Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser bêqanûniya vekirî ya li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê û wiha got: “Divê mirov îtîrazî tiştên li Îmraliyê pêk tên bike û li dijî wan derkeve. Pêwistî bi çareseriyên bi bandor û bileztir hene.”

 
Çalkiyên nobetên edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan didomin. Xizmên girtiyan ji Stenbol, Mêrsîn, Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn û Amedê hatin Enqereyê û bi partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî re hin hevdîtin kirin. Malbatan serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a ku gelek serlêdanên binpêkirinên mafan ji girtîgehan û xizmên girtiyan digire kirin. ÎHD’a ku ji bo berdan û dermankirina girtiyên nexweş têdikoşe, ji bo çareseriyê bang li Wezareta Dadê, sazî û dezgehên navnetewî kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û tiştên divê bên kirin nirxandin kirin. 
 
300 HEZAR GIRTÎ HENE
 
Turkdogan, bi lêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên cidî diqewimin û wiha got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê politikaya dewletê ya hefskirinê heye. Mixabin ev ne polîtîkayeke mirovî ye. Li aliyê din di salên dawî de girtîgehên nû tên çêkirin. Niha girtîgehên ku şertên wan ji Tîpên F’yan girantir çêdikin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî 300 hezar girtî hene.”
 
XWE GIHANDINA TENDURISTIYÊ 
 
Turkdogan, dazanîn ku pirsgirêkeke din a bingehîn jî rewşa girtiyên nexweş e û wiha berdewam kir: “Kampusên girtîgehan ên mezin çêkirin û di her girtîgehê de bêje 10 hezar mirov tên ragirtin, bi hezaran esker û gardiyan hene. Çima nexweşxaneyeke baş nayê çêkirin? Nayê çêkirin ji ber ku ji bo hikumetê pêşengiyeke bi vî şiklî nîne. Dibêje ‘çi halê wan heye bila bibînin’ Divê girtîgehan nexweşxaneyên baş bên çêkirin. Tevî berdan û mirinê jî hejmara girtiyên nexweş her tim zêde dibe. ATK jî li gorî daxwaza desthilatê biryarê dide. Teşhîs dike lê dibêje “dikare bimîne”. Di asta divê werin dermankirin û berdan ATK dibe asteng.”
 
NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
 
Turkdogan, bal kişand ku pirsgirêkên li girtîgehan nikarin ji derveyî pirsgirêkên heyî bigirin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku desthilatê pirsgirêka kurd çareser nekir girtîgeh ketin vî halî. Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de wijdana xwe winda kir. Şer çawa heqîqetê dikuje wijdanan jî reş dike.”
Turkdogan, bang li partiyên ku li Meclîsê xwedî kom in, li desthilatê û li Wezareta Dadê kir ku di çarçoveya Rêziknameya Mandela ya Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve “Qanûna Înfazê” bigirin dest. 
 
WÊ CPT SERDANA TIRKIYEYÊ BIKE
 
Turkdogan, bi lêv kir ku saziyên rayedar peywîra xwe bi cih naînin, divê Komîsyona Lêkolîn a Mafên Mirovan a Meclîsê komîsyonekê ava bike û li ser mirina Garîbe Gezer biçe girtîgehê lêkolînê bike. Turkdogan, anî ziman ku hêj li ser mirina Gezer tu lêkolînên bi bandor nînin û wiha domand: “Divê em biçin ser bêcezatiyê. Divê Tirkiye vê politikaya bêcezatiyê ji holê rake. Divê muxalefeta siyasal û civakî zêdetir bi girtîgehan re eleqedar bibin. Îsal wê CPT dîsa serdana Tirkiyeyê bike. Em ê van hemûyan bi wan re jî biaxivin. Em ê bixwazin ku lêkolîn û kontroleke bi bandor bikin.”
 
LI ÎMRALIYÊ BÊQANÛNIYA VEKIRÎ
 
Turkdogan, qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêqanûniyeke vekirî li Îmraliyê heye. Herkes temaşe dike. Heke hûn tiştên li Îmraliyê diqewimin temaşe bikin hûn ê bibin sedemê tiştên li cihên din jî diqewimin. Divê mirov îtîraz bike û li dijî derkeve. Em ê bi vî şiklî pêş ve biçin. Desthilat dê vê bigire rojeva xwe em nizanin. Bi mehane em dixwazin bi Wezareta Dadê re li ser van mijaran hevdîtinê bikin lê ew jî çend meh in bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nedane. Em ji wan re dinivîsin, giliyan ji wan re radigihînin, ew jî dibêjin em lêkolîn dikin. Qet nebe em giliyan ji wan re radigihînin lê ev pevajo giran dimeşe. Pêwîstî bi çareseriyên bi bandor û bileztir hene. Divê girtîgeh bibin rojeva yekemîn a desthilata ku dê were.”
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

12/01/2022
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were