'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’

img

RIHA - Xelkê Rihayê ku AKP'ê ji krîza aborî berpirsyar dibîne, diyar kirin ku çareserî vegera demokrasiyê ye.

Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û zêdebûna dovîzê kûrtir bû, gel bi feqîriyê re rûbirû maye. Di van rojên dawî de her tişt biha bûne û dibin. Ji bo firotina gelek berheman li hin bazaran kotayek hate danîn. Me li kuçe û cadeyên Rihayê rewşa aborî ji xelkê pirsî. Xelkê Rihayê diyar kirin ku sedema bingehîn a krîzê hikûmeta AKP'ê ye û çareserî jî "dawîkirina rejîma yek zilamî û vegera demokrasiyê ye.” 
 
NIKARE NANÊ HIŞK JÎ BIKIRE!
 
Astengdar Alî Bîngul (56) ê ku me li Qada Haşimiye ya navçeya Eyyubiyeyê rweşa aborî jê pirs kir diyar kir ku ev 2 sal in bêkar e. Bîngul anî ziman ku yekane sedema krîza aborî ya li Tirkiyeyê hikûmeta AKP'ê ye û got: "Ew bi mûçeyên zêde dijîn, ji me re jî dibêjin bi 2 hezar TL'yan pêdiviyên xwe bi cih bînin. Mesrefa jiyanê heye. 5 nifûsên min hene. Ez nikarim nanê hişk bikirim. Ez çûm kirînê, min tenê 2 îsto kirîn. Ev ji ber ku ew di destpêkê de ne. Divê sed hezar TL mûçe negirin. Ji gel re dibêjin 'em bi hev re ne'. Min dişînin leşkeriyê, bac ji min distînin, lê dema ez dibêjim birçî me, kes napirse ka ez çawa me. Kesên hatine ser desthilatdariyê bila berîkên xwe tije nekin. Ma ev heqê Xwedê ye ku ez 3 hezar TL bistînim? Ez ê vî meaşî werbigirim û ewqas jî bacê didim. Gelo ev yek dibe? Heger wisa bidome dê gel li hev bicive. Çareserî jî ew e ku kesên berpirsyar ji ser desthilatê biçin.” 
 
‘NIRXÊ LÎREYÊ TIRK NEMAYE’ 
 
Îbrahîm Diş (19) ê ku li kolana Mevlevîhane diçû danûstandinê jî bal kişand ser bihabûna dolarê û destnîşan kir ku berpirsyar dewlet e. Dîş anî ziman ku ew di ciwaniya xwe de weke ku dixwaze nikare tiştek bikire û wiha got: “Em bi dolaran nakirin, lê dolar buhayê her tiştî diyar dike. Êdî qîmeta TL nemaye. Divê rayedar demildest vê rewşê çareser bikin. Ciwan êdî naxwazin li Tirkiyeyê bimînin. Weke ciwanekî ez nikarim xeyalan bikim. Ez bawer nakim ku piştî vê gavê rewş baştir bibe. Mûçeyên hindik didan, ez ji kar derxistim, 4 meh in ez bêkar mam. Ez li karekî digerim. Ez tenê 5 salan çûm dibistanê ji bo debara malbata xwe bikim min dest ji dibistanê berda. Min got ez ê bixebitim û alîkariya malê bikim, lê ez bêkar mam.”
 
‘HER TIŞT BIHATIR DIBE’ 
 
Em li ser cadeya Baliklîgolê bi Ahmet Koçoglu yê teqawît bûye rast hatin û diyar kir ku 2 hezar û 200 TL teqawidiyê distîne û got: "Ez ê bi vî meaşê çawa xwe xwedî bikim? Her tişt biha kirine û bihatir dibin. Par ji sedî 20 mûçeya herî kêm zêde kirin, lê her tişt ji sedî 30-40 zêde bû. Ev çi ferman e?”
 
‘DIVÊ EM VEGERIN MODELA DEMOKRASIYÊ’ 
 
Koçoglu bal kişand ser daneyên fermî yên enflasyonê yên ji aliyê Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ve hatine ragihandin ne rast in û got: “Eger dibêjin enflasyon %20-21 e, çima her tişt ji sedî 30-40 zêde dibe? Bila bi rêjeya enflasyonê rabe. An jî mûçeya herî kêm bi qasî ku tê zêdekirin zêde bikin. Ez jî cotkar im, gubreya ku min par bi 3 hezar TL kirî îsal bû 12 hezar TL. Mazot her roj biha dibe. Li cîhanê tu welatek mûçeya herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de nade, lê em didin. Sedema vê krîzê diyar e, lê em ditirsin ku bibêjin jî. Sedema vê jî tenê ew e ku rayedaran dev ji demokrasiyê berdan e û ber bi rejîma yek zilamî ve diçin. Lê belê ev krîz wê bi vegera demokrasiyê bi dawî bibe.”
 
‘DEWLEMEND DEWLEMENDTIR DIBIN’ 
 
Ahmet Demîr ê ku bi salan e li Qada Haşimiye esnafiyê dike jî diyar kir ku dawiya krîza aborî di destê gel de ye. Demîr destnîşan kir ku gel bi rêveberiya xwe dikare li dijî krîzê têbikoşe û got: "Gel nikare xwe bi rê ve bibe. Sedema krîza aborî bi polîtîkayên faîzên bilind ve girêdayî ye. Tirkiye ber bi îflasê ve diçe. Di dema krîzê de dewlemend dewlemend bûne û feqîr jî feqîr bûne. Li Rihayê ji Nemrûdê û vir ve dewlemend dewlemend bûne."
 
MA / Emrûllah Acar - Mujdat Can
 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir