Malbatên girtiyan banga piştevaniyê kirin

img
ENQERE - Malbatên girtiyan ên serdana EMEP û DEVA’yê kirin, diyar kirin ku girtiyên nexweş êşa hevpar a Tirkikyeyê ye û banga piştevaniyê kirin. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo daxwazên xwe yên ji bo tedawî û berdana xizmên xwe ragihînin serdana Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) ya li Enqereyê kirin. Şandeya ku ji malbat û Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede pêk dihat, Cîgira Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan û rêveberan pêşwazî kirin. 
 
Xizma girtî Abdulselam Guler, Încî Guler a di serdanê de axivî diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya birayê wî giran e û wiha got: “Li pêş çavên me kelemçe dikin û dibin nexweşxaneyê 28 sal in di girtîgehê de ye. Pismamekî min jî girtî ye, rewşa wî jî giran e. Rewşa girtiyên me gelek nebaş e. Em naxwaz in cenazeyên wan derkevin, bila niha werin berdan.”
 
GIRINGIYA PIŞTEVANIYÊ 
 
Xwişka girtî Hamdûsena Ada, Reşahat Ada jî wiha got: “Nexweşiya dil pê re heye û rewşa wî giran e. Nayê dermankirin. Bi vî halî 16 rojan di hucreyê de di karantînayê de hiştin. Gelek caran emeliyat bû. Ji 100 mîtroyan wêdetir nîşanî me dan. Sedemê nexweşbûna wan ew in. Em aştî û edaletê dixwazin. Piştevaniya we girîng e.”
 
DAXWAZA AŞTÎ Û EDALETÊ 
 
Hizal Yildirim jî bi lêv kir ku 3 sal in kekê xwe Mehmet Yildirim nabînin. Yildirim, a daxwaza aştî û edaletê kir, wiha got: “Bila girtiyên me yên nexweş berdin. Ligel ku cezayê wan xelasbûye jî nayên berdan. Em hatin vir alîkariya we ji me re lazim e. Piştevaniya xwe kêm nekin.”
 
‘DIBE KU HÛN AGAHIYA MIRINA MIN BIGIRIN’
 
Herdem Mervanî jî dazanîn ku bavê wê 30 sal in di girtîgehê de ye û bi lêv kir ku rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e. Mervanî, anî ziman ku bavê wê di telefonê de gotiye ku “Dibe ku hûn di nav vê hefteyê de agahiya mirina min bibîhizin, ji her tiştî re amade bin” û wiha got: “Em çend caran li girtîgehê geriyan, gotinên binakok ji me re gotin. Ev serdema pandemiyê jî bû îşkence. Dibin nexweşxaneyê bi rojan di karantînayê de dimînin. Ji xwe girtiyên nexweş in. Ji aliyê dêrûniyê ve jî zehmetiyê dikişînin. Girtîgeha ku bavê min tê de bû hevalekî wî jiyana xwe ji dest da. Ev ji bo me tirsnak bû. Bavê min 30 sal in di girtîgehê de ye lê em dizanin ku wê înfaza wî bişewitînin. Ev hem bi awayî însanî hem jî bi awayî wijdanî ne rewşeke wisa ye ku mirov ragire. Ji me re çareseriyekê bibînin, tenê bila di rojevê de nemîne em dixwazin were çareserkirn. Çi ji destê kê were bila li cem me bin. Em demildest ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibînin.”
 
‘BÊDENGÎ KARESAT E’
 
Bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Hakî Boltan jî wiha axivî: “Bêdengiya raya giştî karesateke. Me hîs kir ku ev tenê li Amedê çênabe. Di serî de desthilat me bang li partiyan kir, kesên randevu dan me çêbûn, ev ji bo gelek bi nirx e. Gelek zelal e ku desthilat çareseriyê pêk naîne. Ev êş ne ya herêmekê ye, ya Tirkiyeyê ye. Em dixwazin vî dengî bilind bikin û zextên li ser desthilatê zêde bikin.”
 
EMEP: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN
 
Cîgira Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin ji raporên ÎHD’ê û TÎHV’ê dişopînin û wiha got: “Polîtîkayên desthilatê yên dijminane bandorê li ser girtîgehan jî dike. Tiştên bi serê dayika Aysel Tûglûk anîn niha bi serê wê tînin. Divê di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî werin berdan. Daxwazên we daxwazên me ne. EMEP hemû binpêkirinên mafan dişopîne û wê bi we re di nava têkoşînê de be.”
 
SERDANA DEVAYÊ

Malbatên girtiyên nexweş li gel Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umit Dede serdana DEVA’yê kirin. Parlamenterê DEVA’yê Mustafa Yeneroglu û rêveberê DEVA’yê malbat pêşwazî kir. Li vir jî keça Abdul Halîm Kirtay Herdem Mervan jî anî ziman ku bavê wê 30 salin girtî ye û 5 salin girtiyê nexweş e û wiha got: “Di vê pêvajoya nexweşiyê de ji ber malbat nikarin biçim cem girtiyan malbat jî têne cezakirin. Sedema hatina me ya vir em dixwazin girtiyên nexweş û înfaza wan şewitiye serbest bêne berdan.

Bavê Civan Boltan Hakki Botan  jî bertekên xwe nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Bi êşa me kêfxweş dibin. Îqtîdar li ser êşên me siyasetê dikin. Divê em li dijî vê yekê bêdeng nemînin. 

 

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were