‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’

  • rojane
  • 16:39 11 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 507’emîn ya çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku mînaka vê ya herî dawî Garîbe Gezer e. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hefteya 507’emîn a çalakiya “Rûniştina F” li avahiya komeleya xwe li dar xist. Di çalakiyê vê hefteyê de rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin hat bibîrxistin. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan were berdan” hat vekirin. Parêzera Garibe Gezer a di encama îşkenceya sîstematîk de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da, Jiyan Tosûn jî beşdar bû. 
 
‘BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN KUŞTIN’
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn ê di daxuyaniyê de axivî, qala mirina Gezer kir û diyar kir ku girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tên kuştin. Acettîn dazanîn ku, tevî qanûn, peyman û belgeyên neteweyî û navneteweyî jî, mafên girtiyan tên binpêkirin û îşkence li wan tê kirin û bi lêv kir ku cînayeta Gezerê, delîla herî mezin a vê yekê ye. 
 
‘EM Ê BIBIN ŞOPDAR’
 
Acettîn, bi bîr xist ku Gezer ji ber îşkenceyên rayedarên girtîgehê gotibû “ez dixwazim dengê min were bihîstin” û wiha got: “Ji bo binpêkirinên mafan werin astengkirin ji derve piştgirî xwestibû. Lê tu rayedaran ev îdîa lêkolîn nekirin, bûyer paşguh kirin û cenazeyê Garîbeyê ji wir derket. Weke Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ji bo sedemê rast ê mirina Garîbe Gezer derkeve holê û her faîlê ew anî vê astê were cezakirin em ê şopdarên bûyerê bin.”
 
‘BAL KIŞAND SER REWŞA OZKAN’
 
Acettîn, qala rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ê 25 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ozkan ê nikare bimeşe, nikare biaxive, pirsgirêkên wî yên giran ên bihîstin û dîtinê hene, bi alîkariya kurê xwe yê ku ew jî girtî ye dikare bijî. Mehmet Emîn Ozkan li gel temenê xwe yê pêşketî hê jî di girtîgehê de tê ragirtin û nexweşiya wî ya giran ji bo mafê wî yê jiyanê gefeke giran e. Ozkan ê hema bibêje ne mimkûne ku baş bibe, heke serbest were berdan wê zêdetir bikaribe bijî û rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike û tedawî û lênerîna wî di şertên baş de dê were domandin.”
 
Acettîn, bang li rayedaran kir ku ligel Ozkan ji bo berdana hemû girtiyên nexweş, pîr, astengdar û nexweşên bi zarok erka xwe bi cih bînin û mafê wan ê jiyanê biparêzin. 
 
TECRÎDÊ GARÎBE KUŞT
 
Pişt re parêzera Gezer, Jiyan Tosûn axivî. Tosûn, bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya ser girtiyan û wiha got: “Her çend Saziya Tiba Edlî mirina Gezer ronî nekiribe jî sedemê mirina wê tecrîd e. Tişta li cenazeyê wê hatiye kirin jî cihekarî û mûameleya nebaş e. Ev jî nîşandana hiqûqa dijminatiyê ye.”
 

Sernavên din

16/12/2021
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da
14/12/2021
20:36 Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan
20:30 Danişîna doza Komkujiya Konyayê hat taloqkirin
18:07 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
17:45 Cenazeyê Akkûş hat veşartin
16:59 ‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’
16:51 Çetîn Dedeogullari: Dozger yek bi yek berda, wan jî malbata min qetil kir
16:37 Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî bi CPT'iyê re hevdîtin kir
16:16 Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin
16:14 Wê li Amedê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ben şermezarkirin
15:56 ÎHD: Li Îmraliyê pêşniyarên CPT û rêgezên Mandela tune tên hesibandin
15:40 Kujerê Komkujiya Konyayê beriya komkujiyê li 4 bajaran li hotêlên luks maye
15:39 Doza çalakiya greva birçîbûnê taloq bû
15:19 Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin
14:55 Li pêş Edliyeya Amedê pevçûn derket
14:47 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê dev ji jiyana xweser bernedin
14:36 Girtiyê sewqî Edenê hatiye kirin 22 roj in di qarantînayê de ye
14:22 DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê
13:14 Zarokê ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
13:07 Parêzerên çûna wan a Îmraliyê tê astengkirin serlêdana hevdîtinê kirin
12:36 Salvegera qedexeya Cizîrê: Wê kurd serî netewînin
12:21 Ferît Şenyaşar: Dozgerê ku dibêje ‘kiryar nediyar’ sûc dike
12:21 Belgefilma hunermend Silo Qiz hat çêkirin
11:55 115 roj in paneberên kurd di destê OSO’yê de dîl tên girtin
11:48 Danişîna Doza Konyayê dest pê kir
11:24 Nobeta li Sêmalka di roja 71'an de didome
11:23 Ferhat Encu yê bû Hevserokê HDP’a Stenbolê: Ew ê têk biçin û em ê bi ser bikevin
11:22 Faîlê kuştina Nazîk Sancar hat girtin
10:34 Li Sêrtê li qeraxê rê 2 cenaze hatin dîtin
10:03 ‘Şahidê veşarî’ yê di doza Garîbe Gezer de 5 sal in winda ye!
10:03 Li Nisêbînê yek jê zarok 3 kes hatin girtin
10:00 1003 kesan kampanya îmzeyê dan destpêkirin
09:59 Li Esenyûrtê agir bi avahiyekê ket: 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:53 Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê
09:12 Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin
09:12 Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê
09:11 'Neberdana Tûglûk li dijî mirovahiyê ye'
09:10 Ji ber gotina "şer" înfaza girtiyê siyasî şewitandin
09:10 Ji binçavkirina wî têr nabin!
09:10 Prof. Dr. Bîçer: ATK li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN
13/12/2021
18:49 Oluç: Li Banka Navendî operasyona diziyê tê kirin
17:06 ‘Bila faîlên Gezer bên aşkera kirin û cezakirin’
17:01 Serdana Amarayê kirin: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:48 Başaran: Em ê ji berpirsiyaran hesab bipirsin
16:21 Serdana gorên malbata Dedeogûllari kirin
15:57 Li ber girtîgehê bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
15:56 Nobeta Edaletê ya li Wanê di roja 5’emîn de ye
15:47 Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike
14:15 Endamên Bajar serdana malbata Şenyaşar kirin
14:05 Derbarê girtiyên mirina Gezer protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:02 LaWje li Stenbolê konsertekê dide
13:22 Li Hevseroka MEBYA-DER’ê 10 sal ceza birîn
13:20 Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine
13:06 Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin
12:23 Zarokê di bin daran de ma jiyana xwe ji dest da
12:18 Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:42 Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin