Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!

  • jin
  • 09:49 4 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Rihayê heta Stenbolê, ji Sêmalka heta Amedê dayikên ku ji bo heman daxwazê daketine qadan li ber xwe didin. Ew bûn sembola edaletê, hin ji bo kujerên zarokên wan bên darizandin û werin cezakirin, hin jî ji bo binpêkirina mafên wan û hin jî ji bo radestkirina cenazeyên zarokên xwe têdikoşin. 

Her roj dengekî nû bi dengê ku ji her alî ve bi daxwaza “Edaletê” ya li dijî bêhiqûqiya li welat bilind dibe, dikeve rojevê. Ev daxwaza “edaletê” ku dayîkên li Kurdistanê pêşengiya wê dikin, carna ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe, carna ji bo dîtina kujeran û carna jî ji bo darizandina kiryaran radibe û bilind dibe. 
 
Ji Dayikên Şemiyê heta Dayikên Aştiyê, ji Emîne Şenyaşar heta dayikên Sêmalka, jinên ku bale dikişînin ser bêhiqûqiyê li her derê li gelek qadan çalakî pêk tînin. Me berxwedana birêxistinkirî ya dayikan ku ji dîrokê ve heta îro berhev kirin. 
 
ÇALAKIYA EWIL: DAYIKÊN ŞEMIYÊ 
 
Tevgerên çepgir ên ku di sala 1968’an de bandor li hemû cîhanê kir, li Tirkiyeyê jî xwedî bandor bû. Muhtira (Memorandum) di 12'ê Adara 1971'an de ji bo tepisandina tevgerên şoreşgerî yên ku rabûbûn hat ragihandin. Ji bo tepisandina siyaseta çep a ku piştî muhtirayê dîsa zêde bû, gelek înfaz û komkujî hatin kirin. Li hemberî windahiyên wê demê yên li girtîgehê û kolanan dayikan li bajarên cuda bi dirûşmeya “Dawî li êşa zarokan bînin” çalakiyên girseyî pêk anîn. Pişt re di 12'ê Îlona 1980'an de dayikên ku li derve bi binpêkirinên mafan ên giran ên li girtîgehan têdikoşiyan, bi taybetî ji bo pêşî li windahiyên di dema tepisandina berxwedanên girtîgehê de bê girtin, dest bi berxwedanê kirin.
 
Di destpêka salên 1990'î de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber îşkenceyê mirin û windakirin dest pê kir. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 543 kesên di binçavan de hatine windakirin. Li hemberî vê yekê ÎHD'ê di sala 1992'yan de bi dirûşma "Bila winda bên dîtin" kampanyaya xwe ya yekemîn li dijî windakirinan da destpêkirin. Ev kampanya di sala 1995'an de bi têkoşîna Dayikên Şemiyê veguherî tevgereke neteweyî. Jinên ku di bin navê Dayikên Şemiyê de derketin qadan, li aqûbeta zarokên ji 27'ê Gulana 1995'an û vir ve hatine windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji ber Rewşa Awarte (OHAL) a di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû ragihandin, di tebaxa 2018’an de hat qedexekirin. Ji ber çalakiya dayikan a li Meydana Galatasaraya Stenbolê hat qedexekirin, li ser înternetê bi rêya hesabên xwe yên medya dîjîtal didomînin.
 
ZAROKÊN XWE NEDÎTIN 
 
Di têkoşîna 27 salan a Dayikên Şemiyê de bêhejmar dayik bêyî ku aqûbeta zarokên xwe hîn bibin koça dawî kirin. Berfo Kirbayir a 105 salî, Fatma Morsûmbûl, Zeynep Guney, Kîraz Şahîn, Cevriye Altunbaş, Meryem Bulut, Fatime Taşkaya, Kesriye Demîr, Makbule Babaoglû, Ziyneti Turkoglu, Fincan Bilgin, Koçeri Kurt, Karaşkun, Hatice Ozturk, Asiye Karakoç, Hediye Coşkûn, Asiye Dogan û Şahsenem Cîhan hin ji van dayikên ku hestiyên zarokên xwe nedîtin û koça dawî kirin. 
 
TÊKOŞÎNA 25 SALAN: DAYIKÊN AŞTIYÊ 
 
Pirsgirêka kurd a ku li welat bûye rewşek kronîk û xitimîna wê bûye sedem ku şer bi salan berdewam bike. Dayikên ku zarokên xwe di şerê ku 40 sal zêdetir e dom kir de jiyana xwe ji dest dan, ji bo aştiyê bi salan li ber xwe dan. Ji bo şer bi dawî bibe, di sala 1996'an de nêzî 15 dayik hatin cem hev û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ava kirin. Têkoşîna Dayikên Aştiyê ku bi 15 kesan dest pê kir îro gihîşt bi hezaran. Çalakiya yekemîn a dayikan a ku li seranserê welat deng veda û bi bandor bû, di sala 1999'an de meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve di destên wan de laçikên spî û gul hebûn meşiyan. Meşa ku 40 dayikan xwestin bi dirûşmên "Ji bo kesên mayî” û "Em dayik in, em ji bo aştiyê ne" li ketina Enqereyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn. Lê belê çalakiya dayikan li seranserê welat belav bû û deng veda. 
 
DAXWAZÊN WAN SÎNORAN DERBAS KIRIN 
 
Dengê Dayikên Aştiyê yên ku yek kêliyek jî ji têkoşîna aştiyê ya li dijî şer paşve nema, sînoran derbas kir. Dayikan di sala 2002'an de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve hatin vexwendin, li vir jî daxwaza xwe ya aştiyê dubare kirin. Piştî sala 2004’an têkoşîna Dayikên Aştiyê hem li welat hem jî li derve deng veda. Yek ji damezrînera Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Myyesser Guneş di sala 2005’an de ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan. Dayikên Aştiyê ku timî li qadan in, gelek çalakiyên aştiyê îmze kirin. Di sala 2015'an de di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Enqereyê li hev civiyan û bi pankarta "Ne keçek me ne jî kurekî me heye ku em biçin şer" û "Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye" heta parlementoyê meşiyan.
 
Di her çalakiya dayikan de tundî kêm nebû. Leşker û polîsan wan jop kirin, li wan dan, bi erdê re kaşkirin, hatin binçavkirin û girtin, lê tevî van hemû tiştan jî dayikan dev ji nirxên ku ji bo zarokên xwe feda kirine, bernedan û ji a xwe ve nehatin xwar. 
 
ZAROKÊN WAN DI GORISTANÊN ‘BÊKESAN’ DE VEŞARTIN 
 
Dema ku em gihîştin sala 2015’an ku rêveberiya xweser di wê heyamê de hat ragihandin, cenazeyên endamên HPG, YPS/YPS-JIN’ê yên di dema qedexeya derketina derve de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn radestî malbatan nehat kirin û li “Goristanên Bêkesan” hatin veşartin. Tevî ku hemû serlêdanên malbatan bêbersiv tên hiştin jî, têkoşîna dayikan a ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin dewam dike.
 
 WÊNEYÊ HOVÎTIYÊ: EGÎT ÎPEK 
 
Halîse Aksoy yek ji wan dayikan e ku ji bo cenazeyê lawê xwe werbigire, ji sala 2017'an û vir ve ji bo cenazeyê lawê xwe werbigire deriyek nema lê neda.  Cenazeyê kurê wî Egît Îpek ê di pevçûna 10'ê Nîsana 2017'an de li Dersimê jiyana xwe ji dest da, bi kargoya PTT'ê di pakêtekê de ji dayika wî Emîne re hat şandin. Li hemberî vê bûyera ku bû sedema bertekên mezin û li seranserî dinyayê deng veda, ji eniya AKP'ê daxuyaniyên "Cenaze li holê nîne, hestî hene û li gorî rêgezê ye" hat dayîn. 
 
