Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî

img

MÊRDÎN - Serdal Yildirimê ji sedî 98 astengdar û Ergîn Aktaşê her du destên wî tune ne nayên berdan. Dayika Yildirim, Fatma Ozdûrak got: "Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê destê xwe ji pêsîra dewletê nekişînim." 

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyên nexweş Serdal Yildirim ê 30 salî ye. Yildirim di sala 2010'an de li navçeya Qoser a Mêrdînê qezayek kir û ji navê berjêr felcî bû. Yildirim li gor rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji sedî 98 astengdar e û bi erebokê jiyana xwe didomîne. Yildirim, di sala 2015'an de di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Yildirim ku ji ber bi ereboka xwe tevli meşekê bûbû hat girtin, piştî wextekê hat berdan. Lê dadgehê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 12 sal ceza li Yildirim birî. Dadgeha Bilind jî di sala 2018'an de cezayê lê hat birîn pesend kir. 
 
 
Ê YEKÎ DESTÊN WÎ, YÊ DIN NIGÊN WÎ
 
Yildirim ku di 30'yê Kanûna 2018'an de di avêtina ser malê de hat binçavkirin, ji wê çaxê heya niha di girtîgehê de ye. Yildirim, ewilî di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de ma, bi dû re wî şandin Girtîgeha Metrîs a Jimare 2'yan a Tîpa R'yê û li vir wî xistin qawîşa A-7'an cem Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune û Abdûllah Tûranê nexweş. Piştî ku Tûran di 24'ê Kanûna 2020'î de hat berdan, Yildirim û Aktaş tenê di qawîşa A-7'an de man. 
 
Heya niha malbata Yildirim û parêzerên wî ji bo berdana wî gelek caran serlêdan kirine. ATK, derbarê Yildirim de 3 caran û derbarê Ergîn Aktaş de jî 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da. Lê belê Yildirim û Aktaş her du jî ji ber beyanên "ji bo civakê talûke ne" ên midûriyetên polîsan nayên berdan. Her wiha serlêdana ji bo tedbîrê ya ji bo Yildirim jî ji aliyê Dadgeha qanûna Bingehîn ve bi awayekî neyînî hat bersivandin. Ya derbarê Aktaş de jî bi heman awayî hat bersivandin. 
 
DAYIKA WÎ: TEDAWIYA WÎ DI NÎVÎ DE MA
 
Dayik Fatma Ozdûrak, anî ziman ku piştî qezayê Serdal Yildirim ji Qoserê birine Rihayê, lê li Rihayê platîna wî berevajî hatiye bicihkirin û di tevahiya canê kurê wê de platîn heye. Ozdûrak, diyar kir ku kurê wê 6 mehan li Enqereyê tedawî bûye û 4 caran emeliyat bûye û got: "Li enqereyê dê platînên di sînga wî de derxistana. Hê tedawiya wî dewam dikir, avêtin ser malê. Bi helîkopterê hatin ew birin. Tedawiya wî di nîvî de ma. Nikare bi tena serê xwe kincên xwe li xwe bike. Me lê dinerî. Niha rewşa wî nebaş e. Ji ber sondayê enfeksiyon girt. Dibêje gurçikên wî û pişta wî diêşe. Bi vî halê xwe li ber xwe dide." 
 
‘DEST Û MILÊN WAN TUNE NE, TÊN KELEMÇEKIRIN'
 
Dayik Ozdûrak, diyar kir ku Yildirim di telefonê de ragihandiye ku gava wan birine nexweşxaneyê wî û Ergîn Aktaş ji cem hev du birine û got: "Gava wan dibin nexweşxaneyê 15 rojan wan ji dixin cihên cuda. Gava wan dibin nexweşxaneyê berê wan didin dîwar û ser wan seh dikin. Jixwe di girtîgehê de ne. Radibin destên wî kelemçe dikin. Ê yekî destên wî, yê din nigên wî tune ne. Ev kes dê çawa birevin. Gava wan dibin nexweşxaneyê jî tahdeyê li wan dikin. Jixwe destên hevalê Ergîn tune ne... Bi hev re karê xwe dikin. Ji hev re dibin dest û pê." 
 
XWÎN JI DEVÊ WÎ TÊ
 
Dayik Ozdûrak, anî ziman ku kurê wê Yildirim di telefonê de gotiye: "Rewşa min û Ergîn nebaş e, Ergîn gava dikuxe xwîn ji devê wî tê." 
 
‘EM DEV JÊ BERNADIN'
 
Dayik Ozdûrak xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Ez bang li Erdogan dikim; zarokên me berdin. Em dev ji wan bernadin. Em ê tevî gelê xwe bitêkoşin. Em ê wan bidin berdan. Em li cem girtiyên xwe ne, ruhê me, aqilê me bi wan re ye. Zarokên me bi derfetên xwe li xwe mêze dikin û li ber xwe didin. Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê dest ji pêsîra dewletê nekişînim... Dibêjin ji bo civakê talûke ne. Talûkeya çi? ew xistine zindanê, li benda mirina wan in. Ger tiştek bê serê kurê min ez dev ji we bernadim. Ez ê hesba bipirsim. TEnê neyê kurê xwe, ez ê hesabê hemûyan bipirsim." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were