Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne

  • rojane
  • 09:25 5 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Esmer Çikmaz ku piştî 21 salan "bi destûrê" çû gundê xwe yê li quntara Çiyayê Gabarê ye got: "Niha em bi vîdeoyên kurt ên gund, wê hesreta xwe ya ji bo gundê xwe ditebitînin. Zarokên me bi van vîdeoyan warê xwe nas dikin." 
 
Di salên 90'an de bi polîtîkayên "ewlehîparêz" li Şirnexê bi sedan gund hatin şewitandin û valakirin. Zêdetirî 30 sal derbas bûne, lê hîn jî welatî nikarin biçin gundên xwe yên li quntarên Cûdî û Gabarê. 
 
Yek ji van gundê ku hat şewitandin û hîn jî çûna wê qedexe ye, gundê Dêrşewê ye. Dêrşew, li quntara Çiyayê Gabarê ye û di sala 1993'yan de eskeran ew şewitandiye û vala kiriye. Ji şêniyên gundê Dêrşewê malbata Çikmazê gava gund hatiye şewitandin ji bêgavî koçî navenda Cizrê kiriye. Malbata Çikmazê 21 salan nikaribûye biçe gundê xwe. 
 
Esmer Çikmaz (49) piştî 21 salan, cara ewil di sala 2014'an de ew jî bi "destûra" Walîtiya Şirnexê çûye gundê xwe. Çikmaz, di sala 2014'an de çûue gund û tenê saetekê destûra wê hatiye dayîn. Çikmaz, anî ziman ku ji wê çaxê heya niha bi hinceta qedexeyan nikare biçe gundê xwe. Çikmaz, diyar kir ku di nûçeyan de tê gotin "her der serbest e" û got: "Madem her der serbest e, çima em nikarin biçin gundê xwe?"
 
HAT ŞEWITANDIN
 
Çikmaz, destnîşan kir ku di sala 1993'yan de eskeran tim gundê wan top baran kiriye û got: "Dîsa jî me dev ji gundê xwe berneda." Çikmaz, bilêv kir ku lê piştî wextekê zext û zorî û topbaran zêde bûye û berî gund bê şewitandin bi 2 mehan ji gund derketine û got: "Malbata me û çend xizmên me çûn Cizîrê. Em çûn mala xizmekî xwe. Em demekê li wir man. Paşê me ji xwe re xanî kirê kir û bi alîkariya cîranan me doşek, lihêf û betanî stendin. Paşê eskeran gund şewitand." 
 
BÊRÎKIRIN
 
Çikmaz, bilêv kir ku zarokatî û ciwantiya wê li gund derbas bûye û li gund heywan xwedî dikirin. Çikmaz, diyar kir ku havînan jî karê bax û baxçeyan dikirin û ji ber ku gundê wan avî ye, birinc jî datanîn. Çikmaz, anî ziman ku havînan li gundê wan gûz, xof û gelek fêkiyên din jî şîn dihatin û zivistanan jî berû û alûc berhev dikirin. Çikmaz, destnîşan kir ku şert û mercên jiyana gundan ji ya niha pir baştir e.
 
PIŞTÎ 21 SALAN
 
Çikmaz, diyar kir ku gava ji gund derketine tenê 2 caran gund dîtiye. Çikmaz, da zanîn ku cara ewil di sala 2014'an de çûye gundê xwe û got: "Wê çaxê em çûn me gundê xwe dît. Dîwarên xaniyên me jî xera bûbûn. Bax û baxçeyên me nemabûn. Lê ji ber bêrîkirinê me xwest em bibînin. Wê demê rayedaran hin daxuyanî dan û gotin dê çûna gundan bê serbest bibe. Piştî vê gundiyan bi derfetên xwe rêya gund çêkirin û dest bi çandiniyê kirin. Me jî ji bo havînê kon stendin. Lê piştî demeke kurt cardin qedexe kirin." 
 
Çikmaz, anî ziman ku îsal jî bi destûra walîtiyê û qereqolê ji bo çend saetan çûne gund. 
 
Çikmaz, anî ziman ku kesên bixwazin biçin gund divê destûrê bixwazin û got: "Îsal gundiyan serlêdan kir. PIştî 2 mehan tenê ji bo rojekê destûr hat dayîn. Gava em çûn gund wê rojê SÎHA û ÎHA tim li ser serê me bûn." Çikmaz, bilêv kir ku gava çûne gund dîmenên gund girtine û got: "Niha em hesret û bêrkirina xwe ya ji bo gund bi van vîdeoyên krut ditebitînin. Zarokên me bi van vîdeoyan warê xwe nas dikin."
 
'ÇIMA EM NIKARIN BIÇIN?'
 
Çikmaz, bibîr xist ku rayedar tim dibêjin "çûna gundan serbest e" û got: "Kîjan roj be jî em ê biçin gundê xwe. Kesên dibêjin 'çûna gundan serbest e' derewan dikin. Madem her der serbest e, çima em nikarin biçin? Ger çûna gund serbest bûna, em ê li vir nemana." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir