DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir

  • rojane
  • 10:55 6 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê şermezar kir û bal kişand ser xemsariya PDK'ê ya li dijî êrişan. 

Di demên dawîn de DAIŞ'ê liv û tevgera xwe ya li başûrê Kurdistanê zêde kiriye û li dijî sivîl û pêşmergeyan dest bi êrişan kiriye. Di encama van êrişan de pêşmerge û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Rexmî vê rewşê jî Partiya Demokrata Kurdistanê ku li Başûr desthilata bergiriyên pêwist li dijî êrişên DAIŞ'ê nagire. Ji ber vê xemsariya PDK'ê ya li dijî wê DAIŞ'ê duh êvarê bi ser gundê Lihêban ê navçeya Sergeran a Kerkûkê de girtibû û gund şewitandin. Ji ber ku pêşmerge bi hewara wan ve neçûbûn gundiyan bi derfetên xwe şerê DAIŞ'ê kiribûn û neçar mabûn ku gundê xwe bi terikînin. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî vê liv û tevgera DAIŞ'ê ya di rojên dawîn de zêde bûye û xemsariya PDK'ê ya li dijî van êrişan de daxuyaniyek nivîskî da û êrişên DAIŞ'ê yên li dijî pêşmerge û gelê Başûr şermezar kirin. Her wiha DBP'ê di daxuyaniya xwe de ji ber xemsariya wê ya li hemberî êrişan bertek nîşanî PDK'ê da û bang lê kir ku berê çekên li dijî PKK'ê dide xebitandin bide endamên DAIŞ'ê û gelê Başûr ji êrişên DAIŞ'ê yên zêde dibin biparêze. 
 
DAXUYANIYA DBP'Ê
 
Daxuyaniya DBP'ê bi tevahî wiha ye: "Li Başûrê Kurdistanê, ji meha mijdarê ve DAIŞ êrîşan dibe ser gelê Başûr û hêzên Pêşmerge. Di van êrîşanda 20 pêşmerge û ji gel jî kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene. Duh êvarê di nûçeyan de hat ragihandin ku li derdora Kerkûkê hêzên DAIŞ'ê êrîş birine ser gundan. Weke tê zanîn Koalîsyona navnetewî ji bo tekoşîna li dijî DAIŞ'ê çek û muhîmatên giran dabû PDK'ê. Ev çek û muhîmatên ku diviya li dijî DAIŞ'ê bihatina bikaranîn, mixabin ji bo pêşvebirina şerê navxweyî tê bikaranîn. 
 
FERZKIRINA ŞERÊ NAVXWEYÎ
 
Hêzên tarîyê yên weke DAIŞ'ê bi taybetî Tirkiye hêza xwe ji netewe dewletên Rojhilata Navîn digirin. Kirinên Tirkiye li seranserê Kurdistanê têk birina kurdan e. Lê belê ev kirin çiqas zelal bin jî desthilatdariya Başur (PDK) vê karesatê ya nabîne yan ji nedîtî ve tê. Li Rojhilata Navîn rola DAIŞ'ê ya sereke têk birina destkeftiyê kurdan e. Tirkiye dixwaze destkeftiyên kurdan li dijî hêzên kurd bi kar bîne. Bi van polîtîkayên qirêj dixwaze şerê navxweyî li ser kurdan ferz bike. Li Başûrê Kurdistanê; gel, rewşenbîr û hêzên welatparêz bûyer û polîtîkayên qirêj dibînin û bertek nîşan didin û PDK'ê hişyar dikin.
 
ŞÎV Û PAŞÎV
 
Em weke Partiya Heremên Demokratik, bang dikin û hişyarî didin û dibêjin ku dem dema yekitiyê ye. PDK bila guh bide gelê Kurdistanê. Tunekirina her hêza kurd tunebûna kurdan e. Dijminê kurdan naxwazin yekitiya gelê kurd çêbibe. Divê ev bê fêmkirinê. Plana yekemîn; dixwazin hêzên kurd ên DAIŞ'ê têk birine bi riya şerê navxweyî têk bibin. Çekên ku divê li dijî DAIŞ'ê bên bikaranîn, niha ji bo şerê navxweyî tên bikaranîn. Di dîroka kurdan de cerebeyên mezin hene. Bila cerebeya "ŞÎV Û PAŞÎV!" baş bê fêmkirin. 
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Banga me ev e, demildest hêzên kurd yekitiya xwe ava bikin. Hebûn û xwebûna gelê kurd di kongreya neteweyî de veşartî ye. Em dibêjin dem dema yekiti û azadîyê ye. PARTÎYA HERÊMÊN DEMOKRATÎK van êrîşên qirêj û hovane yên li dijî kurdan şermezar dike. Serê gelê başûrê Kurdistanê û gelê kurd saxbe. 

Sernavên din

10/12/2021
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir