HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir

  • rojane
  • 16:18 28 Kanûn 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê serdana CHP’ê kirin. Pervîn Bûldan got wan pêşniyaza xwe ya hilbijartina pêşwext pêşkêş kirine û ew li benda bersiva herî demek nêz CHP’ê ne. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi şandeya xwe re serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarî (CHP) kirin. Tevî hevserok Buldan û Sancar, Cîgirê Hevserokên HDP'ê Tuncer Bakirhan û Cîgira Seroka Komê Meral Daniş Beştaş jî amade bûn. Şandeya HDP'ê ya li Navenda Giştî ya CHP'ê li ber avahiyê ji aliyê şandeya CHP’ê ve hat pêşwazîkirin, li meqamê serokatiya giştî jî ji aliyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hat pêşwazîkirin. 
 
Civîna herdu partiyan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Pişt re Herdu hevserok Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel Kemal Kiliçdaroglu civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. 
 
 
KILIÇDAROGLU: EM LI SER MIJARÊN SEREKE AXIVÎN 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo serdanê spasiya hevserokan kir û destnîşan kir ku ew di civînê de mijar û pirsgirêkên sereke yên li Tirkiyê axivîne. Kiliçdaroglu got ev serdan û civîn ji bo wan gelek girîng e. 
 
BÛLDAN: GELEK KRÎZ DIQEWIMIN 
 
Hevserok Pervîn Bûldan jî anî ziman ku ew hatine dawiya serdanên xwe û wiha got: “Mijarên bingehîn zelal in. Hin pirsgirêk hene ku divê bi lezgînî bên çareserkirin. Me behsa wê yekê kir ku divê Tirkiye di pêvajoya veguhêz de çi bike. Em di serdemeke krîzê re derbas dibin. Gelek krîz hene, ne tenê yên aborî. Krîza aborî, siyasî, civakî, edalet û hiqûqî heye. Îro jî salvegera 10’emîn a Komkujiya Roboskî ye. Em hemû ji nêz ve temaşe dikin. Berpirsiyarên eslî yên Komkujiya Roboskî hê nehatine dîtin û darizandin. Dîsa lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar heye. Ev lêgerîn bi mehan e didome. Pêdiviya Tirkiyeyê bi têgihiştin û rêveberiyê nû heye. Û bi biryara hilbijartinên pêşwext Tirkiye dê teqez rêveberiyeke nû û feraseteke nû bibîne. Me di hevdîtinên xwe yên li gel aliyên din de jî diyar kiriye. Bi ke hevpar em ê pêşkêşî TBMM’ê bikin, me pêşniyaza xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext jî pêşkêşî Serokê birêz Kiliçdaroglu kir. Helbet dê di nav xwe de bişêwirin û di zûtirîn dem de nêrînên xwe ji me re ragihînin. Careke din spasiya Serokayetiya rêzdar û şanda pê re dikim ku me qebûl kirin û nêrînên xwe yên girîng bi me re parve kirin. Ev serdan dê di rojên pêş de jî berdewam bikin.”
 
SANCAR: KRÎZA BIRÊVEBIRINÊ HEYE 
 
Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî spasiya CHP’ê kir û destnîşan kir ku Tirkiye di krîzek piralî de derbas dibe û ew dikarin çareserkirina van krîzan di şêwiran û diyalogan de peyda bikin. Sancar anî ziman ku li Tirkiyê krîza rêvebirinê heye û divê ew vê kêşeyê çareser bikin û di heman demê de pergalek nû bînin Tirkiyê. Sancar destnîşan kir ku di bin daxwaza wan a hilbijartina pêşwêxt de krîza rêvebirinê heye û divê ew bi rêya diyalog, muzakere û şêwiran aştiya civakî ava bikin û viya nîşanî civakê bidin. Sancar destnîşan kir ku peyama herî girîng û mizgîniya herî xweş ku ew bidin civakê ew e ku aştiya civakî ava bikin. Sancar anî ziman ku divê ew ji bo krîzan rêyên çareseriyê yên hevpar bibînin, xwedî heman îradeya hevpar in û divê muxalefet bi hişmendiya çareseriyê hevdîtin û muzakerayan bidomîne. 
 
Piştî civînê şandeya HDP’ê ji Navenda Giştî ya CHP’ê veqetiya. 
 

Sernavên din

30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand
14:10 Di Doza Kobanê ku parêzer tevlî nebûn de gazinker hat guhdarkirin
14:05 Parlementerê Danîmarkayî: Em ê doza Poyrazê bibin Konseya Ewropayê
13:32 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:31 Serdar Îzol: Bi kuştinê gef li min xwarin
13:13 Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir
12:49 28 girtî 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:20 Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne
12:20 Bîlançoya salekê ya êrişên Tirkiyeyê
11:36 Li Şirnexê 62 gund ji gel re qedexe ji cerdevanan re serbest in
11:31 Dest û lingên girtî girêdan û lêgerîna tazî lê kirin
11:13 Jeffrey: Komên girêdayî Tirkiyeyê sûcên şer kirin
11:06 Ji gardiyanan ji bo girtî: Edalet heye ku mafê te hebe
11:05 Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
09:53 Dîlmeç: Dê tecrîda Îmraliyê bi têkoşîneke hevpar bê şikandin
09:13 Çekên kîmyewî tên bincilkirin
09:13 ‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin'
09:13 Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin
09:12 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê tevbigere!
09:12 Bi kuştinê gef li girtiyê ku binpêkirinên li girtîgehê ragihandin xwarin
09:12 Parêzerên Ocalan li HSK'ê giliyê dadger û dozgeran kirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2021'Ê
29/12/2021
17:49 Danişîna doza Denîz Poyraz taloq kirin
17:13 Doza Denîz Poyraz: Kesê bi kujer re çûye hotêlê li Enqereyê polîstiyê dike
17:12 Qeyûm navê Parka Vedat Aydin guherand
16:41 Biryara veşarî danîn ser dosyeya lêpirsîna êrişkar Sutçu
16:41 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtiyên nexweş berdin
15:53 Berteka li dijî êrişa li ser HDP'ê: Çi dikin bila bikin çûndox in
15:52 Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e!
15:41 Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye
15:35 Ji bo kujerê li Suriyeyê hat perwerdekirin biryara ‘hewcehî bi peyketinê nîne’ hat dayîn
14:59 OHD û TÛAY-DER: Divê li Îmraliyê lêkolîn bê kirin
14:55 Di doza Denîz Poyraz de xirecir derket: Kujer dê hesab bidin gel
14:24 Ji ber ‘heqareta li dozger’ lêpirsîn li Erbîl vekirin
14:02 Malbatên 9 koçberên Rojhilatî li aqûbeta zarokên xwe pirsîn
13:39 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re bînin
13:16 Bi zextên Tirkiyeyê PDK ambargoyê datîne, Iraq têlan dikişîne
12:43 Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê
12:31 Doza Denîz Poyraz dest pê kir
12:05 Fehîme Poyraz: Ev doza gelê kurd e
11:58 Jinan ji bo Denîz Poyraz edalet xwestin
11:36 Doza Denîz Poyraz: Divê hêzên li pişt kujer werin eşkerekirin
11:19 Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê
11:13 Cara sêyemîn testa koronayê ya Ozkan pozîtîf derket
10:48 Li Îzmîrê keştî noqî avê bû: 2 koçber mirin
10:38 Serokê BAF’ê yê berê wê îfadeyê bide
10:37 Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin
10:14 Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî
09:18 Hinceta ATK'ê ya ji bo rapora Ozkan: Dikare bi telefonê hevdîtinê bi malbata xwe re bike
09:18 Ew lehengek bû!
09:18 TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn
09:18 ‘Bi girtîgehan dixwazin civakê dîzayn bikin'
09:18 Zemên tên kirin tahm di nanê tenûrê de jî nehiştine!
09:18 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'AN
07:56 Nasnameya kesê êriş bir ser HDP'ê diyar bû
28/12/2021
21:22 Sancar: Berpirsê sereke yê êrişê Wezîrê Karên Navxweyî ye
19:19 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Karaman hat girtin
18:34 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 20'an de ye
16:59 Êrişa li dijî HDP’a Bahçelîevlerê hat şermezarkirin: Em natirsin
16:55 Dayikên Aştiyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Li Basayê jinek hat binçavkirin
16:22 Sancar diçe serdana avahiya HDP’a Bahçelîevlerê
16:18 HDP’ê serdana CHP’ê kir: Me pêşniyaza hilbijartina pêşwext pêşkêşî CHP’ê kir
16:01 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yildiz hat bibîranîn
15:53 Leyla Guven ji bo Nobeda Edaletê peyam şand: Em ji bo girtiyan bikevin tevgerê
15:27 Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin
15:25 34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe
14:56 Li Antalyayê 12 kes hatin binçavkirin
14:15 Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn
14:09 Di Doza Kobanê de muştekî bi nakokî axivîn
14:07 Danişîna doza Denîz Poyraz sibê dest pê dike
13:27 Di 25 salan de 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
13:27 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 HDP’ê serdana Partiya DEVA’yê kir: Divê demildest hilbijartina pêşwext pêk were
12:24 Parêzeran giliyê rêveberiya Girtîgeha Kandirayê kirin
12:04 Qurbaniyên Roboskî li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Heta edalet li Roboskî bicih nebe bila kes behsa helaliyê neke
11:53 Serdozgeriyê îtîrazî biryara beraeta nûçegihanê me Aslan kir
11:17 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye
11:01 Rêxistinên Tenduristiyê: ATK nirxên bijîjktiyê yên gerdûnî tune dihesibîne
10:41 Xelîl Guneş şoreşgerek dev li ken bû…
09:11 ‘Em ê bi aboriya rêya 3'yem ji derheqê astengiyên Tirkiyeyê derkevin'
09:02 Wesiyeta roboskiyiyên ku bêyî edalet pêk bê jiyana xwe ji dest dan: Hesab bipirsin
09:02 Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye
09:02 Dayika girtî: Zarokên me bînin girtîgehên nêzî me
09:02 Ji bo endamên DÎAY-DER'ê serî li AYM'ê dan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN
27/12/2021
18:36 Bûldan: Heya hilbijartina pêşwext pêdivî bi dewreke derbasbûyînê heye
17:20 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan didome
17:16 Gunay: Tevî dekûdolaban jî gelê Cizîrê li ber xwe dide
16:53 Li Girtîgeha Kiriklarê 3 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê