Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî

img

RIHA - Dengbêj Mistefa ku gava xort bûye pir hewl daye biçe di Radyoya Êrivanê de bistrê, lê ji ber şert û mercên wê demê nikaribûye biçe, niha di şevbuhêrkan de bi kilamên xwe dibe ronî ji bo çand û dîroka kurdî. 

Dengbêj Mistefa (Mustafa Tek) ku li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dijî, bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîrokê. Dengbêj Mistefa di sala 1960'î de li gundê Sarişix ê navçeya Pirsûsê hatiye dinê. Dema zarok bûye cara ewil kilamên dengbêjiyê ji dayika xwe û xalên xwe guhdar kiriye û pir li xweşiya wî çûne. Her wiha guh li gelek dengbêjin hatine gund jî kiriye û yek ji wan dengbêjan jî Baqî Xido bûye. Kilama "Derwêşê Evdî", "Delalê Edûlê", "Bêmal", "Mem û Zîn", "Lo Dilo" û "Evnî Beg" ên ku Baqî Xido gotine ji ber kirine. Mitefa di zarokatiya xwe de, ji bo wan kilamên ji ber kirine ji bîr neke, her roj berî razanê ew dubare kirine.
 
 
XEYALA WÎ RADYOYA ÊRIVANÊ 
 
Gava dibe xort vê carê di radyoya bavê xwe de guh li Radyoya Êrivanê dike. Radyoya Êrivanê tesîrek mezin lê dike û dixwaze biçe radyoyê bistrê. Ji bo biçe Ermenîstanê û di Radyoya Êrivanê de bistrê heywanên xwe difiroşe û pasaporta xwe çêdike, lê ji ber ku ne xwende bûye û bi rê û rêbazê nizanibûye kiriye nekiriye nikaribûye biçe Ermenîstanê û Radyoya Êrivanê. Piştî ku nikaribûye biçe Ermenîstanê, vê carê ji bo kilamên ku ji ber kirine ji bîr neke, bi tena serê xwe distrê. Salên dûr û dirêj li ser înşeatan dixebite û di salên 2000'î de ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe li kolanan û şevbuhêrkan distrê. 
 
BI KILAMÊN XWE DIBE RONÎ JI BO DÎROKÊ
 
Piştî wextekê Mistefa cardin dest bi kilaman dike û vê carê ew bi xwe kilaman çêdike. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, kilamên xwe tenê ji ber dizane. Heya niha 10 kilam çêkirine. 
 
Dengbêj Mistefa, di kilamên xwe de behsa bûyerên girîng ên wekî girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana Kobanê jî dike. Her wiha di kilamên xwe de behsa zor û zehmetiyên jiyanê jî dike û du kilam avêtine ser zor û zehmetiyên ew bi xwe bi wan re rû bi rû maye. 
 
Mistefa niha li ser înşeatan, li kolanên Rihayê, di şevbuhêrkan de û li avahiya partiya ku piştgiriya wê dike distrê. Mistefa, diyar dike ku armanca wî ew e ku şewqekê bide dîrokê.
 
Mistefa bilêv dike ku ji bo dîroka kurdî neyê jibîrkirin çi ji destê wî bê dê bike û dibêje: "Dengbêjî ji bo çand û dîrokê bigihîne pêşerojê xwedî cihekî girîng e. Dengbêjî çanda gelê kurd e. Divê ev çand tu carî neyê jibîrkirin. Ger ne ji dengbêja bûna, dê kes bi dîrokê nizanibûna."
 
'DIVÊ EV ÇAND WINDA NEBE'
 
Mistafa, dide zanîn ku berê li Rihayê gelek dengbêj hebûne û dibêje: "Ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe divê her kes xwe têxe bin vî barî. Min demek dirêj kilam negotin û dawiyê min fêm kir ku ez di xeterêkê de me. Niha ez dixwazim di hemû civata de bêjim. Divê ev kevneşopî winda nebe."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir