Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan

  • rojane
  • 09:06 6 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Dayika girtiyê nexweş Lutfî Akay ku bi gurçikekî dijî û rewşa wî ber bi xetereyê ve diçe got ku bila êdî ji girtîgehan de cenazeyên zarokên wan neyên.

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, binpêkirina mafan ên girtiyan zêde dibin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî sereke bêpar dimînin di bin tecrîteke giran de ne. Girtiyên ku herî zêde ji ber van binpêkirinên mafan mexdûr dibin jÎ girtiyên nexweş in. Li gorî raporên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), hezar û 604 girtiyên nexweş hene û ji ber ku nayên dermankirin rewşa wan ber bi xetereyê ve diçe. Rexmî hemû bertek û nerazîbûnan jî ji bo çareserkirina rewşa girtiyên nexweş ji aliyê rayedaran ve heta niha tu gav nehatine avêtin. 
 
Girtiyê bi navê Latîf Akay (60) jî yek ji girtiyên nexweş e. Akay, di sala 2019'an de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Akay ku niha li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye, 3 sal in di girtîgehê de ye û gurçîkek wî naxebite. Ji ber ku bi şewba  koronayê ketiye rewşa wî giranir bûye. Dayika Akay Nebîha Akay, têkildarî rewşa kurê xwe de axivî û diyar kir ku dewlet bi van polîtîkayan dibe sedem ku di girtîgehan de cenaze derbikevin û bang li rayedaran kir ku kurê wê  demildest berdin. 
 
BI GURÇIYEKÎ DIJÎ
 
Akay, diyar kir ku rewşa kurê wê xeter e û wiha axivî: "Ev 3 sal in Latîf di girtîgehê de ye. Bê hincet 11 sal cezayê girtîgehê  lê birîn. Rojekî hatin li ser malê de girtin û wî ji nav nivînan birin. Latîf nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Niha di girtîgeha Mêrdînê de girtiye. Gurçîyeke wî naxebite. Gurçika wî ya dîtir jî zirar dîtiye. Di wan rojên borî de bi nexweşiya koronayê ket. Ji koronayê gelek bandor bû û zirareke mezin dît û fitiq lê peyda bû. Dermanê wî nadinê û wan nabin nexweşxaneyan. Dema ku dibin nexweşxaneyan jî 20 rojan di hucreya yekkesî de dihêlin. Ji ber ku nayê dermankirin jî rewşa wî giran dibe. Gelek zor û zehmetî li ser wan hene. Dixwazin ku  zarokên me di girtîgehan de bimirin û cenazeyên wan bidin malbatan. Ji zirarê pêvetir tişteke din nadin wan."
 
'BILA CENAZEYÊN WAN NEYÊN' 
 
Akay, destnîşan kir ku dewlet zarokên kurdab zindî digire û mirî radestî malbatên wan dike û ev tişt got: "Banga me ji hemû dayikan re heye, bila destê xwe bidin hev. Bila êdî di girtîgehan de cenazeyên zarokên me neyên. Em sed hêviyan ji dayikan dikin ku destê xwe bidin hev û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Hemû girtiyên di zindanan de zarokên me ne. Heta dewlet ji miriyê me jî ditirse, divê em vê yekê bibînin.
 
'HETA KU AZAD DIBIN...' 
 
Akay, bal kişand li ser nobeta edeletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Baroya Amedê hatiye destpêkirin û ev bang kir: "Divê herkes li girtiyan xwedî derbikeve. Ev girtî ji ber çi ketine zindanan? Ji ber ku heqê xwe xwestine hatine girtin. Girtiyan heqê kesî nexwarine û tişteke xirab jî nekirine. Tenê doza heqê xwe kirine. Girtî doza edeletê dikin. Lê mixabin li Tirkiyeyê edelet tune ye. Dayika Emîne Şenyaşar ev çend roj in li ber deriyê edlîyeyê di çalakiyê de ye. Ji ber çi? Ji bo ku edelet pêk bê li wir e. Lê edelet tune ye. Em dayik kezaba me dişewite. Ne tenê zarokên me yê kê bin kezaba me dişewite. Ev hefteyeke dayikên girtiyên nexweş, li baroya Amedê di çalakiyê de ne. Ev dayik ji ber zarokên xwe di nobetê de ne. Divê herkes piştgiriyê bide van dayikan. Heta ku zarokên me azad dibin em ê tebikoşin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir