'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'

  • rojane
  • 09:15 10 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl nerazîbûna xwe ya ji bo astengî û qedexeyên kêfî yên Walîtiya Şirnexê ji bo lidarxistina çalakiyan daye dan nîşandan û gotin: "Wê nikaribin bi rêbazê Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî pêşiya tekoşîna me bigirin"

Rewşa Awarte (OHAL) ku piştî derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiye û bajarên herêmê ket meriyetê, li herêmê hê jî didome. Pêkanînên Rewşa Awarte  di heman demê de azadiya gelê herêmê jî binpê dike. Li  herêman çalakiyên demokratîk ên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyas tên astengkirin. Yek ji van bajaraên ku çalakî lê tên qedexekirin jî Şirnex e. Li Şirnexê her çi qas ji aliyê Walîtiya Şirnexê  ve bi awayeke fermî qedexekirina çalakiyan neyê ragihandin jî, lê hema bibêje hemû çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên ne nêzî îqtidarê ji aliyê polîsan ve tên qedexekirin. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Sebahattîn Denîz û endamên sendîkayan bertek nîşanî van pêkanînan dan. 
 
'TIRKIYE VEGUHERANDIN CEHNEMÊ' 
 
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sebahattîn Denîz, diyar kir ku qedexe li dijî partiya wan tên ragihandin û wiha axivî: " Piştî ku Rewşa Awarte bi dawî bû, li Kurdistanê bi taybetî jî  li Şirnexê pêkanînên wê berdewam kir. Hikûmeta AKP û MHP’ê di van 5-6 salên dawî de Tirkiye veguherandin cehnemê. Niha li Şirnexê her 15 rojan çalakîyan  qedexe dike. Bi taybetî jî ji bo pêşî li girtina çalakiyên xebat û çalakiyên partiya me ev qedexeye tên ragihandin. Lê em bi  her awayî  li qadan in. Em weke HDP’a Şirnexê li ser vê bingehê xebatên xwe  didin meşandin. Bi rêbazê Rewşa Awarte û qanûnên leşkerî wê nikaribin pêşiya tekoşîna me bigirin." 
 
'EM Ê TEBIKOŞIN' 
 
Denîz, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser daxuyaniyên Walitiyê yên 'aramiyê'  û got: "Ev daxuyaniyên Walî ne dilsozin.  Ji ber ku ew jî dema ku diçe Cûdî bi balafirê diçe. Ji xeynî wan û kesên ku nêzî wan kesek nikare biçe wan herêman. Welatiyên li van herêman dijîn jî bêyî ku nasnameya xwe radestî qereqolên gundan bikin nikarin biçin gundên xwe. Li dijî van  astengiyan jî weke HDP  qasî ku ji destê me tê tedikoşin. Em dixwazin li şûna li ber avahiyên partiyê derbikevin qadan. Em daxwaz dikin ku  qadên heyî yên li bajaran bi kar bînin. Lê em rastî astengiyên wan tên.  Ji bo şikandina her cure zext û astengiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'BI KEYFÎ TÊN ASTENGKIRIN' 
 
Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Şirnexê Murat Ozbey jî bertek nîşanî qedexeyan da û ev tişt got: " Walîtiya Şirnexê ev demeke dirêj e li vî bajarî di bin  biryarên Rewşa Awarte de  îmze diavêje. Mafê me yê  herî demokratîk bi qedexeyên keyfî tê astengkirin. Lê dema ku sendîka û girseyên ku nêzî hikûmetê  bêyî destûr li ku derê û kengî bixwazin dikarin çalakiyên xwe pêk bînin. Û xuya ye ku ev astengî tenê li dijî me ne.  Em van pêkanînan qebûl nakin. Ev sendîkaya bi îdiaya avakirina civakeke saxlem derketiye holê û hem li dijî neyînîyên Wezareta Tenduristiyê û hem jî li dijî neheqiya rêveberiya nexweşxaneyê ya li ser me tekoşîn dide. Lê lê  aliyekî ve jî li dijî qedexeyên Walîtiyê bajêr tekoşînê didin.Em tu caran dev ji tekoşîn dayinê bernadin.   Em vê hişmendiya qedexekar a Walîtiyê û polîtîkayên wî bi  têkoşîna xwe  teşhîr bikin.Em ê li  hemberî hemû neyîniyan têkoşînê mezin bikin. Ji tekoşînê pêvetir  çareya me nemaye."
 
'AZADÎ TUNE YE' 
 
Ozbey, anî ziman ku li herêmê li ser navê azadiyê tiştek tune ye û wiha domand: "Li Cûdî, Gabar û Bestayê daristan tên tunekirin.  Zext li gundiyan tê kirin ku darên xwe bibirin. Û her wiha ji kesên nêzî hikûmetê re îhale tê kirin. Bi salane li ser herêmê polîtîkayeke taybet tê meşandin. Lê dema em li daxuyaniyên Walîtiyê dinêrin, tê gotin ku her der serbeste û welatî dikarin biçin her derê. Lê em dibînin ku gelê me nikarin biçin van herêman û karên sewalkarî û çandiniyê bikin.  Ev herêm her  tim qedexene. Bihêlin li bejahiyê, li navenda bajêr em nikari mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.  Tenê di ketina Şirnexê de gelek nuqteyên kontrolê re derbas dibin.  Û di her kêliyê de, cerdevanek an jî polîsek dikare were û nasnameya we ji we bixwaze. Bi rastî ev zextek psîkolojîk e. Em dikarin vê zextê hem weke kes û hem jî weke civak hîs bikin. Li vî bajarî wekî ku tê fikirîn azadî tune ye, li vî bajarî wekî ku tê fikirîn serbestî tune ye. Ev azadî tenê ji bo hin aliyan hene. Partiyên siyasî û STKyên ku di vê civakê de bertek nîşan didin, her carê bi qedexeyan re rû bi rû dimînin."
 
'EM Ê TEQEZ BI SERBIKEVIN'
 
Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtim Sen) Adnan Şenbayram, jî da zanîn ku herêm bi rêbazên OHAL'ê tê birêvebirin û got: "Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, li  Tirkiyeyê bi taybetî jî li Şirnexê  polîtîkayên çewisandinê hatin  meşandin. Û bi vî rêbazî li  dijî sendîkayên ku têkoşîna kedê dimeşînin zext û gef dixwin. Em nikarin bernameyên xwe li dar bixînin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Her xebateke me tê astengkirin.  Me berê jî mînakên vê yekê dît. Kengî em  hewl bidin ku  plansaziyekî çêbikin û  daxuyaniyekî bidin çapemeniyê bi hinceta biryarên Walîtiyê tên astengkirin. Weke sendîkayên ku têkoşîna kedê didin û weke endamên sendîkayan  me tu carî serî netewand û em ê  serî netewînin jî.  Li dijî her cure zext û astengiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê ev têkoşîn ne tenê tekoşîneke takekesî be, divê veguhere têkoşîneke civakî.  Em ê li dijî neheqî, bêhiqûqî û pêkanînên dijdemokratîk  têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez bi ser bikevin û ji tekoşîn dayinê jî tawîz nedin.
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

16/12/2021
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin