3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye

img

ŞIRNEX - Her sê jinên siyasetmedar ku hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û got: "Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe."

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minesebeta salvegera qetilkirina Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4'ê çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlementerên HDP'ê Nûran Îmîr û Muazzez Orhan, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.
 
'HETA KU JIN AZAD NEBE WELAT AZAD NABE'
 
Li ser navê dayikên her sê jinan dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Demîr, diyar kir ku daxwaza wan welatek azad û aşitiyeke mayînde bûye û wiha axivî :"Di kesayeta her sê hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me şehîdên tevahî Kurdistanê ne.Wan ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîn da. Wan aşitî û aramî dixwest. Ji bo aşitiyeke mayînde ev barê giran girtin ser milê xwe. Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe. Îro roj roja aşitiyê ye, roj roja serkeftinê ye û roj roja yekitiyê ye. Îro ew kesên ku li ber xwe didin, ji bo aşitiyê li ber xwe didin. Destên xwe bidin hev. Îro rizgariya tirkan, ereban û gelên din destê gelê kurd de ye. Gelê kurd aşitîxwaze û yekitiyê dixwaze. Gelê kurd serê xwe natewîne. Ji hemû gelan re serkeftinê û aşitiyê dixwaze."
 
'HÊRSA ME WEKE DUH ZINDIYE'
 
Piştre parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser têkoşîna her sê jinên siyasetmender û ev tişt anî ziman: "Bi saya têkoşîna van her sê hevalan gelê kurd xwe li ser piyan girt. Sê hevalên me yên jin di qada siyasetê de pêşeng û rêveberên gel bûn. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, di asta herî jor de xebat dan meşandin. Hem ji aliyê gel, hem jî ji aliyê rayedarên dewletê ve dihatin nasîn. Bi zanebûn her sê hevalên me hedef girtin. Bi qetlilkirina van hevalên me xwestin ku pêvajoya xwe rêvebirinê têk bibin. Jinên Botanê weke her pêvajoyê di wê pêvajoyê de jî pêşengtî kirin. Bi vê komkujiyê xwestin ku hêz û vîna jinên Botanê têk bibin. Lê 6 sal li ser vê komkujiyê re derbas bûn, hêrsa me hê weke duh zindî ye. Di her têkoşîn dayinê de em vê hêrsê tînîn bîra xwe. Ev îradeya me zindî dihêle." 
 
'EM KUJERAN NAS DIKIN'
 
Îmîr, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her sê hevalên wan li hemberî hişmendiya zayenperest û nijadperest bi salan têkoşiyane û wiha got: "Tenê daxwazeke wan hebû ew jî welatek azad û jiyaneke wekhev bû. Armanca hedef girtina wan pêşîgirtina netewbûna gelê kurd bû. Lê li ser neketin û encam negirtin. Em bêtir bi hêz bûn û me têkoşîna xwe mezintir kir. Em kesên ku hevalên me qetil kirin nas dikin. Heta niha yek kes nehat darizandin. Ev 6 sal e doz didome, lê hê bêencam e. Hişmendiya ku doza Roboskiyê û jêrzemînên Cizîrê kirin heman e. Lê heta ku em hebin wê lêgerîna me ya edeletê bidome. Çi dibe bila bibe em ê ji kujeran hesab bipirsin."
 
Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan. 
 
Piştre beşdervan derbasî navçeya Sîlopyayê bûn. Li vir jî bi Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir re siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn kuştin bi bîr anîn. Bîranîn li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê hat kirin û bi deqeyek rezgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyayê Asûman Kulter axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têdikoşîna wan bin. 
 
'RÊYA AŞITIYÊ GIRTIN'
 
Piştî Kuşter Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî axivî. Orhan, bal kişand li ser qetilkirina her şeş jinên siyasetmender û ev tişt got:" Di şexsê Sakîneyê de 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin divê mirov armanca wê bizanibe. Dema ku li Îmraliyê hevdîtin pêk hatin ev komkujiye pêk hat. Neyar û dijminê me peyamek dan gelê kurd. Bi vê komkujiyê rêya aşitiyê hat girtin. Bi hedef girtina wan hem xwestin ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin û hem jî xwestin ku têkoşîna bi pêşengiya jinên kurd qut bikin. Armanca wan ew bû. Lê gelê kurd ev armancên wan vala derxistin û bi berxwedan û tekoşînê bersiva wan da."
 
Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana her şeş jinên siyasetmender vedigot hat temaşekirin. Di bernameyê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin birêzkirin.
 
Bername bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were