Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî

img
STENBOL - Dosyeya doza Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin bi demboriyê re rûbirû hat hiştin û ser dosyeyê hat girtin. Birayê wî got: “We demê dizî. Em ê dozê bibin AYM’ê û pişt re jî bibin DMME’yê.” 
 
Rojek piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî leşker bi ser gundê Okçuya Erdexanê de digirin û Cemîl Kirbayir binçav dikin. Ji wê rojê ve ji Kirbayir agahî nayê girtin. Dayika wî Berfo Ana 33 salan li hestiyê lawê xwe geriya lê temenê wê êr nekir û di sala 2013’an de ku 105 salî bû koça dawî kir. Berfo Ana bêyî ku hestiyên lawê xwe bibîne çavê xwe li jiyanê girt. 
 
SOZA ERDOGAN A KU PÊK NEHAT 
 
Di 5’ê sibata 2011’an de Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan ê AKP’yî li Qesra Dolmabahçeyê, Berfo Ana jî di nav de bi Dayikên Şemiyê re hevdîtinek pêk anîbû. Erdogan ê li dayika Berfo guhdar kir, ferman dabû kul i Jêrkomîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê were avakirin û li ser windayan raweste. Lê li gel ku Erdogan soz da Dayikên Şemiyê jî heta niha tu winda nehatin dîtin û hêj aqûbeta wan nediyar e û kujer nehatine darizandin. 
 
RAPORA KOMÎSYONÊ 
 
Kîmosyonê di encama lêkolîna ku kir de raporek ji 350 rûpelî pêk dihat amade kir. Di beşa dawiyê raporê de wiha hatibû nivîsandin, “Komîsyona me; Di wê baweriyê de ye ku Cemîl Kirbayir dema ku di binçavan de bû rastî îşkenceyê hatiye, di encama vê îşkenceyê de miriye û cesedê wî jî ji aliyê rayedarên cemaweriyê yên ku lêpirsînên ku bûne sedema mirina wî, rakirine.” Heyetê derbarê efser û wezîfedarên 3 yekîneyan, polîs, MÎT û Fermandariya Leşkerî ya Rewşa Awarte ya wê demê de bi îdiaya Cemîl Kirbayir bi îşkenceyê hatiye kuştin serî li Serdozgeriya Komarê ya Qersê da û giliyê wan kir û bi rêya Wezareta Dadê agahî, belge û beyanên di destê wan de ji dozgeriyê reş şandin. 
 
DOSYE BERÎ WERE RAGIHANDIN HAT GIRTIN 
 
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Qersê bi jimara 2011/899 lêpirsînek nû da destpêkirin. Di dema lêpirsîna de ji arşîva jimara 2002/911 biryara dozvenekirinê hat dîtin. Piştî windakirina Cemîl Kİrbayir 6 sal şûn ve Dozgeriya Qersê lêpirsînek daye destpêkirin lê belê di sala 2002’yan de biryara dozvenekirinê hatiye dayîn. Ev biryar ji malbatê re nehatiye ragihandin û bi vî awayî ser dosyeyê hatiye girtin. Ev biryar di sala 2014’an de ji malbatê re hat şandin. Malbatê tavilê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê da û xwest ev biryara dozvenekirinê ji holê were rakirin. Dadgehê biryara dozvenekirinê rakir. 
 
DOSYE HAT GIRTIN 
 
Tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatê û parêzeran jî Serdogeriya Komarê ya Qersê di 28’ê kanûna 2021’an de bi hêceta peyketin nîne ser dosyeyê girt û bi demboriyê re hişt. 
 
‘SOZA XWE BICIH NEANÎN’ 
 
Kekê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir bertek nîşanî biryara ser girtina dosyeyê da û got dewleta ku soz daye wan soza xwe bicih neaniye. Kirbayir anî ziman ku birayê wî di 26 saliya xwe de ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilkirin û windakirin û got: “Dewlet çima heye? Dewlet neçar e ku welatiyên xwe û mal û milkên wan biparêz e. Dewlet ji bo vê heye. Lê belê dewletê kesekî ji malê digire û tune dike. Di encama têkoşîna me de we sozek da me lê we vê jî bicih neanî. Dewletê pir eşkere derewan li me kir.” 
 
‘DEWLETÊ DEMÊ DIZÎ’ 
 
Kirbayir destnîşan kir ku birayê wî Cemîl di serdema darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ku ji aliyê 5 generalan ve pêk hatibû hatiye windakirin û wiha got: “Cenazeyê wî ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ev çi ye? Ev sûcê mirovahiyê ye. Di sûcê li dijî mirovan de demborî ne mimkin e were kirin. Tevî ku Tirkiye alîgirê wan peymanên navnetewî ye jî lê dîsa bi hêceta demboriyê ser dosyeyê girt. Kîjan demborîn? Malbatê di dema xwe de serlêdanê kiriye. Li aqûbeta lawê xwe pirsî û dipirse. Lê dewletê hemû serlêdanên me û hewldanên me tune hesiband û biryarek wiha da. Dewletê demê dizî ye. We demê taloq kir. Niha jî rabûne dibêjin ‘ji ber demboriyê dosye hat girtin.’ Baş e yên ku ser dosyeyê girtine kî ye?”
 
‘LI RUYÊ ME DINÊRIN Û DEREWAN DIKIN’ 
 
Kirbayir rexne li îqtidarê kirin û got tişta ku niha îqtidar dike ne li dijî darbe û darbekaran e û got: “Hûn li nava çavê me dinêrin û derewan dikin. Tenê hûn tiştekî îfade dikin, derewkarî, melaqî û durûtiyê dikin. Erdogan soz da dayika min ku wê aqûbeta Cemîl zelal bibe û kujer werin darizandinê. Lê soza xwe pêk neanî. Baweriya me êdî bi we nemaye. Dibe ku ser dosyeyê bigirin lê em ê ewilî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û pişt re jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê dev ji vê dozê bernedin.” 
 
MA / Ferhat  Çelîk
  
 

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were