Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe ku malbatên girtiyan jî tevlî bûn de ev tişt got: "Li dijî siyaseta darbestan a li girtîgehan a desthilatê em ê siyaseta xwe ya jiyanê bi awayekî xurt bidomînin." 
 
Xizmên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, bi armanca ku ku xizmên wan bên berdan û tedawîkirin û hin serdanan bikin, hatin Enqerê. Xizmên girtiyan ku ji Wan, Amed, Şrinex,  Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Siirt, Edene û Stenbolê hatin Enqerê destpêkê tevlî Komcivîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Xizmên girtiyan bi laçikên xwe yên spî tevlî komcivînê bûn û dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di komcivînê de axivî û têkildarî mijarên di rojevê de bi awayekî berfireh nirxandinan kir. 
 
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
Di destpêka axaftina xwe de Bûldan sala nû li tevahiya gelên Tirkiyeyê pîroz kir û ji ber salvegera mirina wî siyasetmedarê kurd Mûrat Bozlak bi bîr anî. Bûldan, xêrhatina malbatên girtiyan ku tevlî komcivîna wan bûn jî kir û ev tişt got: "Me saleke tarî ku Pergala Hikûmeta Serokkomariyê bi me da jiyandin derbas kir. Ji ber polîtîkayên desthilatê, sala 2021'an bû sala ku hilweşandinên siaysî, aborî, civakî li pey hev pêk hatin. Di salê de zext li hemû beşên civkê hatin kirin. Di serî de Pirsgirêka Kurd desthilatê hemû pirsgirêkan mezintir. Binçavkirin, girtin çêbûn û li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Siyaset hat astengkirin, tecrîd hat kûrkirin û bêtehemelî û dijminahiya li dijî kurdî û kurdan zêde bû."
 
'ŞEWITANDINA ÎNFAZA POLÎTÎKYA DÎLGIRTINÊ YE'
 
Di berdeamê de Bûldan, destnîşan kir ku ji bo bihîstina dengê xwe malbatên girtiyan di wan de ne û wiha axivî: "Hûn bi xêr hatin. Rexmî raporên "nikarin li girtîgehê bimînin" jî girtiyên nexweş terkî pêvajoya mirinê tên kirin. Ji ber vê di meha kanûnê de 6 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Îro bi awayekî fîîlî cezayê darvekirinê li girtiyan ferz dikin. Şewitandina înfazan derveyî hiqûqê ye û polîtîkaya dîlgirtinê ye. Bêguman tiştên pêk tên ji polîtîkaya tecrîda giran a li Îmraliyê ne serbixwetir in. Em ê pêşiya van bêhiqûqiyan bernedin. Di bin navê întiahrê de girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Em ê şewitandina înfazan bişopînin û têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin."
 
DIVÊ DAWÎ LI SIYASETA DARBESTÊ BÊ 
 
Bûldan, bangî Wezareta Edaletê kir û ev tişt anîn ziman: "Ez ji vir bangî Wezareta Edaletê dikin; guh bidin qêrina malbatan. Demildest dawî li pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bînin! Beriya ku sibê bibe derengî destpêkê Aysel Tûglûk ji bo hemû girtiyên nexweş rêya berdan vebikin. Nebin sedemê mirinê. Dawî li şewitandina înfazan bînin. Li gorî hiqûqê tevbigerin. Hiqûqa neyartiyê tiştekî bi Tirkiyeyê nade qezenckirin. Dev ji vê berdin. Li dijî siyaseta darbestan a li girtîgehan a desthilatê em ê siyaseta xwe ya jiyanê bi awayekî xurt bidomînin. Bangî muxalefeta siyasî û raya giştî ya demokratîk jî dikim ku li siyaseta jiyanê xwedî derkevin."
 
Piştre Bûldan derbarê êrişa li dijî avahiya partiya wan a navçeya Bahçelîevlerê, operasyona bi ser DÎAYDER'ê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê kirin, qrîza aborî, daneyên enflsayonê û zêdekirina mûçeyê karmend û teqawîtan û hilbijartina pêşwaxt de jî nirxandin kir û gelek rexneyên tund li desthilata AKP'ê kir.
 
XIZMÊN GIRTIYAN
 
Piştî axaftina Bûldan li ser navê xizmên girtiyan Hakki Boltan mafê axaftinê girt. Boltan ku bi xizmên girtiyan re axivî, ev tişt got: "Em xizmên girtiyan ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine Enqerê. Sedema hatine me weke ku ji navê me jî diyar e; em zarokên xwe yên nexweş dixwazin. Em naxwazin zarokên me li girtîgehan terkî mirinê bên kirin. Em naxwazin komîsyonên çavdariyê biryarên dadgehan xera bikin û cezayên nû bidin. Em dixwazin bêedaletiya li zarokên me bê çareserkirin. Em ji bo tevahiya Tirkiyeyê vê dixwazin. Em difikirin ku çavkaniya qrîzên bingehîn ên li Tirkiyeyê vê bêedaletiyê ye. Partî û rêxistinên sivîl muxatabê me ne. Em hatine ku vê mijarê bi desthilatê re biaxivin. Em dibêjin ku kerem bikin randevû bidin me em vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku bû sedem em dengê xwe bidin bihîstin em spasiya HDP'ê dikin. Ne tenê bi partiyên siyasî em ê bi rêxistinên sivîl re jî hevdîtinan bikin. Em dixwazin li dijî vê bêedaletiyê zarokên me ji girtîgehan bên derxistin. Ji niha ve em spasiya kesên ku wê piştgirî bidin me dikin. Ji ber ku saziya bingehîn a edaletê Wezareta Edaletê ye em jê randevû dixwazin.
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Piştî axaftina Boltan xizmeke girtiyan a din axivî û ev tişt got: "Heke em wekhev bin em dixwazin ji Wezîrê Edaletê gotina "Em wekhev in an na" bibihîzin. Banga me li Wezîrê Edaletê ye, bila bersiva me bide. Em Edaletê dixwazin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

06/01/2022
16:20 Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin
15:57 Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye
15:45 Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?
15:45 ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne
15:39 Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da
15:38 Di Giştînameya Emniyetê de careke din biryara binpêkirinê hat dayîn
15:31 Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:25 Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin
15:07 Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir
13:54 ‘Berpirsiyarê kuştina Metîn Lokumcu qeymeqam e’
13:49 Girtî: Li Girtîgeha Sêwrêgê kalorîfer nayên pêxistin
13:48 PJAK’ê xwest kuştina Bêxem bê ronîkirin
13:11 Jinên li hala Tarsûsê dixebitin dev ji kar berdan
13:08 HDP'ê bûyernameya sala 2021'an a li ser kurdî amade kir
12:56 Ji parêzerên Ocalan serdaneke nû ya îmraliyê
12:13 Kedkarên PTT’ê: Em mûçeyek pê dikaribin debara xwe bikin dixwazin
12:12 Gunay: Girtîgeh bûne wekî penceşêrê
12:01 Malbata Şenayaşar: Wê civak kesên bêdeng bimînin efû neke
11:26 Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be
11:24 Rojnamevanên ji Doza Helîkoptêrê dihatin darizandin beraet bûn
11:07 Serdanên malbatên girtiyên bi dawî bûn: Edalet daxwaza her kesî ye
10:34 Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe
09:53 Patforma Zimanê Kurdî: Ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin
09:38 Şerê azadiyê yê bêdawî
09:01 Li Êlihê midûrê dibistanê ji xwendekaran re got: Şîrheramno
09:01 Berteka mêrsîniyan a ji bo bihabûnê: Çareserî têkoşîna hevpar e
09:01 Parêzer Dalkiran: Bêxemiya Gencer hêza li pişta wî nîşan dide
09:01 Burokratên qeyûm fona xizanan ji bo ger û geşta xwe xerc kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2022'YAN
05/01/2022
17:41 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat berdan
17:31 Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
17:15 Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn
17:15 Agahiyê nadin malbata girtiyê hatiye sewqkirin
16:59 Malbateke din jî tevlî Nobeta Edaletê bû
16:41 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:33 Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin
16:15 Rojnameger Çelîk piştî ku hat berdan careke din hat binçavkirin
16:10 Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
15:56 Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin
15:09 Şaxa OHD'ê ya Mersînê: Em ê destûr nedin ku polisên îşkencekar bên parastin
14:55 Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin
14:15 3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye
13:50 Rêxistinên pîşeyî: Bila rojnameger Çelîk bê berdan
13:40 Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin
13:39 'Tu civak û mirov vê yekê qebûl nakin'
13:15 Ji ber lêgerîna 'nava dev' girtî tedawî nabin
13:14 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçav kirin
13:14 Malbata Şenyaşar: Kesên ji zilmê re bêdeng dimînin bila ji îmana xwe bitirsin
12:31 38 girtiyên bi lez divê werin berdan hene
12:02 Serokê Meclisê pêşnûmeqanûna têkildarî destdirêjî 'qebe' dît
11:30 Mûçeyê Erdogan ji 88 hezar TL'yî derket 100 hezar TL'yî
11:13 Xwepêşanderên Kazakistanê bi ser ketin: Hikûmetê îstifa kir
10:37 Li Bedlîsê 308 herêm hatin qedexekirin
10:36 Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
09:51 Frahm: Lîsteya rêxistinên terorê li gorî berjewendiyên rojava tê amadekirin
09:23 Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye
09:08 Kesê 253 kîlo tiryak pê re hat girtin endamê îstixbaratê derket
09:08 ‘Girtî di tecrîda ser tecrîdê de ne'
09:08 Midûrê polîsan: Serokê HDP'î xwest bûyeran bide sekinandin
09:08 Karê wan giran, heqdesta wan kêm e
09:01 Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê
09:01 Lêpirsîna têkildarî kuştina Aktaş 8 sal in wek xwe yî berê ye!
09:01 Dayik û bavê girtiyê nexweş Yurek: Divê herkes ji bo girtiyên nexweş rabe ser piya
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2022'YAN
04/01/2022
22:10 Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat binçavkirin
18:49 Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin
17:39 Xizmên girtiyan li ÎHD'ê ne: Qêrîna me bi bihîzin
17:07 Malbata Gulistan 4 roj in li pêş Edliyeyê ye
17:06 Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir
16:58 Ji bo dosya Garîbe Gezer a destavêtinê biryara “neşopandinê” hat dayîn
16:02 Nobeta Edaletê di roja 50’yan de ye
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê