Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe

  • rojane
  • 16:11 9 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş peyama piştgiriyê ji bo Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş şand û got: “Wê êdî ev zilm dirêj dom neke. Em ê zemîna aştiyê ava bikin.” 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan ji bo werinberdan li Baroya Amedê di roja 24’emîn de Nobeda Edaletê berdewam kirin. Îro hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş, Serokê Baroya Rihayê Nahît Eren, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îlknur Acar serdana malbatan kirin. 
 
'EM Ê PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN’ 
 
Başak Demîrtaş di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê piştevaniya bo malbatên girtiyên mezintir bikin. 
 
Fevziye Kolakan a xizmê girtî diyar kir ku ew vê çalakiyê ji bo tevahiya girtiyên nexweş li didomînin û heta ku edaletek birûmet were û girtiyên nexweş werin berdan dê çalakiya xwe bidomînin û xwest zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. 
 
Pişt re nameya piştgiriyê ya ku Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ji bo malbatan bi kurdî û tirkî şandibû hat xwendin. Nameya bi tirkî hevjîna wî Başak Demîrtaş û nameya bi kurdî jî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan xwend. 
 
Nameya Demîrtaş wiha ye: Dayikên qedirbilind, malbatên birûmet ên rêhevalên me yên zindanî,
 
“Bi germahî û kûrahiya nava dil we silav dikim û têm destê dayikên xwe. Sekn û serbilindiya we ya li hember zext û zordariyê, ya li hember tundî û tûjiyê silav dikim. 
 
LI TU DEVERÊ MÎNAKA VÊ DIJMINIYÊ TUNE YE
 
Ji ber zext û zordariya serdestan ku ne sînor jê re heye ne jî exlaq, her roj bêhiqûqiyên nû li ser hevalên me yên zindanî ku tu carî serî li zilmê netewandine tên ferzkirin. Nexasim miameleyên dermirovî li girtiyên nexweş tên ferz kirin. Bi wan miameleyên ku êdî sînorên hiqûqa dijminahiyê jî derbas kiriye, hevalên me yên bi nexweşiyên giran û li ber mirinê ji hêla sîyasî ve yeko yeko tên qetilkirin. Herwiha bi hincetên pûç û vala yên wek qanûna nû ya înfazê, azadiya hevalên me yên ku cezayê xwe qedandine tê astengkirin. Ango azadiya zindaniyên ku ev 30 sal e di hepsê de ne li wan dikin minet. Li tu dera dinyayê û di tu zagonên înfazê yên cezayê de mînaka vê qerezê û vê dijminiyê tune. Ev di qada hiqûqa navneteweyî de jî binpêkirin û sûcekî giran e di warê mafê mirovan de. 
 
Dixwazim careke din û bi taybetî bînim ziman ku li cem me şewata hemû dilan û hêsirên hemû çavan ên dayikên ku di oxira zarokên xwe de dirijînin yek in û biqîmet in. Yê dubendî û cûdahiyê dixe nava dayikan jî AKP bi xwe ye û yê ku hêvî û bendewariyên dayikan dike amûra berjewendiyên xwe yên sîyasî jî AKP bi xwe ye. Hêvî û bendewariyên wan ku rojek berî rojê dixwazin bigihêjin zarokên xwe. 
 
Tevî ku daxwaza malbatên li ber avahiya HDP li meclîsê bi hêsanî dikare bê çareserkirin yê ku ji ber berjewendiyên xwe yên erzan ên sîyasî berê wan dide avahiya HDP dîsa AKP bi xwe ye. Bes ji bo ku vê li ser HDP bike amûra propagandayeke kirêt yê ku malbatan îstîsmar dike AKP bi xwe ye. 
 
Çi malbatên zindaniyan çi Dayikên Kitanspî çi jî malbatên li ber avahiya HDP divê zanibin ku yê rê li çareseriya van pirsgirêkan digire AKP bi xwe ye. Ji ber azweriya jiyaneke zêrûzîvîn wek a paşayan û çavsoriya meqam û payeyan a desthilatdariyê, bi mîlyonan însan di bin nîrê zext û zordariyê de dinale, difetise, tahdeyê dibîne û neçarî xizaniyê bûye. Tu dilê vê îqtîdarê tune pirsgirêkeke herî biçûk jî çareser bike. Divê ev baş bê zanîn û li gor vê gav bên avêtin. Jêderka pirsgirêkên li hepsê û zordariya li derve yek e.
 
Heta ev desthilatdarî di sindoqê de têk neçe, safîbûna pirsgirêkên heyî li hêlekê, pirsgirêk her biçe wê zêdetir bibin û bibin gerînek. Lewma divê tu kes ber bayê bendewariya AKP nekeve, pê nexape û tiştekî jê nexwaze. Hêza çareseriyê jî navnîşana çareseriyê jî em in; vîna me û hêza me ya rêxistinî ye. 
 
EM BI XWE HÊZ IN 
 
HDP êdî hêza avakir a pêşerojê û alternatîfa rêveberiyê ye. Her wekî sala 1923an di sala 2013an de ango di salvegera 100an a komarê de jî emê bi rola xwe ya eslî û jinûveavakir rabin.  Lê vê carê emê amade, bi rêxistinî û bi pêşbîn bin. Gelê Kurd ku avakirê eslî yê Tirkiyê ye, tevî pişaftin, zext, zordarî û tunehesibandina salan li ser piya maye û îro bi hemû taybet û heybeta xwe di qada sîyasetê de ye. Kurdan, wek gelek caran vê carê jî jidilî û rasteqîniya xwe bi Helwestnameya HDP diyar kirin ku dixwazin bi civaka Tirkiyê re di nava hev de lê wekhev, bi aştî û aramî bijîn. Lê desthilatdar bi lezdana girtina HDP û bi operasyonên nû bersiv da vê helwestnameyê. Lewma jî AKP ji bo me ne hêza çareseriyê lê hêza zext û zordariyê ye. 
 
EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN VÎ WELATΠ
 
Dayikên qîmetdar û malbatên rûmetdar bila bawer bikin ku ev zext û zordarî êdî wê dûvdirêj nebe. Wek zarokên xelkê xwe yê kedkar û xizan, di zindanan de emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Emê bi destên xwe û bi têkoşînê rê li ber demokrasî û aştiyê vekin. Emê bikin ku hemû dayik bigihêjin zarokên xwe, çi dayikên zarokên wan li çiya, çi dayikên zarokên wan zindanî çi jî dayikên zarokên wan li leşkeriyê ne. Emê aştiyê bînin vî welatî, ne kesek an jî hêzeke din. Em bi îradeya gelê xwe bawer û bi xwe ewle ne. Emê teqez bi ser bikevin. 
 
BANGA JI BO MUXALEFETÊ
 
Bi vê minasebetê banga min li hemû partiyên muhalif ew e ku serê xwe bi rewşa girtiyên nexweş re bêşînin, bi meseleya girtiyên înfaza xwe qedandî lê nayên berdan re eleqadar bibin û demildest bixin rojeva xwe. Divê rojeva ewil a meclîsa nû ku wê piştî hilbijartinê ava bibe ev be û bi verastkirineke qanunî ev neheqî û derhiqûqî demildest bê çareserkirin. Emê jî vê mijarê hem bişopînin hem jî ji bo pêkanîna wê tê bikoşin. Divê neyê jibîr kirin ku sala 2014an tevî ku AKP bi awayekî aşkere soz dabû, girtiyekî tenê jî berneda. Tew di vê pêvajoya zilmê de bendewariya ji AKP saxikî ye. Ji ber vê, yekane rê ji me re têkoşîn e ku vîna gel veguherîne hêza çareseriyê û bigihîne îqtîdarê. Em sekna van malbatên xwe jî bi vî hawî dinirxînin û qedireke mezin didinê. 
 
Em ê ji aliyekî ve li hember zilmê li ber xwe bidin ji aliyê din ve hêviya xwe xurttir bikin. Qet nehêlin reşbînî bi semta we bikeve. Em ji her carê xurttir, mezintir û bi qeys û qerar in. Bila dilê we rihet, bêhna we fireh be. Emê bi ser bikevin, emê teqez biser bikevin.  
 
Dayikên qedirbilind, wek lawekî we, careke din têm destê we, bi hezkirin û hûrmetdarî we hemûyan silav dikim. Bi hêviya hevdîtina di rojên azad de… 
 
Selahattin Demirtaş Girtîgeha Edirneyê.”
 
BANG
 
Pişt re Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş axivî û peyama dayikan ji bo her kesî heye ku piştevaniya nobeda wan edaletê bikin. 
 
'BERXWEDANA ME WÊ BIDOME’ 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û destnîşan kir ku wê têkilarî daxwazên malbatan de berxwedana xwe bidomînin û her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û niha rewşa Mehemt Emîn Ozkan giran e û bi koronayê ketiye û ew naxwazin girtî bimirin. 
 

Sernavên din

16/12/2021
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin