Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin

  • rojane
  • 09:58 31 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer, diyar kir ku wê bi hêvî bikevin sala 2022’yan û destnîşan kir ku wê çareseriyê bi hikumeta Şamê re pêk bînin. 
 
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer xebatên dîplomatîk ên sala 2021'ê ji ANF'ê re nirxand. Omer anî ziman ku di karên dîplomatîk de ew dîplomasiya cemaweriyê bi taybetî girîng dibînin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê weke mînak tê dîtin.
 
Abdulkerîm Omer diyar kir ku wan karên xwe yên nava salê bi giranî ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û radestkirina DAÎŞ'î û malbatên wan meşandine û wiha got: “Di hevdîtinên me yên di asta Wezîrên Karên Derve de û hevdîtinên bi beşên cuda yên civakî re rojeva me ya bingehîn naskirina rêveberiyê bû. Li gel vê yekê me rewşa aborî û siyasî, gef û dagirkeriya dewleta Tirk bi berfirehî vegot. Girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê bi vetoya Rûsya û Çînê û girtina deriyên din bandorê li 5 milyon mirovî dike. Bi taybetî li herêmên ku salên dawî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin nebûna alîkariya mirovî û hebûna pirsgirêkên bêkarî û aboriyê şensê dide DAÎŞ'ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Her wiha me bi israr got ku bi hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ên li Cenevreyê ku ne kurd ne jî pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nehatine tevlîkirin, pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe. Ji sedî 30 ê Sûriyeyê û berjewendiyên vê herêmê li wir nehate temsîlkirin. Me rewşa DAÎŞ'iyên niha girtî ne û bi hezaran jin û zarokên DAÎŞ'î yên li kampan xistin rojevê. Bi taybetî eger rewşa li Kampa Holê bi vî rengî dewam bike dibe ku krîzeke nû ya mirovî rû bide. Ev yek wê bandorê li me jî li raya giştî ya navneteweyî jî bike. Me ev hemû bi muxatabên xwe re parve kir û hewl dan rêyên çareseriyê peyda bikin.”
 
‘DEWLETAN DI PRATÎKÊ DE DEST BI NASKIRINA RÊVEBERIYÊ KIRINE’
 
Omer destnîşan kir ku biryara Katalonyayê ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e û dazanîn ku li gel vê yekê gelek dewletan di pratîkê de dest bi naskirina rêveberiyê kirine. Omer bi lêv kir ku salên 2015-2016'an dema ku derketin derveyî welat û xwestin hevdîtinan bikin, di asta wezîrên karên derve û alîkarên wan de ew nedihatin qebûlkirin, lê belê niha di vê astê de têne pêşwazîkirin û hevdîtinan dikin û wiha berdewam kir: “Niha deriyên hemû wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê li me vekirî ne. Di asta wezîrên karên derve, alîkarên wezîran de hevdîtin têne kirin. Heta ku em weke Sûriye pirsgirêkên xwe çareser nekin û Rêveberiya Xweser tevlî hevdîtinên ji bo destûra bingehîn neyê kirin, nepêkane ku statuya xwe bê naskirin. Heta ku di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya nû de cih jê re neyê dayin, hinekî zehmet e ku rêveberî bi rengekî fermî bê naskirin.”
 
LI GELEK WELATAN NÛNERTÎ VEKIRIN
 
Omer bi bîr xist ku wan nûnertiya xwe ya destpêkê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nûnertiyeke me jî li paytexta Rûsya Moskowayê heye. Ji bo çar welatên Skandînavyayê (Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê) li Stockholmê nûnertiya me heye. Ji bo wê welatên Ewropayê (Hollanda, Bruksel, Luksembûrgê) jî li Brukselê nûnertiya me ye. Li paytexta Fransa Parîsê û li paytexta Elmanya Berlînê nûnertiyên me hene. Îsal li Swîsreyê me nûnertiyek vekir. Dema bê em ê li cihên girîng nûnertiyan vekin. Em dixwazin sala 2022'an li paytexta Îngilistan Londonê nûnertiyekê vekin.”
 
‘EM Ê ÇARESERIYÊ LI ŞAMÊ PÊK BÎNIN’
 
Omer, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ew dixwazin bi rêveberiya li Şamê û gelên Sûriyeyê re çareseriyê pêk bînin û wiha pê de çû: “Em ê çareseriyê li Şamê pêk bînin. Di mijara çareseriyê de jî em cidî ne. Heyetên li Cenevre û Astanayê divê di ber çavan re bêne derbaskirin.”
 
‘EM BI HÊVIYEKE MEZIN DEST BI SALÊ DIKIN’
 
Omer bal kişand ser kuştin, revandin, guhertina demografiyê û koçberkirina bi zorê ya li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û wiha domand: “Yek ji karên me yên sereke yên dîplomasiyê rewşa li van herêmên dagirkirî ye. Ji bo vegera mirovên bi zorê hatine koçberkirin em dixebitin.”
 
Omer destnîşan kir ku li gel ambargo û şewbê jî karên Rêveberiya Xweser û MSD'ê yên dîplomasiyê nasekinîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îsal em ê giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê. Em hîn bêhtir hewl bidin ku diyalogê bi welatên li Rojhilata Navîn re deynin. Em bi hêviyeke hîn mezintir dest bi vê salê dikin.”
 

Sernavên din

03/01/2022
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin
15:41 Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
15:33 Forûma Çandê ya Almanyayê ji bo Tûglûk kampanya da destpêkirin
14:32 MEBYA-DER: Em ê faşîzmê bi hev re hilweşînin
14:32 Dibe ku ji bo Yasîn Eneç jî bibêjin 'întihar' kiriye
14:16 Li Girtîgeha Şirnexê xwarin û nivîn nedan Mela Kasim
13:22 Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav
13:14 4 girtî hatin sewqkirin
12:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:44 Kepçe ketin Birca Belek
11:56 Li Wargeha Xwendekarên Mêr a Çewligê mirina biguman
11:49 Nebûna ceyranê bû sedema mirina zarokekî din jî
10:39 Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin
09:58 Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser: Em ê çareseriyê bi rêveberiya Şamê re pêk bînin
09:11 Piştî şêniyên taxê nehişt xanî bên xerakirin DEDAŞ'ê xistin dewrê!
09:07 Wezareta Dadê serlêdana ji bo Ocalan nebersivand
09:06 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin
09:05 Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2021'Ê
08:14 12 kesên hatin binçavkirin hatin berdan
30/12/2021
17:04 Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin
16:44 Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:40 Piştî 594 rojan doz li hevşaredarên di hepsê malê de vekirin
16:39 Baroya Amedê: Girtîgeha bûne 'navendên îşkenceyê'
16:38 Îdianameya DÎAYDER’ê hat qebûlkirin
16:36 TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:32 Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
15:22 Tenduristvanên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
15:11 MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:38 DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand