Apê Ûsiv ku Ocalan nas dike: Êdî divê azad be

img
RIHA - Yek ji remzên berxwedanê yên Rihayê Yûsûf Berk ê 81 salî ku beriya 53 salan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas dike, bandora xwe ya ji Ocalan vegot û got ku divê êdî Ocalan azad be.
 
Yûsûf Berk (Apê Ûsiv) ê 81 salî ku li taxa Kirêç a navenda Rihayê dijî, rexmî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî tevlî çalakî û şahiyên HDP'ê dibe, govenda digerîne û moral dide beşdaran. Berk ku bi şelwar û pûşiya li serê xwe tevlî çalakiyan dibe, destpêkê tevlî çalakiyên Partiya Kedê ya Gel (HEP) bûye. Bi salan e bi enerjiya xwe ya kêm nabe bûye yek ji remzên berxwedana kurdan a li Rihayê. Berk, qala danasîna xwe ya bi têkoşîna gelê kurd re kir û destnîşan kir ku di sala 1969'an de dema ku bi mêvandarî çûye Stenbolê cem siyasetmedarê kurd Ferîdûn Yazar têkoşîna gelê kurd nas kiriye. 
 
Berk, da zanîn ku heta çûna xwe ya Stenbolê jî nizanibûye ku kurd e û wiha got: "Di sala 1969'an de di meha mijdarê de li ser vexwendina komeke xwendekarên zanîngehê li navçeya Beyoglû tevlî "Şeva Rojhilat" bûm. Wê şevê kesên ku min wan nas kir, min bi rasteqîniya kurdbûna min dan nasandin. Di şevê de Eyşê Şan kilam digotin. Ew şev şeveke gelek bi çoş bû. Xwendekarên rihayê serê govendê dikişandin. Ez û Ferîdûn Yazar li kêleka hev rûniştîbûn. Dema ku koma xwendekarên Enqerê ketin hundir coş derket asta herî jor."
 
DI ŞEVA ROJHILAT DE NAS DIKE
 
Berk, diyar kir ku di nav koma Enqerê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebûye, bi axaftinên ku Ocalan kiriye re bûye "evîndarê" têkoşîna gelê kurd û bi van gotinan qala wan kêliyan kir: "Hemû kesên li eywanê ji bo axaftina Ocalan li piya çepikan dan. Tiştên wî digot min cara yekemîn li wir dibihîst. Gelek bandor li min kir. Ji min re digot ez kê me. Axaftina wî timik bi çepikan dihat birîn. Ji bo xwedîderketina li kurdî hişyariyan kir, got ku kesên nizanin divê hîn bikin û balê dikişand ser girîngiya ziman. Gelek tişt gotin lê ji ber temenê min tev nayên bîra min."
 
'MIN WÊ ROJÊ GOT SEROK'
 
Di berdewamê de Berk, bi lêv kir ku piştî "Şeva Rojhilat" bi demeke kurt li maleke ku lê bûye mêvan bi Ocalan re rast hev hatine û ev tişt got: "Li wir bi min re mijûl bû, bersiv da pirsên min û min qanih kir. Ew roj li wê malê min jê re got, 'Serok'. Wê rojê jî îro jî serokê min e. Ez ji wî gelek hez dikim. Ji wê rojê ve min careke din wî nedît. 23 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û ne pêkan e em vê qebûl bikin. Ne tenê bi dawîbûna tecrîdê em dixwazin êdî azad be û di nav me de be."
 
DÎLANA DESTPÊKÊ JI BO MUHSÎN MELÎK
 
Piştî çûna xwe Stenbolê bi demeke kurt Berk bi hinceta cînayeteke berê kiriye tê girtin û piştî 21 salan tê berdan. Berk, da zanîn ku piştî berdana xwe li Rihayê bi cih bûye û di hilbijartinên sala 1991'an de ji bo namzetê rêza yekemîn ê tifaqa SHP-HEP'ê yê Rihayê Muhsîn Melîk cara yekemîn dîlan digerîne. Berk dibêje ku tevlî xebatên hemû partiyên ku piştî girtina HEP'ê hatine vekirin bûye û rexmî hemû astengiyan jî gel her tiştî daye ber çavê xwe û di salên 1990'î derketiye qadan. Di sala 2000'an de Berk li Rihayê rêveberiya Patiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) kiriye û dibêje ku di hilbijartinên sala 2007'an de ji siyaseta namzetê Partiya Civaka Demokratîk Îbrahîm Ayhan ku ji mamostetiyê îstifa kiriye û bûye namzet gelek bi bandor bûye 
 
KOBANÊ, CIZÎRÊ, ENQERE...
 
Berg, destnîşan kir ku rexmî temenê wî yê mezin û nexweşiyên wî jî ji HEP'ê heta HDP'ê baweriya wî kêm nebûye. Tevlî çalakî û bernameyên derveyî Rihayê jî bûye. Dema êrişên DAIŞ'ên yên sala 2014'an ên li ser Kobanê bi rojan li Pirsûsê nobet girtiye. Berk dibêje bi azadiya Kobanê re ji ser sînor veqetiyaye. Di sala 2015'an de Berk çûye Cizîrê jî lê wî negirtine bajar û ji bo wan rojan ev tişt anîn ziman: "Li jêrzemînan mirov hatin şewitandin û kuştin. Em li têketine bajar hatine rawestandin, bi gaza îsotê êrişî me kirin. Em 4 rojan man lê em neketinê. Ji bo aştiyê çûye Enqerê jî û hindik maye ku di Komkujiya Gara Enqerê de şehîd bibe.
 
'EM Ê QEZENC BIKIN'
 
Di dawiyê de Berk, destnîşan kir ku ji salên 1990'an ve tevlî çalakiyên gelek partiyên kurdan ên hatine damezrandin bûye û her demê bi taybet zext lê hatine kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Li Rihayê pergal li dijî kurdan gelek pêkanînên cuda dimeşîne. Her demê zext û pêkanîn xwe cuda nîşan didin. Dema ku em daxuyaniyekê jî didin bi dehan polis dora me dorpêç dikin û li nasnameya herkesî dinêrin. Di çavê kesên li hawirdorê de em weke beho tên lansekirin. Tê armanckirin herkes ji me bitirse. Lê rexmî hemû zext û tepisandinan jî em daxuyaniyên xwe didin û pîrozkirinên xwe bi coş pêk tînin. HDP partiya gelan e û gel bi HDP'ê re ye. Em ê qezenç bikin. Wê qet govend û dîlan ranewestin, wê herkes di vê dîlanê de cihê xwe bigire."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were