LI SÎNOR BERXWEDAN: DAYIKÊN SÊMALKA 
 
Operasyona ku Tirkiyê di 23ê Nîsana îsal de li dijî deverên Metîna, Zap û Avaşînê yên bi ser Başûrê Kurdistanê ve ne dabû destpêkirin berdewam dike. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piştgirî dide şerê Tirkiyê yê li dijî PKK’ê. PKK’ê destnîşan kir ku di operasyona ku bi mehan e berdewam dike de bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve bi encamên xwe re pêşkêşî saziyên navneteweyî kir û banga lêkolînên li cihê bûyerê hat kirin. Di çalakiya ku 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê hat lidarxistin de ji 7 endamên HPG’ê 5 endaman jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 3 meh di ser êrişê re derbas bûne jî cenazeyên ku PDK'ê desteser kirine nadin malbatên wan. Malbatên endamê HPG'ê ji bo cenazeyên zarokan werbigirin xwestin ji Rojavayê Kurdistanê di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Lê hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê nehiştin dayik bikevin herêmê. Li ser vê yekê dayikan di 21’ê Cotmehê de li Deriyê Sînor ê Sêmalka dest bi çalakiya rûniştinê kirin û xwestin cenazeyên wan bên wergirtin. Malbatên ku ev nêzî 2 meh in li ser sînor li ber xwe didin diyar kirin ku heta cenaze wernegirin ew ê neçin tu cihî, dayikên li herêma Rojava jî piştgirî didin çalakiya li ser sînor. 
 
BER BI SÎNOR VE MEŞA PIŞTGIRIYÊ 
 
Li Herêma Botanê bi pêşengiya dayikan di 11'ê Mijdarê de ji navçeya Silopiyayê heta Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo piştevaniya dayikên li Sêmalka di nobedê de ne meş li dar xistin. Dayikên Aştiyê yên li Wan û Colemêrgê jî bi armanca piştgiriya dayikên Sêmalka di 13'ê Mijdarê de ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi sînor ve meşiyan banga "Bila dawî li bikaranîna çekên kîmyewî were anîn û cenaze radestî malbatên bikin” hat kirin. Nobeda dayikan a li Sêmalka di roja 61’emîn de berdewam dike. 
 
Li aliyekî têkoşîna ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ya dayikan didome li aliyekî din jî li hemberî bêhiqûqiyê ji çar aliyên Tirkiyê daxwazên edaletê dest pê kir. Dayikên ku li dijî şerê ku Tirkiye li hundir û derve dimeşîne dengê xwe derdixin û serî radikin. Li dijî bêhiqûqiya hikûmeta AKP'ê dest bi nobeda edaletê kirine. 
 
REMZA EDALETÊ: EMÎNE ŞENYAŞAR 
 
Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di sala 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û 3 kurên wê bi giranî birîndar bûn, 271 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike. Emîne Şenyaşar ku ji bo kiryar bên girtin û darizandin û ji bo kurê xwe Fadil Şenyaşar ê girtî bê berdan her roj ji navçeya Pirsûsê li gel lawê xwe Ferît tê ber Edliyeya Rihayê û Nobeda Edaletê li dar dixe. Dayika Emîne bû sembola edaletê. Dayika Emîne bi têkoşîna xwe ya edaletê re bi gelek nexweşiyan ket, dest bi tedawiya psîkolojîk kir, di çavê wê yê rastê de ji sedî 70 astengiya dîtinê heye. Dayika Emîne bi qêrîn, hêsir, lorandin, zêmar, girî, daxwaz, têkoşer, berxwedêr û lêgerîna edaletê ya di bin axê de bûye nûnera têkoşîna edaletê.
 
MALBATÊN GIRTIYAN NOBED DAN DESTPÊKIRIN 
 
Herî dawî malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan di 15'ê Mijdarê de li avahiya Baroya Amedê çalakiya "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin. Her roj malbatek beşdarî nobedê dibe û nobet berbelav dibe. Malbat daxwaz dikin ku demildest zarokên wan bên berdan. Li gorî daneyên ÎHD'ê tenê di 3 mehên destpêkê yên sala 2021'an de 13 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara girtiyên nexweş ên di sala 2020'an de jiyana xwe ji dest dan bû 27 kes bûn. Malbat ji bo ku cenazeyên zarokên wan ji hepsan dernekeve her roj li Baroya Amedê nobedê digirin û daxwazên xwe yên edaletê tînin ziman.
 
MA / Ozlem Yayan
 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir