Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin

  • rojane
  • 11:08 3 Kanûn 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Hunermendên kurd ên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi organîzekirina çalakiyên zarokan tên sûcdarkirin, Hunermend Vesîle Yuksel jî diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de lêgerîna tazî lê kirine. 
 
Li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan ên di 27’ê Mijdarê de 45 kes hatibûn binçavkirin. 45 kesên ku di nav wan de Dayikên Aştiyê, siyasetmedar, rêveberên sendîkayê, hunermend û welatî jî hebûn peyderpey hatibûn berdan. Kesên hatibûn binçavkirin ji ber xebatên siyasî, çandî û sendîkal ên ji sala 2014’an ve bi rêve birin hatin sûcdarkirin. Endamên Komeleya Çand û Nûnerê ya Mezopotamyayê ya li navçeya Qosera Mêrdînê Abdullah Ayav, Vesîle Yuksel, Kudret Ûçûk û Rûken Aslan jî ji ber çalakî û stranên zarokan ku di rojên dawî de li Mêrdîn û navçeyên wê li dar xistin hatin sûcdarkirin.
 
Polîsan di dema binçavkirinê de li mala Vesîle Yukselê lêgerîna tazî lê kirine û di bin çavan de jî li endamên komeleyê yên din jî “sixûrtî” ferz kirin. Hunermendên ku sixûrtî lê ferzkirin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan. Ji hunermendan Yuksel û Ayav, serpêhatiyên xwe yên di dema serdegirtina malê û binçavkirinê de vegotin. 
 
LÊGERÎN TAZÎ KIRIN
 
Vesîle Yuksel a polîsan li mala wê lêgerîna tazî lê ferz kirin diyar kir ku saet 06.00’an de nêzî 30 polîsên taybet bi ser mala wan de girtin û mala wê ku bi 2 zarokên xwe re lê dimîne serûbin kirine. Yuksel, bi lêv kir ku piştî lêgerîna malê tevî li dijî derket jî polîsan lêgerîna tazî lê ferzkirine û wiha got: “Ji min re gotin heta em lêgerîna tazî nekin em te ji vir dernaxînin. Lêgerîna tazî kirin. Bi awayekî derveyî mirovahiyê kirin. Gotin gumana wan heye. Pişt re jî birin derve û bi awayekî ku herkes bibîne destên min kelemçe kirin. Li girtîgehan zextek û tecrîdeke mezin heye. Ji ber bêdengiya civakê lêgerîna tazî hat malên me. Divê ev bêdengî bi dawî bibe. Sibê wê li kesên din bê kirin. Wê li kolanan bê kirin. Divê em li dijî vê dengê xwe derxînin.”
 
‘KURDÎ LI ME QEDEXE DIKIN’
 
Yuksel, dazanîn ku di din çavan de bi çalakiyên zarokan ên li dar xistine hatin sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo çalakiya zarokan em binçavkirin. Ev şerm e. Her kes ji bo zarokan çalakiyan dike. Em çima tên binçavkirin? Ev du sal in dibistan hatine girtin, ji ber vê nexweşiyê her kes li mala xwe bû. Me jî got zarok nikarin werin cem me, em biçin cem zarokan. Bila zarok bi çanda xwe mezin bibin. Fihûş, tiryak her roj protesto dikin. Em mirovan ji zarokatiyê ve li hemberî van hişyar bikin, em dixwazin ew neêşin. Her kes bi kurdî diaxive. Hunermendên tirk bi kurdî stranan distirên, Serokkomar bi kurdî diaxive, lê li me qedexe ye. Naxwazin em li çanda xwe xwedî derkevin.”
 
SÎXÛRTÎ FERZ KIRIN
 
Hunermend Abdûllah Ayav jî diyar kir ku bi îdiaya hevdîtina parêzer nîvê şevê gazî wî kirine û sixûrtî li wî Kudret Ûçûk û Rûken Aslan ferzkirine. Ayav bi lêv kir ku ligel wan hevdîtin qebûl nekirin jî, bi şantaj û gefan hevdîtin bi wan re hat kirin û wiha got: “Gotin heke hûn daxwaza me qebûl nekin em ê serê we biêşînin. Xwendekarên te, hevalên te dê li dijî te şahidîyê bikin. Her tişt di destê me de ye. Eger em bixwazin, dikarin binçavkirina we dirêj bikin, an jî we bigirin.” 
 
 ‘TEHAMULA WAN NÎNE’
 
Ayav, anî ziman ku dizanin armanca binçavkirinê çi ye û wiha got: “Em xebatên çand û hunerî bi rê ve dibin. Ji ber çalakiyên me ji bo zarokan li dar xistine em binçavkirin. Em bigirîn an bikenin? Nizanin. Em hîn bûn ku ji ber strana ‘Awazek Tê’ em hatine binçavkirin. Ji ber di nava stranê de Kurdistan derbas dibe sûcdar kirin. Îdia kirin ku ji ber Kurdistan derbas dibe em propagandaya rêxistinê dikin. Em matmayî nebûn. Em nekenîn ne jî girîn. Ji ber ku em dizanin wê ev dawî nebe. Tenê navê Kurdistanê derbas bûye. Li wir zarok hene. Qirdik heye. Bername heye. Tehamula wan nîne ku ji zarokên kurd re bername tê çêkirin. Dixwazin em van xebatan nekin. Lê armanca me jî berdewam kirina vê çandê vê xebatê ye. Em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

06/12/2021
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye
14:36 Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
14:33 10 sal ceza li tacawizkar Mûsa Orhan hat birîn
14:28 Rewşa dayika Er ne baş bû û ew rakirin nexweşxaneyê
14:12 Ji bo girtiyan banga piştevaniyê hat kirin
14:11 Doza Kobanê du rojan taloq bû
14:10 Jinan ji bo Ocalan bang li CPT’yê kirin
13:34 Dayika Îpek Er ji dadgehê re got: Wijdana we rehet e?
13:28 Konseya Ewropa biryara Ocalan eşkere kir: Bêyî dereng bimîne biryaran bisepîne
13:12 HDP ji bo biçe Îmraliyê serî li Meclîsê da
12:45 Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan
12:44 Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
12:43 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:36 Malbata Şenyaşar: Em li bendê ne ku herkes were pêş Edliyeya Rihayê
12:05 Di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,51 zêde bû
12:04 KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin
11:44 Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin
11:38 Yildiz ê AKP’yî kurapên wî ku 110 sal ceza xwarin bi bertîlê derxist derveyî welat
11:08 Di serdegirtina malê de lêgerîna tazî li hunermend kirin
10:49 ‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’
09:44 DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da
09:33 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin
09:05 Li Girtîgeha Sîlîvrîyê: Hewceye xizmê girtî bi tirkî zanibe
09:04 Erkmen: Min daye dû çîrokên zarokatiya xwe
09:03 Îzmîrî: Dê mesele bi çûna îqtidarê çareser bibin
09:02 Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir
09:02 Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin
09:01 DÎSK: Sedema krîzan polîtîkayên 'ewlehîparêz' in
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2021'Ê
02/12/2021
17:01 Şandeyeke ji Çûkûrovayê serdana malbata Şenyaşar kir
16:44 ‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’
16:43 Endamên DÎAY-DER'ê nimêjin îna sivîl parastin
16:42 4 kesên di bin çavan de hatin berdan