Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe

  • rojane
  • 18:58 4 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Parêzer Emran Emekçî ku di panela OHD'ê de axivî, bal kişand ser biryara KE'yê ya "Ocalan-2" got: "KE, ji Tirkiyeyê re dibêje 'sererastkirinên em dixwazin bike, wekî din dixwazî pêk neyne'. KE, bi vî awayî rê li ber Tirkiyeyê dixe." 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, li avahiya Baroiya Stenbolê ya li Bakirkoyê paneleke bi mijara "Di Pandemiyê de Girtîgeh" li dar xist. Panel bi moderatoriya Parêzer Destîna Yildizê hat lidarxistin. Endamê Desteya Rêvebir a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ûmît Bîçer, Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Ummuhan Kaya, Endama OHD'ê Parêzer Esra Erîn û endamê Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Emran Emekçî wekî axivêr tevli panelê bûn. 
 
DI panelê de ewilî Parêzer Esra Erîn axivî. Erîn, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ên di dema pandemiyê de rû dan û destnîşan kir ku di dema pandemiyê de li girtîgehan binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk pêk hatine 
 
PERGALA ÎNFAZÊ YA CIHÊKAR
 
Erîn, bibîr xist ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di destpêka pandemiyê de bang kiriye ku bê şert û merc divê hemû girtî bên berdan û got: "Li seranserê cîhanê gelek welat guh li vê bangawaziyê kirin û girtiyên siyasî jî di nav de gelek girtî berdan. Lê Tirkiye di vî warî de pergaleke înfazê ya cihêkar çêkir û girtiyên siyasî derî vê hiştin." 
 
86 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Parêzer Ummuhan Kaya jî bal kişand ser girtiyên nexweş û girtiyên jiyana xwe ji dest dan. Kaya, bilêv kir ku gelek girtî gava hatine gritin tu nexweşînên wan tune bûne, lê li girtîgehê gelek nexweşîn li wan peyda bûne û ji van gelek jê jiyana xwe ji dest dane. Kaya got: "Di sala 2020'î de 86 girtî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hin girtiyên nexweş jî gava tên ber mirinê tên berdan." 
 
NOBEDA EDALETÊ
 
Kaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Amedê tê lidarxistin û got: "Malbat ji bo girtiyên nexweş bên berdan li Amedê çalakiyekê li dar dixin. Her kes divê bibe dengê vê çalakiyê. Yan na gava cenaze ji girtîgehê derkevin, ev dê sûcê me be jî." 
 
ÎMRALÎ JI BO TECRÎDÊ HATIYE TERCÎHKIRIN
 
Parêzer Emran Emekçî ku li ser navê TOHAV'ê li ser tecrîdê axivî. Emekçî, diyar kir ku li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ya dumendî heye û ev yek bi Qanûna Bingehîn a 1924'an dest pê kiriye. Emekçî, destnîşan kir ku tecrîd yim li ser civakê hatiye pêkanîn û got: "Tecrîda civakî tim hebûye. Bi taybetî jî ev li hemberîş muxalifan tê pêkanîn. Ev xwe disipkêre heta dema Osmaniyan. Mesela, di dema Osmaniyan de Girtîgeha Îmraliyê ji bo muxalifan dihat bikaranîn. Çima Girtîgeha Îmraliyê? Ji lew re girtîgeheke giravê ye. Lewma hatiye tecrîhkirin. Ev di qanûne de heye yan na? Na, tune." 
 
Emekçî, bilêv kir ku li Îmraliyê rejîmeke nû tê pêkanîn û got: "Tiştên li wir tên pêkanînê, paşê li seranserê Tirkiyeyê tên pêkanîn. Ji Suleyman Demîrel diprisin, çima Ocalan xistine Girtîgeha Îmraliyê. Demîrel dibêje, 'Bi hezaran kes piştgiriya Ocalan dikin. Ger em wî têxin girtîgeheke asayî tê pirsgirêk rû bidin.' Lewma wî xistine girtîgeheke giravê. Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke ku bi taybetî hatiye dîzaynkirin. Ji bo kesekî ye. Diviyabû darizandina Ocalan li Amedê bihata kirin, lê li Îmraliyê dadgehek taybet çêkirin. Yanî rejîmeke derasayî û îstisna hat pêkanîn. Gava parêzer bixwazin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin, diçin girtîgehê. Lê li Îmraliyê hiqûqek wisa nayê pêkanîn." 
 
PERGALA DARVEKIRINÊ YA POST-MODERN
 
Emekçî, bibîr xist ku di sala 2005'an de ji bo Ocalan hin qanûn hatine çêkirin û got: "Di vir de astengiya ewil ji bo parêzeran danîn. Bi vê qanûnê re cara ewil hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re hat astengkirin. Niha ev tişt li seranserê Tirkiyeyê pêk tê. Yanî ew tişta îstisna, bûye pîvanek." 
 
Emekçî got: "Niha di cezayê darvekirinê de kes di nava 5 deqeyan de tê dravekirin. Lê di vê pergala darvekirinê ya post-modern de kes ji her tiştî tê mehrûmkirin. Li Îmraliyê pergaleke darvekirinê ya post-modern tê pêkanîn." 
 
Emekçî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara "Ocalan-2" a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) jî û got: "KE, rê li ber Tirkiyeyê dixe.  KE, ji Tirkiyeyê re dibêje 'sererastkirinên em dixwazin bike, wekî din dixwazî pêk neyne'. KE, bi vî awayî rê li ber Tirkiyeyê dixe." 
 
Endamê Desteya Rêvebir a TÎHV'ê Umît Bîçer jî bal kişand ser bandora tecrîda ya li ser girtiyan. Bîçer, destnîşan kir ku îqtidar pandemiyê veguherandiye firsendekê û got: "Li girtîgehan hemû girtî tên îzolekirin. Li tu devera cîhanê nifûsa girtîgehan ne wekî ya Tirkiyeyê ye. Tê gotin par zêdetirî 290 hezra mirov ji girtîgehê derketine û ev qas jî hatine girtin. Mirov li vê mêze bike, dê bibîne ku li Tirkiyeyê pratîka girtinê veguehriye tiştekî asayî." 
 
TECRÎD ÎŞKENCE YE
 
Bîçer, destnîşan kir ku pêkanînên tecrîdê ji sedsala 19'an dest pê kirine. Bîçerî bilêv kir ku tê dîtin ku bê tecrîd di warê ruhî û fizîkî de dibe sedema çi û got: "Bi salan e odeyên pîşeyî û rêxistinên tenduristiyê dibêjin, tecrîd îşkence ye. Kesên di hucreyê de dimînin bi rihetî ji tiştên tên gotin bawer dike. Di warê kronoljiyê hafizeya wan de çûn hatinek çêdibe. Qebîliyeta wan qels dibe. Di warê bihsîtin û dîtinê de lawaz dibin. Lewma tecrîd îşkenve ye." 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir