12:49 Nobeda li Sêmalka di roja 57’emîn de ye
12:44 Pakêta 5'emîn a darazê ket meriyetê
11:59 Sevîl Rojbîn Çetîn nehat berdan
11:40 ‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye
11:26 Doza rojnameger Çapan hat dîtin
10:55 Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye
10:28 Turkdogan: Heke KE pêvajoyê bi bandor bi rê ve nebe, wê xwe înkar bike
10:06 Li Kadikoyê polisan kesekî kuşt
09:44 Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
09:42 Li Amedê mijekî zêde heye