Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê

  • rojane
  • 09:09 17 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNEX - Keça Ayşe Bûrûntekîn a ku di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da û cenzeyê wê 7 rojan li cem zarokên wê di heman odeyê de ma got: "Tişta herî zehmet jî ew bû, dema birayê min Rustem diçû pêsîra diya min vedikir û şîr dixwest."
 
Ji kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyayê hat îlankirin û 37 rojan dewam kir de jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî dayika 9 zarokan Ayşe Bûrûntekîn (40) bû. Bûrûntekîn, di 20'ê Kanûna 2015'an de gava hewl dide biçe cem cîranan ji bo zarokê xwe yê 6 mehî şîr bîne ji hêla tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê wê 7 rojan li malê li cem zarokên wê di heman odeyê de mabû. 
 
Keça wê ya mezin Hatîce Bûrûntekîn, piştî qetilkirina dêya xwe jê li xwişk û birayên xwe mêze kiriye. Piştî mirina dêya wê birayê wê Rûstem ku wê çaxê 6 mehî bûye, bi salan wê wekî dêya xwe zanibûye û piştî hebikekî mezin bûye pê hesiyaye ku ne dêya wî, xwişka wî ye. 
 
CENAZEYÊ WÊ 7 ROJAN LI CEM WAN MAYE
 
Hatîce Bûrûntekîn, anî ziman ku tişta wan bi çavên xwe dîtiye hovîtiyek mezin bûye û wiha behsa wê roja dêya wê hatiye qetilkirin kir: "Dayika min di 20'ê Kanûna 2015'an de, di dema qedexeya derketina derve de ji bo ku ji birayê min ê 6 mehî re şîr bîne xwest biçe cem cîranê me. Dema ku diya min derket dengê çekan hat. Bi dengê çekan re me xwe avêt derve. Me çawa derî vekir, dêya min kete erdê. Me hewl da em wê bînin malê. Me ew anî. Me nizanibû ku iyana xwe ji dest daye. Me digot birîndar e. Em ku ambulans, midûriyeta polîsan û qereqolê geriyan, lê kesek nehat. Cenazeyê dayika min hefteyekê li gel me di heman odeyê de ma. Birayê min ê 6 mehî diçû pêsîra diya min vedikir û dixwest şîr vexwe. Lê nedikarî. Ji ber ku nedikarî jî digiriya. Piştî ku hefteyek fi ser re derbas bû, gotin wê derûniya malbatê xirabe cenaze bi sedyê birin. Dema ku welatiyan cenaze derxistin jî gule reşandin. Cenazeyê dayika min bi zorê heta mizgeftê birin. Ji me re gotin, 'Ji vir derkevin.' Em ji ber wan zextan derketin. Lê cenazeyê dayika min li vir ma. Pişt re ji me re gotin em ê cenazeyê we bidin. Lê me kir û nekir cenaze nedan me. Cenazeyê dayika min bêyî me birin morga nexweşxaneyê. Pişt re cenaze birin sînorê Xabûrê. Ji wir jî ji bo rapora otopsîyê birin nexweşxaneya Şirnexê. Ev tişt hemû bêyî me kirin. Pişt re bavê min li wan geriya û pirsa cenazeyê dayika min kir. Ji bavê min re gotin, 'Me cenaze di goristana bêkesan de veşartiye.' Li me kir nekir me cenazeyê dêya xwe nedît. Herî dawî bi testa DNA'yê me cenazeyê dayika xwe ya definkirî teşhîs kir."
 
'BIRAYÊ MIN JI MIN RE DIGOT DAYÊ' 
 
Bûrûntekîn, bilêv kir ku piştî çûna dêya xwe bi zor û zehmetî xwişk û birayên xwe mezin kiriye. Bûrûntekîn got: "Min Rustem bi zor û zehmetî mezin kir. Di wê pêvajoyê de Rustem hê şîr vedixwar. Ji şîr pêvetir tiştek din nedixwar. Min şîr dixist bîberonê û didayê. Lê wisa jî nedixwar. Ji ber ku nedixwar min serî li rêbazên cuda didan. Min bîberon dikir bin milê xwe da ku Rustem bêhnê bistîne û bixwe. Min ew rêbaz berdewam kir û hêdî hêdî hîn bû. Ew sehma ku me dît tiştek gelek nexweş bû û pir giran bû. Me gelek zor û zehmetî dîtin. Tişteke ku ji wê nexweştir nebû. Ez nizanim ez ê çawa vebêjim. Sehmeke pir mezin bû. Bifikirin, ji aliyekî ve laşê dêya te yê bêruh, li aliyê din jî zarokê dêya te ji bo şîr digirî.Gotin têr nake."
 
Bûrûntekîn, anî ziman ku wê birayê xwe Rustem ê wê çaxê 6 mehî bûye û xwişk û birayên xwe yên din ên jê biçûktir mezin kirine û got: "Ne tenê Rustem, min xwişk û birayên xwe yên 4 salî, 5 salî, 7 salî û 8 salî jî xwedî kirin. Lê Rustem hê pitik bû. Pitikekî bêxwedî. Ji bo ku ji Rustem re şîr bîne çû, lê cenazeyê wê ji Rustem re hat. Tişta herî zehmet jî ew bû, dema ku Rustem diçû bedana wê vedikir û şîr dixwest. Rustem dema ku biçûk bû, nebûna diêya min fêm nedikir. Digot qey ez dêya wî me. Ji min re digot dayê. Pişt re sal çi qas derbas bûn hedî hêdî fêm dikir ku ez ne dêya wî me, ez xwişka wî me. Piştî ku fêm kir ji min re got, 'Xwîşkê ger em herin ser gora dêya min û wê derxînin, ma dê ji min re bibe dayik? Çima dayika her kesî heye ya min tune ye?' Min nedizanî ku çi bersivê bidim xwişk û birayên xwe. Wisa sar dimam di cî de. Tu hest naşibe wê hestê. Tiştekî gelek zor bû."
 
Bûrûntekîn, destnîşan kir ku baweriya wê ya bi edaletê heye û di dawiya axaftina xwe de got: "Baweriya min heye ku ew kesên ku wiha li dayika min kirin wê rojekê bên cezakirin. Xwedê heqê wan li erdê nehêle. Xwedê heqê Rustem ji wan re nehelê. Gelek dayik bê Rustem man û gelek Rustem jî bê dayik man. Ew tişta ku me dît xwedê nîşanî kesekî din nede. Me dît tu kes nebîne." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

17/12/2021
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’
17:12 Cenazeyê Halîl Guneş ber bi Edenê ve hat oxirkirin
17:07 Fîncanci: Divê li dijî binpêkirinên mafan em bi hev re têbikoşin
17:06 Wê cenazeyê girtî Şûyûr bişînin Sêrtê
16:52 Xwişka Halîl Guneş: Bi birînin kêm di hucreyê de girtin
16:32 Di danişîna Leyla Guven de daxwaza redda dadger hat kirin
16:20 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Hişyariyê bibînin
16:06 MA TÛHAY-DER: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan
15:17 Dermanê girtiyê nexweş Halîl Guneş nedanê
15:17 TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir
14:30 Jinên HDK'î kampanya 'gotina jinan esas e' dan destpêkirin
14:17 ÎHD: Mafên mamosteyên hatine îxrackirin li wan vegerînin
14:03 Dozger biryara nepenîtiyê danî ser dosyeya Garîbe Gezer
13:58 Dozger xwest xebatkarê çapemeniya HDP’ê were cezakirin
13:34 Ji girtiyan re gotin ‘parêzerên we hatine’ lê wan birin darizandinê!
13:26 YE'yê muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re cemidand
13:07 Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin
13:07 Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin
12:48 Girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:15 Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da
12:04 KNK'ê encamnameya xwe aşkera kir: Em ê sala 2022’yan bikin salan destkeftiyên mezin
12:03 Beriya biryara FED’ê dolar û euro rekor şikandin
11:54 'Xweserî mafê êzidiyan e'
11:32 ‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’
11:29 Malbatên penaberên kurd li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
10:52 Nobeta li Sêmalka di roja 72'yan de didome
10:47 Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin
10:27 Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin
10:02 Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin
09:06 Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî
09:04 Amed amadekariyên mîtînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ dike
09:01 Aktîvîstê xwezayê Gurbey: Neçîrvantiya qanûnî divê bê bidawîkirin
09:01 'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike'
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2021'AN
08:40 Girtiyê nexweş Şûyûr jiyana xwe ji dest da