Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan

  • rojane
  • 16:55 10 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz Serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan kir û ev tişt got: "Weke jinên kurd em ê dengê xwe li dijî polîtîkayên tecrîdê bilind bikin."
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 25’emîn de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajaran ên Amed, Mêrdîn, Sêrt, Elih, Bedlîs û Şirnexê tevlî daxuyaniyê bûn.
 
HIQÛQ DIJMINAHIYÊ 
 
Di destpêkê de Hevseroka HDP’a  Amedê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy, diyar kir ku edalet ji bo her kesî pêwîst e û wiha got: “Îro 10 'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye lê binpêkirina mafên mirovan duh xwe dîsa da nîşandan. Garîbe Gezer duh bi şev li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F'yê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di demên dawî de li girtîgehan hiqûqeke dijminane tê meşandin. Her wiha dayikên bu bi rojan in ji ber bêdaletiyê û bêhiqûqiyê ku li girtigehan tê jiyîn di nobetê de ne. Em jî bi vê minasebetê îro li vir in.”
 
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' 
 
Li ser navê TJA’yê aktîvîsta TJA’yê Şukran Çelebî axivî û nobeta xizmên girtiyan silav kir. Çelebî, destnîşan kir ku ew ê li dijî bêhiqûqî û bêedaletiyê têbikoşin û wiha axivî: "Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê û helwesta dijminane ya li hemberî gelê xwe têbikoşin. Li Tirkiyeyê li girtîgehan girtîgeh tênê hiştin û cezayê muebbetê li girtiyan tê birîn. Em wek TJA, wek dayikan û wek jinên têkoşer li hemberî vê zilmê serî natewînin û em ê tu carî serî netewînin. Em dibêjin bi rêya aştî, hiqûq û demokrasiyê jiyanek wekhev daxwaz dikin lê belê ew li hemberî van daxwazên me bi zindanan û bi zordestiyê bersivê didin.”
 
‘WÊ TÊKÇÛN BI TEKOIŞÎNA DAYIKAN BE' 
 
Piştî Çelebî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û ev tişt anîn ziman: "Tirkiye ji bo veşartina pirsgirêkên xwe zilm û zordestiya li dijî kurdan ji xwe re wek rêbazekê daye pêşiya xwe. Dayikên me bi salan e ji bo ku mafên mirovan neyê binpêkirin û ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin. Ji ber ku îro li Tirkiyeyê edalet nemaye. Wekî ku Emîne Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê gotibû edalet di binê erdê de ye, îro dayikên me ji bo lêgerina edaletê têdikoşin. Qarneya Tirkiyeyê di hêla mafên mirovahiyê de lawaz e. Îro ya herî zêde mafên mirovahiyê binpê dike Tirkiye ye. Tirkiye herî zêde bi zilm û zordestî û bi çûyîna darazê dixwaze xwe li ser piyan bihêle. Ji ber vê yekê jî herî zêde li ser girtîgehan zilm û zordestiya xwe dimeşîne. Lê yê ku plana çokdanînê dabûn pêşiya xwe îro çok danîne û wê têk biçin. Têkçûyîna rejîma wan jî wê bi têkoşîna dayik û jinan be.” 
 
TECRÎD
 
Aydenîz, di berdewamê de balê kişand ser tecrîdê û têkildarî mijarê wiha axivî: "Polîtîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê dibe. Destpêkê li Îmraliyê dest pe kirin, lê îro li ser tevahiya beşên civakê tecrîd tê meşandin. Weke jin û dayikên kurd em ê dengê xwe li dijîm tecrîdê bilind bikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo dayikan jî bidomînin."
 
WAN 
 
Nobeta bı heman rengî ya li Baroya Wanê hatibû destpêkirin jî di roja duyemîn de berdewam kir. Xizmên girtiyên Îbrahîm Alkan, Emrah Abî û Sînan Karelî demekê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî nobet girtin. 
 
 
 

Sernavên din

11/12/2021
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin
19:40 Xwişka Garîbe Gezer: Bawer nakim xwe kuştibe
18:27 Garîbe Gezer a di Girtîgeha Kandirayê de jiyana xwe ji dest da
17:01 Bavê Kaçmaz: Soylû ji bo mirovan bi hev bide kuştin derewan dike
16:39 Ji bo girtiyan çalakî berbelav dibin: Li Wanê jî Nobeda Edaletê hat destpêkirin
16:11 Demîrtaş ji bo malbatên girtiyan peyama piştevaniyê şand: Wê êdî ev zilm dirêj nebe
15:39 Bersiva ji bo Erdogan: Bila bê Botanê em wî bibînin
15:11 Hevdîtinê ji girtiyê îşkence lê hatiye kirin re qedexe kirin
15:10 Di 11 mehan de 915 kesan ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye
14:18 KONDA: Herî zêde neheqî li jin û kurdan tê kirin
14:18 Dozger dîsa kiryarên malbata Şenyaşar nedît!
13:54 Di doza 'Komîteya Zindanê' de biryara beraetê
13:33 Doza Hêlîn Şen wê ji nû ve were lidarxistin
13:20 Rêxistinên elewiyan: Ji qetliyama li Dersimê tê kirin re bêjin na
13:01 Di Doza Kobanê de careke din daxwaz hatin redkirin
13:01 Li Zapê şereke dijwar derket: 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da
12:43 Înfaza Elçîçek ku 22 sal in girtî ye hat sekinandin
12:34 Kiliçdaroglu serdana Emîne Şenyaşar kir: Ez ê vê dozê bişopînim
12:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:48 Li Girtîgeha Kiriklarê amûrên taybet ên girtî Akiş desteser kirin
11:26 Danişîna 6 rojnamevanan hat taloqkirin
11:26 Nobeda li Sêmalka di roja 66’emîn de didome
11:25 Şaredariya Farqînê ji bo hewzê daran birî
11:25 Îşkence li rêveberê HDP’ê hatiye kirin
11:04 Yagizay ê bi CPT'yê re hevdîtin kir: Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê
10:43 Li Wanê berdana 5 girtiyan tê astengkirin
10:27 Rapora Girtîgeha Turkoglûyê: Lêgerîna tazî didome
09:59 Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
09:35 Nûnerên partiyên siyasî: Dengê kolanê wê têkçûna îqtidarê bi leztir bike
09:31 ‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'
09:09 Dadgehê ji ber firotina pisîkê ceza li wan birî
09:09 Esker û cerdevanan çeteyek ava kir: Bertîl, diziya mazotê û zîmmet
09:09 Serokê Baroya Şirnexê: Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cî nayne