Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!

  • rojane
  • 09:11 31 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Şêniyên Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezanê ku ji bo valakirina xaniyan 3 meh muhlet dane wan, diyar kirin ku ji ber ku nahêlin xaniyên wan bên xerakirin DEDAŞ saetên ceryanê li dîrekan dixe. 
 
Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê di 25'ê Îlona 2020'î de bi biryarnameya serokkomartiyê wekî "qada xetere" hatibû îlankirin. Piştî vê biryara ku derketibû holê bi pêşniyara Şaredariya Rezanê bi hinceta "gefa terorê" hatiye girtin, li taxê di bin navê "veguherandina bajêr" de dest bix erakirina avahiyan hatibû kirin. Ji 375 avahiyên ku di 19'ê Kanûnê de biryara xerakirina wan hatibû dayîn 8 avahiyên metrûk hatin xerakirin. Xaniyên din hê nehatine xerakirin. Piraniya şêniyên taxê li ber vê biryarê radibin. Lê rayedaran ji bo valakirina xaniyan 3 meh muhlet daye wan. 
 
Şêniyên taxê destnîşan kirin ku nahêlin xaniyên wan bên xerakirin DEDAŞ saetên ceryanê li dîrekan dixe.
 
Şêniya Taxê Sabîha Ozçoban ku tê xwestin mala wê bê xerakirin, ragihand ku gava rayedarên DEDAŞ'ê hatine taxê qablo ji wan xwestine û wê gavê hîn bûye ku dê saetên wan ên ceryanê bi dîrekan vekin. Ozçoban, bilêv kir ku piştî ketine qirika hev DEDAŞ'Ê gazî polîsan kiriye. Ozçoban, bilêv kir ku ji bo valakiirna xaniyan 3 meh muhlet dane wan, lê niha jî radibin saetên ceryanan li dîrekan dixin û got: "2 xaniyên min hene, 150 hezra TL teklîf dikin. Ma bi vî pereyî xanî tê stendin? Tu kar û emelek me tune ye. Li malê kes naxebite. Zarokek me jî di karê dewletê de naxbite. KOmirekê jî nadin me, lê radibin ceryana me qut dikin. Bila xera bikin. Ew xera bikin em ê kon vegirin, lê em dernayên." 
 
JI BO XANIYÊ DU QATÎ 127 HEZAR TL
 
Şêniya taxê Hatûn Kamûrbay jî destnîşan kir ku naxwazin xaniyên xwe vala bikin. Kamûrbay, anî ziman ku ji bo xaniyê wê yê du qatî 127 TL pere teklîfî wan kirine û got: "Em û kirêvanan di heman xaniyî de ne. Em bi kirêya xanî debara xwe dikin. Hevjînê min nexweş e, nikare bixebite. Em qebûl nakin. Ji me re gotin 'daxwaznameyê bidin.' Çi ehwce be em ê bikin, lê em xaniyên xwe nadin. Em vê tişta tê kirin jî qebûl nakin." 
 
Faysal Siraçkan jî diyar kir ku naxwazin xaniyên wan bên xerakirin û saetên wan ên ceryanê li dîrekan bên xistin û got: "Dixwazin me bêzar bikin û bi vî awayî derxin. Ger qanûn hebûna ranedibûn saetên ceryanê dernedixistin derve. Niha em ne dikarin xaniyê xwe bifiroşin ne jî dikarin bizmarekî jî li xaniyê xwe bixin." Siraçkan ku DEDAŞ'ê wekî "çeteya 5 kesî" ya Amedê wesifandin got: "Dê saetan li dîrekan bixin. Pereyê qabloyê jî distînin. Perê saetê jî distînin. Jixwe gel feqîr e. Êdî gel bêzar kirine. Wisa nabe." 
 
BERÊ GUNDÊ WAN NIHA JÎ TAXA WAN
 
Remzî Alantaş ku ji sala 1963'yan ve li vê taxê ye, anî ziman ku nêzî mehek berê Waliyê Amedê Munîr KAraloglû hatiye taxê û "şow" kiriye. Alantaş got: "Walî hat û çedn xanî xera kirin. Ez nikarim bizmarekê jî li xaniyê xwe bixim. Ji ber ku dibêjin em ê xera bikin ez nikarim boyax jî bikim. Ên hinan 50 hezar, ên hinan jî 100 hezar TL dan wan û xaniyên wan vala kirin. EV pir hindik e. 120 hezar TL'yî bide min, dê 1230 hezar TL'yî jî deyn têxe stuyê min. Ez kesekî teqawidbûyî me. Piraniya kesên li vira xizan in. Xanî nadin, wan mexdûr dikin. Dê li vira kargeh bên çêkirin. Dê bi trîlyonan biçirpînin. Lê dê xaniyekî jî nedin feqîran. Ma wisa dibe? Dê ev mirov biçin ku? Cihekî pê de biçin jî tune ye." 
 
Alantaş, destnîşan kir ku li gund xaniyê wan hebû, bi ser wan de xera kirine û got: "Gava xaniyên me xera bikin em ê biçin ku? Em nikarin biçin gundan jî." 
 
BANAGWAZÎ
 
Alantaş, destnîşan kir ku ji bo dozê xwest parêzerên baroyê aliyê wan bikin û got: "Li vira em hemû hev du nas dikin. Qurîşek dahata kesî tune ye. Ev mirov nikarin heqê av û ceryanê jî bidin. Ez hat8ime vî umrî, lê min nediye dewlet xwedî li feqîrekî derketiye. Cîran tim aliyê hev dikin."
 
‘BI 100 HEZAR TL'YÎ MIROV NIKARE KONEKÊ JÎ BIKIRE'
 
Emrûllah Bagir jî destnîşan kir ku ji ber ku nehiştine xaniyên wan bên xerakirin saetên wan ên ceryanan li dîrekan dixin. Bagir, bilêv kir ku li taxê kes ceryana qaçax naşixulîne û got: "Dixwazin mirovan bê mesref ji vira derxînin. Madem xaniyê min xera dike, nexwe bila daîreyekê bide min. Xaniyê min 130 metrekare ye. Li jora me heman xanî bi trîlyon û nîvê ye. Ez ê çawa bistînim? Ez 100 salî jî bixebitim ez ê nikaribim bsitînim. Em ne razî ne. Bila ne xanî ne jî kar bidin me, em tenê doza heqê xwe dikin. Tu nikarî bi 100 hezarî konekê bistînî. Xaniyên prefabrîk bi 200 hezar lîreyî ne. Hem xaniyê min xera dike hem jî eraziyê min belaş distîne, lê daîreyekê nade min. Ji feqîran didizin xwe zengîn dikin." 
 
EV MESREF JI BO ÇI?
 
Şêniyê taxê Mehmet Şerîf ALtûn jî destnîşan kir ku ji bo xaniyê wî yê du qatî 77 hezar TL pere teklîf kirine û got: "Ez ê bi vî pereyî li ku xanî bistînim? Ez kesekî teqawidbûyî me. Ma bi vî pereyî xanî tê stendin? Dê 77 hezar TL'yî bide min, lê wê rabe xênî bi 400 hezar lîreyî bifiroşe. Ez ê jî mehê 200 hezar TL'Yî bidim. Jixwe meaşê min 2 hezar û 500 TL ye. Ma ez ê çawa bi 500 TL'yî debara malê bikim? Tew bêyî haya me jê çêbibe panoyê jî distînin. Jixwe tu yê vira xera bikî, tu çima mesref dikî? Heqê wê jî ji min distînin. Ez bi vî pereyî biçim kuçeya hember, ez ê nikaribim pê koxekê jî bsitînim." 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

03/01/2022
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand