Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...

  • rojane
  • 09:39 24 Kanûn 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Di 28'ê Kanûnê de bi balafirên şer 34 kes hatin qetilkirin. Wê şevê piştî dengên balafiran ên erd û asîman hejandin, li Roboskiyê tenê malên vala man. Ji malbata Alma ku 20 ferdên wê hebûn, tenê dê û bav mane û gotin: "Hemû zarokên me çûn, tenê em di vê gorê de man." 

Di 28'ê Kanûna 2011'an saet di navbera 21.39 û 22.24'an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di navbera gundê Bêjûh û Roboskiyê yên navçeya Qileban a Şirnexê de 38 gundiyên li sînorê Herêma Kurdistana Federe bombeberan kirin. Balafirên şerî bi giştî 4 bombe avêtin ser gundiyan. Di vê bombebaranê de 18 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan. 
 
10 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Lê belê hê jî Roboskî di şînê de ye. Me li kîjan deriyî xist, li piştî wî deriyî em leqayî jiyana zarokên çîroknîvcomayî hatin. Jinên ku xwestin bal bikişînin ser bêedaletiya ku piştî komkujiyê rû daye, hê jî reş girêdidin û şerpeyên reş didin serê xwe. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiyê re û bi berfa li gund, malbat careke din di 28'ê Kanûna 10 sal berê de dimînin aliqî. Malbatên ku piştî biryara DMME'yê bêhêvî bûne, hem diêşin hem jî hêrs dibin. 
 
Piştî komkujiyê malên Roboskiyê hêdî hêdî vala bûne. Malbat ji bo vê dibêjin, "Naxwazin di nav bêhna xwînê de bijîn." Yek ji malbata ku hema bibêje temamê ferdên wê koç kirine malbata Alma ye. Malbata Alma ku li gundê Bêjûhê dijî, 30 sal in di heman xaniyî de ye. Nadîr Alma yê 25 salî yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, ji 11 zarokên Azîme (54) û Sedîk Alma (54) ên 10 ye. Bav Sedîk Alma, di salên 1990'an de cerdevantî kiriye. Lê ji ber ku ferzkirina "tu yê tevli operasyonê bibî" qebûl nekiriye çek daniye û dest bi sewalvaniyê kiriye. Piştî wextekê Nadir jî xwestiye di warê aborî de aliyê malbatê bike. Nadir ji bo li du birayên xwe yên li eskeriyê û 5 xwişk û birayên xwe yên xwendekar mêze bike, dest bi bazirganiya sînor kiriye. Roja komkujiyê jî ji bo bazirganiyê çûye sînor. Gava ew dengê ku erd û asîman hejand tê bihîstin dêya wî pêxwas berê xwe dide sînor û di nav cenazeyan de li cenazeyê wî digere. 
 
Ji malbatê ewilî birayê Nadir ê 14 salî diçe. Nezîrê 14 salî, naxwaze bixwîne. Ji ber kuştina birayê xwe dev ji dibistanê berdide û naxwaze bixwîne. Paşê her diçe bêdeng dibe. Ji dêya xwe re dibêje, "Wî kuştin, ma ez ê çawa bixwînim." Piştî wextekê jî dibêje, "Wî kuştin, ez nikarim li vira bimînim" û berê xwe dide çiyê. Dêya wî ji wê rojê heya niha tu xeber jê negirtiye. Piştî çûna Nadir û Nezîr, ferdên din ên malbatê jî yeko yeko berê xwe dane bajarine cuda. Ji ferdên malbatê yên tu hêviya wan ji edaletê nemaye hin jê berê xwe dane Enqereyê, hin jê berê xwe dane Stenbolê û hin jê jî çûne navenda Şirnexê. 
 
Piştî komkujiyê bi demeke kurt birayekî Nadir qeyda xwe li beşa Edaletê çêdike. Lê ji ber ku ew edaleta ji bo birayê xwe li benda wê bû qet nehatiye, edalet ji bo wî dibe tiştekî bêwate. Bi hêviya ku dê hesab ji kiryaran bê stendin hem dixebite hem jî dest bi amadekariyên ji bo çûna zanîngehê dike. Di 10 salên borî de hin ferdên din jî li malbatê zêde dibin. Navê Nadir li neviyên xwe dikin û dibêjin, "Bila navê wî li dinê be, lê qedera wî ne qedera te be." 
 
YEKO YEKO WAN BI RÊ KIR
 
Paşê kur û keçên din jî yeko yeko diçin. Ji malbata ku tevî neviyan 20 ferd in, tenê dê û bav, Sedik û Azîme Alma, li gund dimînin. 
 
Dayik Alma got: "Min ew li vê malê mezin kirin, min li vê malê ew bi rê kirin." Bav Sedik Alma jî got: "Yeko yeko çûn. Ez û dêya wan tenê man." 
 
Dayik Alma, diyar kir ku di wexteke ku mirov haziriyên sala nû dikin de êşeke ku heya sax bin dê ji bîr nekin heye û got: "Di van rojan de zimanê me nagere em bêjins ersal, sala nû. Dê ew roj her tim wekî rastiya me di bîra me de bimîne." 
 
 
EDALET NEHAT ROBOSKIYÊ
 
Alma, bilêv kir ku piştî komkujiyê bi çend mehan malbatan li cihê bûyerê perçeyên aydî zarokên xwe dîtine û got: "Malbatan ew perçe dianîn û gor vedikirin û ew vedişartin. Qethiyen em ê ji bîr nekin. Kiryar nehatin darizandin. 10 sal in em dibêjin edalet. Edalet nehat roboskiyê. Em çûn Enqereyê, derî li me venekirin, hesab nepirsîn. Helbet dê Tayyîp Erdogan heya hetayê ne li ser wê qoltixê be, helbet dê rojekê hesab jê bê pirsîn." 
 
Alma, anî ziman ku ew û hevjînê xwe tenê mane û wekî wan gelek şêniyên din ên gund jî terka gund kirine û got: "9 zarokên min mabûn. 4 bûkên min û 9 neviyên min hebûn. Em hemû ki vira bûn. Yeko yeko çûn. Ez û bavê wan di vê gorê de man. Bavê wan li min, ez li wî mêze dikim." 
 
Dayik Alma ku cuzdan, kinc û telefona kurê xwe Nadir veşartine, got kincên wî neşûştine û hesreta xwe bi van tiştan ditebitîne. 
 
‘HESAB JI ME PIRSÎN'
 
Bav Sedîk Alma jî diyar kir ku Nadir barê malê hemû hilgirtibûye ser milê xwe û got: "Tim behsa teknolojiyê dikin. Dibêjin, 'Hêza me heye, teknolojiya me heye.' Ev teknolojî zarokên me kuştin. Ji dêvla ku hesab bidin, hesab ji me pirsîn. Li min û du kurên min bi hinceta 'îhlala sînor' doz vekirin. Wan ji ber tişta ku kirin fedî nekirin, lê xwestin em fedî bikin." 
 
Alma, destnîşan kir ku beriya komkujiyê li vê malê qelebalix bûne û got: "Tevî bûk û neviyan em 20 kes bûn. Piştî birayên xwe, deyax nekirin li vira, çûn..."
 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Zeynep Dûrgût

Sernavên din

27/12/2021
16:25 Jinan serdana Nobeta Edaletê kirin
16:19 ‘Çavkaniya krîzan tecrîdkirina Ocalan û civakê ye’
15:57 Mazlûm Ebdî: Êrişa li ser Kobanê berdewama rêbaza dagirkeriyê ye
15:48 Rêxistinên sivîl bang kirin: Girtiyên nexweş demildest berdin
15:27 Di Doza Kobanê de polîsên muştekî giliyê însanên nedîtine jî kirin!
15:10 Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
14:54 HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî
14:23 Egîtîm Sen’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
12:54 Di bin siya çiyayên Dawetî û Tanînê de nêrîna li Roboskê
12:27 Hêzên Iraqê hewl didin wargeha Mexmûrê dorpêç bikin
11:56 ‘Momo’ êdî bi kurdî ye
11:49 Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin
11:27 Bi hezaran ciwanên beşdarî kongreyê bûn: An azadî an azadî
11:27 Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin
10:17 Ocalan: Komkujiya Roboskî parçeyek ji operasyonên tasfiyekirinê ye
09:56 Hejmara kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an
09:56 Lîstika ‘Serbaz’ amediyan têr û sertêra wan kenand
09:00 Çawişê pispor beraetkirin û birayê polîsê kuştî jî berdan
09:00 Parêzerê Çelîk: Dewlet dixwaze ser dosyeya Merîçê bigire
09:00 Malbata Poyraz: Em dixwazin her kes piştevaniya dozê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2021'AN
26/12/2021
19:42 Piştî 30 salan hat berdan
18:03 Nobeta Edaletê ya Amedê: Heta daxwaz bên qebûlkirin em ê di nobetê de bin
17:32 Dayikên Aştiyê: Bila êdî zarokên me li girtîgehan nemirin
17:23 Piştî Kongreya Ciwanan polisan 12 kesan binçav kirin
16:41 Li Mêrdînê karkerekî înşaatê jiyana xwe ji dest da
16:35 Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be
16:05 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 18'an de ye
15:49 Sancar: Em ê bi ser kevin
15:37 Qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn
14:58 AYKAY-DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:45 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê damezrandina xwe ragihand
14:14 Li Giyadînê kesekî întihar kir
14:03 Li Bagokê operasyona leşkerî
13:37 Aydenîz: Hûn tu carî nikarin Ocalan dîl bigirin
13:18 Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
13:02 Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe
11:42 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye
10:55 Sermetranê ji Afrîkaya Başûr Desmond jiyana xwe ji dest da
10:42 Ciwanan li Amedê bi govendê dest bi rojê kirin
10:27 Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin
09:08 Cerdevanên roja komkujiyê çek danîn: Operasyon komkujiyê tînin bîra me
09:05 Rêxistinên jinan: Em ê di 29'ê Kanûnê de li danişîna Poyrazê bin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin
09:02 Ekmez: Berpirsê mirina girtiyan Wezareta Dadê ye
09:01 Meydana gulaşê ya Rûsya û Tirkiyeyê: Meseleya çeçenan
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2021'AN
25/12/2021
18:06 Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê gotûbêjek li dar xist
17:21 Nobeta Edaletê ya Wanê: Tecrîdê bi dawî bikin
17:14 EGE TÛHAYDER'ê bal kişand ser greva birçîbûnê
16:50 Li Êlihê amadekariyên kongreyê
16:42 Nobeta Edaletê di roja 40’an de ye: Divê em ji girtîgehan re bibin deng
16:17 Dest danîn ser nivînên girtiyan
15:47 Sancar: Wê zilm biqede û edalet were
15:30 5 HDK’iyên li Mêrsînê belavok belav dikirin hatin binçavkirin
15:20 Xwestin girtiyê nexweş Tikaç were berdan
15:09 Li Girtîgeha Tarsûsê îşkenceya sîstematîk!
15:08 Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin
14:50 Bêrîvana 12 salî xwest êdî goreke bapîrê wê hebe!
14:34 Di nava 10 rojan de 16 penaberan di avên Yewnanîstanê de jiyana xwe ji dest dan
14:01 Bi helbesta nivîsandî ji kekê xwe yê hat windakirin re edalet xwest
13:55 Polîsan çalakiya li dijî destavêtin û destdirêjiyê asteng kir
13:55 Tevî qedexeya Walîtiyê jî bi sedan kes li Mereşê bûn: Em ê li hesabê Mereşê bipirsin
11:53 Derbarê endamên MYK’a HDP’ê de lêpirsîna ‘qirkirinê’ hat destpêkirin
11:34 Ji Êlihê heta Îzmîrê ciwan ji bo kongreyê amade ne
10:55 Malbata Şenyaşar: Serkeftin a kesên li dijî zilmê li ber xwe didine
09:38 Li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeya Garîbe Gezer kirin
09:10 Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e
09:09 Dayikan ji Îzmîrê bang kirin: Wezareta Dadê sûc dike
09:09 Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê
09:08 Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin
09:08 TJA: Em ê di sala nû de rêya 3'yem û jiyana nû birêxistin bikin
09:07 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Armanca me avakirina Komara Demokratîk e
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne