Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim

  • rojane
  • 09:12 7 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Menaz ku ji ber bombeya DAIŞ'ê ew û keça xwe tevde şewitîbûn û bi ambulansê ew anîbûn Tirkiyeyê, bi nexweşîna pençeşêrê ketiye. 
 
Gava penaberî jî li şert û mercên jiyanê yên jinan zêde dibe, têkoşîna wan a ji bo jiyanê du qat zêdetir dibe. Yek ji van jinên ku li ber xwe dide jî Menaz e. Menaz, ji Helebê ye. 5 sal berê gava li Helebê bûye DAIŞ'ê bombe avêtiya mala wan û ew û keça xwe ya 2 sal û nîvî şewitîne û ew bi ambulansê anîne Tirkiyeyê. Menaz, niha li Tirkiyeyê ji bo karibe jiyana xwe bidomîne li ber xwe dide. 
 
Menaz û malbata wê bi ambulansê hatin Tirkiyeyê. Menaz, ewilî li Dîlokê û keça wê jî li Meletiyê tedawî bûn. Keçla Menazê ya serçavê wê û gelek deverên laşê wê şewitîn, li Tirkiyeyê 17 caran emeliyat bûye. Menaz ku ji bo tedawiya keça xwe têdikoşe, 2 meh berê pençeşêra pêsîran lê peyda bûye. 
 
Menaz ku pişîtî zilamê pê re zewicandîbû terka wê kiriye ew û zarokên xwe tenê li Tirkiyeyê mane. Ji roja ku pê hesiyaye pençeşêr lê peyda bûye, fikare ku dê nikaribe debara zarokên xwe bike lê peyda bûye. 
 
Menaz, ji bo zarokan bişîne cem bavê wan ê li Sûriyeyê, ewilî serî li qereqolê daye. Gava me bi Menazê re xeber dida, qereqolê telefonî wê kir. Kesê ji qereqolê telefon kir, ji Menazê re got dê ferdekî malbatekê karibe zarokan bibe Sûriyeyê, lê belê kesê ku bi zarokan re biçe dê careke din neyê Tirkiyeyê. 
 
Menaz ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wê bê aşkerekirin, behsa rewşa xwe ya li Tirkiyeyê kir. 
 
‘LI NEXWEŞXANEYÊ MAM'
 
Menaz, bilêv kir ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin û gava bûye 17 salî zarokek jê re çêbûye. Menaz, destnîşan kir ku beriya şer jiyana wan a li Sûriyeyê asayî bûye û got: "Lê piştî şer rewş xirab bû." Menaz, diyar kir ku di dema bombebarankirina malê de şewitiye û wê bi ambulansê anîne Tirkiyeyê û got: "Li Sûriyeyê nexweşxane û bijîşk nemabûn. Ez meh û nîvekê li Dîlokê di nexweşxaneyê de mam. Kurê min li cem min bû. Keça min jî li Meletiyê 4 mehan li nexweşxaneyê ma. Ê wê jî bavê wê lê mêze kir. Paşê em çûn Stenbolê cem birayê min. Lê diviyabû tedawiya me dewam bikire. Em li Stenbolê çûn ser bijîşk. Bijîşkan ji bo tedawiya keça min em şandin Enqereyê. Piştî 3 meh û nîvên li Stenbolê em hatin Enqereyê." 
 
‘EM JI BO TEDAWIYÊ HATIN ENQEREYÊ'
 
Menaz, diyar kir ku gava hatine Enqereyê ji bo tedawiyê pir hewl daye û got: "Ji ber ku cihê me Stenbol bû, li vir em tedawî nekirin. Xwestin em qeyda xwe bînin Stenbolê. Gotin dê tedawiya keça te 5 salan dewam bike. Me jî bar kir em hatin Enqereyê û tedawiya wê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê û Nexweşxaneya Hacettepeyê dewam kir, emeliyat bû." Menaz, behsa pêvajoya tedawiya li nexweşxaneyan kir û got: "Bi çavekî din li me mêze dikirin. Gava em hatin Enqereyê ji ber ku di nasnameya me de Stenbolê dinivîsî nexweşxaneyan em qebûl nedikirin. Ji bo guherandinê me pir hewl da. Paşê keça min li Enqereyê tedawî kirin."
 
Menaz, bilêv kir ku ji ber ku bi ziman nizanibûn pir zehmetî kişandine û got: "Ez ji cîranan hîn bûm. Em çûn qursa zimên. Bi awayekî hîn bûm. Cîranên min pir aliuê min kirin." 
 
‘GOTIN EM Ê TELEFON BIKIN, LÊ NEKIRIN'
 
Menaz, diyar kir ku tevahiya ser çavê keça wê şewitiye û ji bo emeliyata estetîkê du sal berê serî li NExweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê dane. Menaz, bilêv kir ku rayedarên nexweşxaneyê jê re gotine "Bijîşkên me tune ne, em ê eyar bikin û telefonî te bikin." Menaz got: "Lê nekirin. Ez cardin çûm nexweşxaneyê. Cardin heman tişt gotin. Du sal û nîv derbas bûne, hê jî telefon nekirine. Bijîşkê li wir got, ancax keça te bibe 18 salî akribe emeliyat bibe." 
 
Menaz, anî ziman ku zarokên wê diçin dibistanê, lê ji ber ku tahde li wan tê kirin zehmetiyê dikişînin. 
 
ÇÛ, HEW VEGERIYA
 
Menaz, da zanîn ku piştî hatine Enqereyê bi du salan zilamê ku pê re zewicandî ji bo cejnê çûye Sûriyeyê, lê hew hatiye û got: "Got, '20 rojên din ez ê vegerim.' Lê li wir zewicî. Min jî li vir doza devjêberdanê lê kir. Niha ez û 4 zarokên xwe bi hev re dijîn. 3 jê biçûk in. Kurê min ê mezin 20 salî ye. Ew dixebite. Lê kar pir bi dest nakeve. Rojane dixebite. Carinan jî gazî wî nakin." 
 
‘PENÇEŞÊR LÊ PEYDA BÛ'
 
Menaz, destnîşan kir ku nêzî du meh berê teşxîsa pençeşêra pêsîran lê hatiye danîn û got: "Ewilî gava pê hesiyam, min got ez ê bimirim.' Min got, 'Ez bimirim dê kî li zarokan mêze bike.' Lê divê ez li ber xwe bidim. Gava min fêm kir divê li ber xwe bidim, min dev ji girtî berda. Moralê xwe baş dikim. Lê ji bîr min jî naçe. Ez bimirim, dê ev zarok çi bikin? Loma dixwazim zarokên xwe bişînim Sûriyeyê, cem bavê wan. Zarok jî dixwazin biçin cem bavê xwe. Min serî li qereqolê jî da. Lê gotin qedexe ye bi tena serê xwe biçin. Divê yek bi wan re biçe. Lê kesê ku wan bibe jî dê hew vegere." 
 
Menaz, xwest rojek berî rojekê baş bibe û got: "Gotin dê tedawî giran be. Ger rahêlim zarokên xwe û biçim Sûriyeyê ez ê li wir nikaribim tedawî bibim. Loma dixwazim heya tedawiya min biqede zaork li cem bavê xwe bin." 
 
Menaz, destnîşan kir ku naxwaze ji zarokên xwe biqete, lê mecbûr e û got: "Li vir kesî min tune ye. Heya niha carekê ji bo radyoterapiyê çûme. 3 rojan li ser pêyan mam. Bila zarokên min biçin, gava baş bibim ez ê cardin wan bînimcem xwe." 
 
‘EM JI KÊFA XWE RE NEHATINE VIR'
 
Menaz ji bo gotinên wekî "çima dev ji welatên xwe berdane û hatine vira" jî got: "Şer tune bûna em nedihatin vira. Jixwe beriya şer hatine vira qet ne di bîra me de bû. Em ji ber şer reviyan, em ji bo tedawiyê hatin. Em şewitîn. Em bi ambulansê hatin Tirkiyeyê. Em ji kêfa xwe re nehatine vir." 
 
‘BARÊ JIYANÊ GIRAN E, EZ Ê LI BER XWE BIDIM'
 
Menaz, di dawiya axaftina xwe de detsnîşan kir ku ji bo xwe û zarokên xwe têdikoşe û got: "Hewl didim li ser pêyan bim. Ji bo zarokên xwe li ber xwe didim. Ez hem dê hem jî bav im. Pir zehmet e, lê ez ê li ber xwe bidim. Jiyan pir zehmet e, lê dîsa jî ez ê li ber xwe bidim." 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

09/12/2021
09:08 Xizmet ji bo AKP'ê, meaş ji şaredariyê
09:08 Berteka dersimiyan a ji bo krîzê: Em nikarin debara xwe bikin
09:08 Ji ber şewbê liv û tevgera li nexweşxaneyên Rihayê zêde bûye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2021'AN
08/12/2021
16:25 TMMOB’ê serdana malbatên girtiyan kir: Wezîrê Dadê sûc dike
16:19 Parlamenterê berê Aslan hat binçavkirin
16:11 Doza Kobanê: Heyeta dadgehê 2 gazindkeran hilbijart
15:40 Saziya Kontrola Cemaweriyê ji bo Ozkan bersiva ‘lêkolîn biencam nebûye’ da
15:38 Li Mêrdînê tecrîdê şermezar kirin
15:14 Di bin 'kontrola' wezaretê de Ozkan bi koronayê ketiye
15:01 Astengiya polîsan bi berzkirina dirûşmeyan protesto kirin
14:44 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir
14:40 Walîtiya Mêrdînê ku lîstika kurdî qedexe kiribû destûr da ya tirkî
14:37 TJA: Mafê jinan û siyasetmedaran tê binpêkirin
14:32 Cenazeyê Merwan Bedel hat veşartin
14:06 Ji ber şerê Soylû derxist navber dan rûniştinê
13:55 OHD’ê banga beşdariya doza Malbata Dedeogullari kir
13:41 Nobeda Edaletê di roja 23’yemîn de ye
13:39 Xwendekarên Başûr 19 roj in çalakî li dar dixin
13:37 Doza aktîvîsta TJA’yê Ektî hat betalkirin
13:08 Siyasetmedarên iraqî: Êriş ji ber bedengiya hikûmetê pêk tên
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 65’emîn de didome
13:00 9 cenazeyên li Meletiyê hatin teşhîskirin
12:53 Cezayê hepsê li rojnamevan Koçuk hat birîn
12:48 Cenazeyê jinekê di otomobîla ku reviya de hat dîtin
11:53 HDP: Tirkiye dixwaze civaka Êzidî qir bike
11:53 Rojnamevan Dost hat binçavkirin
11:39 TEV-DEM: Kesên ku peyman îmze kirin berpirsyarên êrişê ne
11:28 Polisan li Sîlopiyayê 3 kes binçav kirin
11:23 Malbata Şenyaşar: Em dijîn û li ber xwe didin
11:09 Li bakurê Kurdistanê berf û baran dibare
10:55 Tunç li Serêkaniyê hat veşartin
10:51 Rewşa Ozkan ê rakirin beşa lênêrîna awarte, xeternak e
10:26 Kepolû ya AKP'î ji bo Erdogan pîsta taybet da çêkirin
10:21 Iraqê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê şermezar kir
10:20 CPT: Em geşedanên li Îmraliyê dişopînin
09:54 40 ciwanên ku OPCW'ê protesto kiribûn hatin dersînorkirin
09:43 Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan bi vîrûsê ket
09:43 Nivîskar û siyasetmedarên jin: Em hemû tên tecrîdkirin
09:41 Rojnamevan Keko: Gel tevî hemû zextên PDK'ê û Tirkiyeyê jî terka warê xwe nake
09:32 Mehmet Ocalan: Demildest divê deriyê Îmraliyê bê vekirin
09:30 Pirsgirêka kurd wekî hikûmetên din AKP'ê jî dihejîne
09:28 Beştaş: Êrîşa SÎHA'yê ya Şengalê sûcê şer e
09:27 Mele Ozdemîr: Tu dîn tahdeya li cenazeyan qebûl nake
09:17 TÎHV: ATK raporên bîrdozî dide
09:16 Ari: Heya pirsgirêkên civakî çareser nebin dê aborî baş nebe
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2021'AN
07/12/2021
16:59 Li Sêmalka helwesta PDK’ê hat şermezarkirin
16:40 Ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyên li seranserê cîhanê hat kirin
16:40 Di êrişa SÎHA’yê de Hevserokê Desteya Rêveber Bedel jiyana xwe ji dest da
16:10 PDK ku ji êrişên DAIŞ'ê re bêdeng e çekan sewqî Şeladizê kir
16:00 Levent Tuzel beraet kir
15:58 Nobeda Edaletê di roja 22'yemîn de ye: Deng û qîrîna me bibihîzin
15:17 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî 10 roj in di çalakiya grevê de ne
15:15 HDP'ê derbarê êrişên DAIŞ'ê de daxuyanî da
15:05 Doza konutên Çiyayê Kirklarê hat taloqkirin
14:53 Belavokên li dijî hişbirê qedexe kirin
14:51 Rojek navber dan Doza Kobanê
14:36 Artêşa Tirk êrişî Şengalê kir
13:55 ‘Ne ji qesrê re ji gel re budçe'
13:54 15 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
13:46 Nobeta Edaletê di roja 22’yemîn de ye
13:38 Ji Rêveberiya Xweser serdanên dîplomatîk
13:37 Li Herêma Kurdistanê xwendekar terka kuçeyan nakin
13:32 Ebdî li dijî êrişên DAIŞ’ê banga yekitiya neteweyî kir
13:31 KESK’ê banga beşdariya mitîngên krîza aborî kir
13:16 Li Basrayê teqîn pêk hat: 7 kes mirin 9 kes jî birîndar bûn
12:59 Malbata Şenyaşar: AKP hene edalet tune ye
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin