Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe

  • jin
  • 13:39 5 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran a ku rapora "Ji Xizaniya Jinê re Na" aşkera kir, bang li hemû partiyan kir ku nûnertiya wekhev bikin rêznameya partiyên xwe.
 
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP Ayşe Acar Başaran bi tevlibûna endamên Komîsyona Jinan û parlamenteran  li avahiya giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rapora xwe ya derbarê Kampanya "Ji Xizaniya Jinê re Na" de aşkera kir.
 
Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, di daxuyaniya xwe ya raporê de bi bîr xist ku 5'ê kanûnê salvegera naskirina mafê bijartin û hilbijartinê ya jinan a li Tirkiyeyê ye. Başaran, diyar kir ku di 87 salên derbasbûyî de mafên jinan nayên qebûlkirin û wiha got: “Em weke HDP ne partiyeke ku qaşo hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev diparêze ne. Em bang li hemû partiyan dikin ku nûnertiya wekhev li rêznameyên xwe zêde bikin û nûnertiya wekhev hem di  pratîkê de û hem jî di fermîbûnê de be.”
 
QRÎZA ABORÎ Û JIN 
 
Başaran, bal kişand ser rêjeya dolarê ku her diçe zêde dibe û destnîşan kir ku dolar gihîştiye 13,70 TL. , welatî her ku diçe zêdetir ber bi xizanî û birçîbûnê ve diçin û got, "Rêbazên çareseriyê yên hikûmetê ji bilî kûrkirina krîzê û zêdekirina dolar ya ji bo  alîgirên xwe, tu tiştekî din bi xwe re naynin. Jjinên kedkar, kedkar û ciwan berdêla herî giran a krîzê ya ku kûr dibe didin, êrîşên li ser maf û destkeftiyên jinan jî berdewam dikin. Herwiha  şîdet û qirkirina jinan berdewam dike.”
 
411 JIN HATINE QETILKIRIN 
 
Başaran, diyar kir ku heta 23'ê mijdara 2021'an li gorî daneyên fermî 251 jin hatine qetilkirin. Başaran, anî ziman ku di daneyan de hejmara jinên ku întîhar li wan hatiye ferzkirin û jiyana xwe ji dest dane, yên  hatine windakirin jî tune ne. Başaran, bal kişand ser cihnegirtina Gulîstan Doku û Îpek Er ku di hejmara fermî ya jinên hatine qetilkirin de û wiha berdewam kir: “Kubra Ekin hîna winda ye û wekî Gulîstanê ku li bajarê bi kamerayan dorpêçkirî hat windakirin tu agahî ji wê jî tune ye. Li gorî daneyên saziyên jinan, di 11 mehên destpêkê yên sala 2021’an de 411 jin di encama şîdeta mêran de hatine qetilkirin.  Ji ber ku qanûn jinan naparêz jin bê parastin tên hiştin. Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku întîhar bike, sepandina tevgera baş cezayê wî hat 10 salan hat daxistin. Bi vekişîna ji Peymana Stenbolê tundî û qetlîamên li ser jinan tên rewakirin. Di nava pakêtên darazê de qanûnên ku jinan paşguh dikin hene û qanûnên ku jinan diparêzin tune ne."
 
25'ê MIJDARÊ 
 
Başaran, diyar kir ku ne biyaniyên polîtîkayên dijiminê jinan e û got ku ew baş dizanin ku ev dewlet çawa mêrên şîdetê li hemberî jinan pêk tînin bi qanûnên înfazê ku derdixe diparêze. Ayşe wiha berdewam kir, "Em di 25'ê Mijdarê de jî li hemberî şîdeta li jinê li qadan bûn. Em ê rêxistin û têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî îqtîdara yek kesî hevkariya jinan bi hêz bikin."
 
'DI BUDÇEYÊ DE NAVÊ JINAN TUNE YE' 
 
Başaran, diyar kir ku îqtîdar her ku fersendê dibîne êrîşî jinan dike û ji bo ku jinan li dervî aboriyê bihêle jî çi ji dest tê dike. Ayşe anî ziman ku ji plana pêşketinê gotina 'zayenda civakî2 hatiye derxistin û berdewam kir, "Weke ku hûn jî dizanin pêvajoya butçeya ku demeke dirêj di komîsyonê de dihat nîqaşkirin bi dawî bû û wê di 6'ê Kanûnê de bînin Lijneya Giştî ya Meclisê. Wek her sal navê jinê jî di budçeya mêran de cih nagire. Bûdçeya hatî amadekirin xizmeta şer, rantê û kapîtalîzmê dike. Ev budçe ne ji bo gel e, ne ji bo jin, ciwan, zarokan; Ew bûdceya hikûmetê û alîgirên wê ye. Em jin erêkirina vê butçeyê qebûl nakin. Her ku xizaniya jinan kûr bibe, em ê butçeya ku ji aliyê vê hikûmetê ve hatiye amadekirin qebûl nekin."
 
HEVDÎTINÊN KIRINE 
 
Başaran, bi lêv kir ku di 5'ê nîsanê de wan kampanya "Ji bo jinan Adalet" û hevdîtina jinan a "Ji Xizaniya Jinê re Na" dane destpêkirin û got ku wan di çarçoveya kampanyayê de serdana 18 bajaran kirin. Başaran,,got ku 13  hezar û 550 kîlometre rê çûne û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Di vê çarçoveyê de armanca me ya sereke di hemû çalakî û civînên ku em li dar dixin ev e; em guh bidin xizanî û binpêkirina kedê ya li jinan tê ferzkirin û li her derê em gotina wan bidin bihîstin. Em bi karkerên çandiniyê yên demsalî, karkerên tekstîlê, jinên ku hewl didin debara xwe bikin re hatin cem hev. Me bi platformên jinan ên li bajaran re hevdîtin kir. Me bi jinên astengdar re li ser pirsa 'Em ê çawa jiyaneke bê asteng ava bikin' civîn li dar xistin. Li hemberî butçeya mêr a ku ji aliyê tifaqa mêran a AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin, me bi saziyên cuda yên jinan re hevdîtin kir."
 
'LI HER CIHÊ EM BÛN DENGÊ JINAN'
 
Başaran, got ku ew li tax, gund û li malan bi jinan re hatine gel hev û ji jinan pirsîne ku ji bo keda wan ê dîtin dikarin çi bikin û wiha berdewam kir, "Me pirsgirêkên jinan, zehmetiyên wan ên aborî û binpêkirina keda karkeran ji jinan guhdar kir. Me encamên her hevdîtineke xwe bi raya giştî re parve kir. Me di civînên komên xwe yên li Meclîsê, di lêkolîn û pirsnameyên xwe de û di axaftinên Civaka Giştî de dengê jinan li her derê da bihîstin. Li vir em rapora xwe ya li ser xizaniya jinan a ku ji van hemû civînên ku me li vir pêk anîne bi we re parve dikin."
 
Piştî axaftina xwe Başaran, kîteyên hevdîtina kampanyayê parve kirin û got ku wê kampanya wan bi bernameyên cuda berdewam bike. 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir