Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet

  • rojane
  • 09:09 9 Kanûn 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Derket holê ku Fermandarê Cendirmeyan ê Dêrikê yê berê Serdar Batûr, tevî hin cerdevanan çeteyek ava kiriye û bi vê çeteyê re beranberî bertîlê kadroya cerdevantiyê firotiye û mazota qereqolê û kincên eskeran ên aydê qereqolê dizîne. 

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê derket holê ku fermandarên qereqolê û hin cerdevanan çeteyek ava kirine û bi vê çateyê gelek sûc kirine. Li gor agahiyên bi dest ketin Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di sala 2016'an de bi îxbarekê derbarê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Dêrikê yê berê Serdar Batûr /Batar), Fermandarê Beşa Xizmeta Muhafizê Îbrahîm Halîl Zorlûoglû, cerdevan Tarik Tekîn, Abdûllah Ozyilmaz, Bahrî Dûrmaz, FErhan Korkmaz, Mehmet Akgyn û Mehmet Şîrîn Başaran û kardêr Necat Esdal de lêpirsîn daye destpêkirin. 
 
Piştî lêpirsînê şopandina fizîkî û teknîkî hatiye destpêkirin. Di Gulana 2016'an de Serdar Batûr jî di nav de 9 kes hatine binçavkirin û paşê hatine girtin. Ev kes piştî 4 mehan hatine berdan. Lêpirsîna ku zêdetirî 5 salan dewam kir, çend meh berê temam bûye û dozgeriyê derbarê 9 kesan de bi sûcên "bertîlstendin, avakirian rêxistina sûcî û birêvebirina vê rêxistinê û endamtiya vê rêxistinê" îdianame amade kiriye. 
 
BI BERANBERÎ 10 HEZAR TL'YAN KADROYA CERDEVANTIYÊ
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku çete ji aliyê Tarik Tekîn ve hatiye avakirin û ji aliyê Serdar Batûr ve jî hatiye birêvebirin. Di îduanameyê de hatiye destnîşankirin ku endamên çeteyê ji kesên ku xwestine bibin cerdevan 10 hezar TL bertîl stendine û paşê kadroya cerdevantiyê dane wan. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Tekîn kesên ku xwestine bibin cerdevan peyde kirine û Batûr jî lîsteya ku dê ji walîtiyê re bişîne amade kiriye. 
 
Di îdianameyê de hevdîtinên telefonê yên endamên çeteyê jî hatine bicihkirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di hesabên endamên çeteyê de 120 hezar TL hatiye dîtin. 
 
DIZIYA PETROLÊ
 
Di îdianameyê de Fermandarê Qereqolê Batûr û Fermandarê Muhafizan Îbrahîm Halîl Zorlûoglû bi hin tiştên din jî hatine sûcdarkirin. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku Batûr û Zorlûoglû ferman dane eskeran ku sotemeniya di bin banê fermandariyê de têxin wesayîtên sivîl û bi vî awayî bi hezaran lîre pere bi dest xistine. Her wiha di îdianameyê de li gor îfadeya bersûcekî petrola Xeta Kerkûk-Yûmûrtalikê jî hatiye dizîn. 
 
KINCÊN ESKERAN FIROTIN
 
Di îdianameyê de hatiye gotin ku Batûr û Zorlûoglû malzeme û pêdiviyên ji bo qereqolê nehatine stendin jî wekî hatibin stendin nîşan dane û ji bo vê fatûre dane çêkirin. Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku kincên eskeran jî radestî eskeran nehatine kirin, lê wekî ku eskeran ew teslîm girtibin îmze dane û bi vî awayî sûcê zîmmetê hatiye kirin. Hat tespîtkirin ku Batûr û Zorlûoglû kincên eskeran firotine. 
 
Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku fermandarê qereqolê tevî Tarik Ekîn û ajovanên xwe araq vexwarine û qeza kirine û piştî qezayê di wesayîtê de bombe û çek hatine dîtin û fermandarê qereqolê bombe û çekên di envantera qereqolê de dane ser navê xwe. 
 
DANIŞÎNA EWIL
 
Danişîna ewil a 9 kesên bi awayekî negirtî tên darizandin, di 7'ê Kanûnê de hat lidarxistin. Bersûcên tevli danişînê bûn tiştên pê tên sûcdarkirin qebûl nekirin. 
           
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

13/12/2021
11:42 Nobeda li Sêmalka di roja 70’yî de didome
11:33 Hezar rewşenbîran bang kir: PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin
11:32 ‘Tecrîdê di cenazeyê Garîbeyê de jî xwe nîşan da’
11:31 Ji rojnamevan Suren re hem beraet hem ceza hat xwestin
11:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
10:48 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî didome
10:43 Derbarê kongreya HDP'a Stenbolê de gilî hat kirin
10:42 Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike
10:10 Zilamekî li Şirnexê jinek qetil kir
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn