Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin

img

WAN - Sewalvanên ku ji ber bihabûna fiyetê êm û kayê zehmetiyê dikişînin, gotin: "Me nîviyê heywanên xwe firotin. Em ên mayî bi zorê xwedî dikin." 

Sewalvan û cotkar ji ber krîza aborî, bihabûna fiyetên êm û kayê û hişkesaliya di meha biharê de zehmetiyê dikişînin. Sewalvanên ku heywanên xwe difiroşin û pê ka û êm dikirin, anîn ziman ku wisa dewam bike dê dev ji sewalvaniyê berdin. 
 
HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN PÊ KAYÊ DIKIRIN
 
Li Wanê Sadûllah Alal ku 40 dewarên wî hene, anî ziman ku tona genim-ceh bûye hezar û 200 lîre, tona nefelê bûye 3 hezar TL. Alal, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetê kayê êdî nikarin sewalvaniyê bikin û got: "Êdî nikarim heywanên xwe xwedî bikim. Dixwazim wan bifiroşim. Êm û jaya ku min îro stendiye dê çend rojên din biqede. Ji bo êm bikirim tim heywanek xwe difiroşim." 
 
18 TON KA Û ÊM QEDIYA
 
Recep Ozbey ku li gundê Anzaxê heywanan xwedî dike, bilêv kir ku ji bo kayê bikire ji 10 pezên xwe 5 jê firotine û bi vî pereyî ka stendiye. Ozbey, destnîşan kir ku berê jî çêleka ku bi 13 hezaran stendiye çend roj berê bi 6 hezaran firotiye. Ozbey got: "Em hemû mexdûr in. Em heywanan difiroşin û pê heywanan xwedî dikin. Heya niha min 18 ton ka û êm stendiye. Hemû qediya. Îro min 2 ton ka kirî, çend rojên din dê biqede. Gava biqede ji mecbûrî ez ê heywanek din jî bifiroşim. Êdî derûniya me xirab bûye." 
 
Îsmaîl Onver ku kayê difiroşe, destnîşan kir ku cara ewil di vê biharê d etengijîne. Onver, diyar kir u fiyetê heywanan erzan bûye, lê fiyetê ka û êm jî biha bûye. Onver got: "Em kayê difiroşin, lê tu tişt di dets me d enamîne. Berê dima, lê niha em nikarin debara xwe jî bikin. Em heya êvarî dixebitin, lê gava em diçin malê berîka me vala ye." 
 
‘XWEZÎ MIN XWEDÎ NEKIRINA'
 
Şêniyê Dermankoyê Azîz Înan jî çendî ax qerisiye jî lê her roj heywanên xwe derdixe derve ji bo çêrê. Înan, anî ziman ku fiyetê ka û êm pir biha bûye û ji ber vê dê dev ji sewalvaniyê berdin. Înan got: "XWezî min mih xwedî nekirana. Par min dolar bistenda, niha perê min bûbû du qat. Cota mihan 2 sal berê bi 4 hezar û 500 TL'yî bû, niha bi hezar û 800 TL'yî ye. Îsal em ji binî de dixisirin. ÊDî bes e. Bila aliyê me bikin, yan na em ê terka vî karî bikin." 
 
TEKANE ÇARE GUHERANDINA ÎQTIDARÊ YE
 
Erhan Înan jî destnîşan kir ku êdî sewalvanî nayê kirin û got: "50 mihên min hene. Lê min heya niha bi 25 hezar TL'yî ka stendiye. Bi vî awayî em ê çawa dewam bikin? Dinya sar e û giha tune ye, lê dîs ame heywanên xwe derxistine derve. Sibê gava berf bê em ê çi bikin? Tekane xelasiya ji vê krîzê guherandina îqtidarê ye. Ger îqtidar neguhere sibê dê rewş xirabtir bibe."
 
MA / Dîndar Karataş
 

Sernavên din

24/12/2021
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN
21/12/2021
21:57 Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin
16:47 Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn
16:43 Doza Kobanê taloqî 23’yê kanûnê hat kirin
16:33 Dayika girtî: Li dijî vê zilmê serî rakin
15:59 Girtiyê nexweş Ozkan bi hêceta ‘Doza Licê’ nehat berdan
15:58 Nobeda Edaletê: Em gotina ‘girtî întîhar kiriye’ qebûl nakin
15:34 Sancar: Em ê ji bo yekîtiyê serdana partiyên muxalefetê bikin
15:15 DBP’ê, HDP’ê û PÎA’yê serdana malbata Şenyaşar kirin
14:15 Doza Kobanê: Devaluasyon wê vê îqtidarê têk bibe
14:01 Tedbîra kontrola edlî ya rojnamevan Demîr nehat rakirin
13:33 22 rojnamevan hatin beraetkirin
13:28 Testa koronayê ya girtiyê nexweş Ozkan cara duyemîn pozîtîf derket
13:26 Talîbanê nîvê saziyên çapameniyê girt
13:01 Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin!
13:00 Parêzeran serlêdana Îmraliyê kir
12:32 Cara 11'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin
12:02 68 saziyên jinan bang kir: Girtiya nexweş Aysel Tugluk berdin
11:47 Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin
11:28 ‘Çakûçê nijadperestiyê’ li serê kurdan dixin!
11:16 Bavê pitika wî di sermayê de miribû: DEDAŞ'ê ez vexwendim çayê
10:50 Cenazeyên Orak û Kaya hatin veşartin
10:32 Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye
10:06 Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin