Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne

  • rojane
  • 09:14 24 Kanûn 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî ku êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin got: "Unsûrên herî girîng ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne." 

Li Herêma Kurdistana Federe di demên dawî de êrişên DAIŞ'ê zêde bûne. Di êrişên li KErkûk, Diyala, Selahdddîn, Mûsil û Silêmaniyê hatin kirin de herî kêm 22 pêşmerge û gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û gund hatin valakirin. DAIŞ ku li Mûsilê li Çiyayê Qereçoxê gelek deveran xistiye bin kontrola xwe, gelên herêmê diqilqilîne. 
 
Welatiyên li Kampa Mexmûrê jî ji ber êrişên DAIŞ'ê yên li navçeya Mexmûrê kirin diqilqile. Hevşaredarê Kampa Mexmûrê Bedran Pîranî êrişên DAIŞ'ê yên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin. Pîranî, destnîşan kir ku sedema jinûve mezinbûna DAIŞ'ê ji ber kêmasiyên hikûmeta Iraqê û Hêzên Koalîsyonê ye. 
 
PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO DAIŞ'Ê
 
Pîranî, destnîşan kir ku hin dewletên ku di nav Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de ne ji ber ku çavê wan li dewlemendiyên binerd û sererd ên Herêma Kurdistana Federe ne naxwazin DAIŞ ji binî de biqede û li hemberî wê jî têkoşîneke baş nakin. Pîranî, anî ziman ku tevî Hêzên Koalîsyonê Tirkiye û PDK jî piştgiriya DAIŞ'ê dikin û got: "Li pişt me Çiyayê Qereçoxê heye. Li vê herêmê hêzên PDK'ê hene. DAIŞ bi qasî 100-200 metre dûrî hêzên PDK'ê ye û li ber çavê wan e. Lê ev hêz ji bo vê xwe li nedîtinê datînin. Dibin sedem ku DAIŞ li herêmê xurt bibe. Kesên xwe li nedîtinê datînin çawa hiştin ku DAIŞ di sala 2014'an de xurt bibe, niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Ûnsûrên herî girîng ên ku niha DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne. Hêzên Koalîsyonê jî li gor berjewendiyên xwe hereket dikin." 
 
HAYA PDK'Ê JÊ HEYE
 
Pîranî, bibîr xist ku êrişên DAIŞ'ê li derdora Kampa MExmûrê hatine kirin û got: "Êriş li deverên di bin kontrola PDK'ê de tên kirin. Bi dehan pêşmerge û sivîl hatin qetilkirin û gelek gund hatin valakirin. Berpirsê vê PDK ye. DAIŞ, çalakiyên xwe yên dawî bêyî PDK'ê nake. Ji lew re di vê êrişê de berjewendiyên PDK'ê jî hene.Dê êrişên DAIŞ'Ê zêde bibin. PDK, ji bo berjewendiyên xwe dixwaze herêmm bê valakirin û DAIŞ xurt bibe. Ev yek bandorê li kampa me jî dike. Em divê ji bo ewlehiyê tim amade bin."
 
BERPIRSIYARIYA KOALÎSYONÊ
 
Pîranî bang li hikûmeta Iraqê û Hêzên Koalîsyonê kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cî û got: "Hikûmeta Iraqê divê xwedî li berprisiyariyên xwe derkeve. Divê li hemberî piştgiriya Tirkiyeyê û PDK'ê ya ji bo DAIŞ'ê bêdeng nemîne. Hêzên navêeteweyî jî divê berpirsiyariyên xwe bînin cî. Ji ber ku KAmpa MExmûrê di statuya penaberan a navenetweyî de ye berpirsiyariya wê jî aydê hêzên navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî divê Kampa Mexmûrê li ber êrişên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê biparêze. Ji ber ku qada hewayî ya Iraqê di dest hêzên koalîsyonê de ye, bi taybetî divê wê li ber êrişên hewayî yên Tirkiyeyê biparêze." MA / Omer Akin

Sernavên din

27/12/2021
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne