Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, diyar kir ku ji ber neqebûlkirina têkçûna DAIŞ'ê Tirkiye êrişî Kobanê dike û ev tişt got, "Em ê li dijî van êrişan bi awayekî xurt têbikoşin."
 
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso, têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkayên dorpêçkirinê û rola Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û nirxandinên girîng kirin. 
 
'TIRKIYE XWE RANIGIRE'
 
Eyşe Hiso, bi bîr xist ku Tirkiye di 25'ê kanûnê de li Kobanê komkujiyek kiriye û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: "Êrişa dewleta Tirk a li ser ciwanên Kobanê divê ji êrişên din ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. Dewleta Tirk beriya niha êrişî yek ji welatparêzên naskirî yên Rojava Yûsûf Gulo û malbata wî jî kiribû. Ev êriş divê ji aciziya dewleta Tirk a ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda neyê nirxandin. DAÎŞ yek ji projeyên herî girîng a wan bû. Kobanê jî sembol, nîşaneya Şoreşa Rojava bû. Bi berxwedana Kobanê re pêvajoya têkçûna DAÎŞ'ê dest pê kir. Bêguman dewleta Tirk ti carî nekarî xwe li vê rabigire. Ji Kobanê timî gelekî aciz e. Her cara ku firsendê dibîne dixwaze êrişî Kobanê bike û êriş dike.Yek ji armancên van êrişan jî ew e ku li herêmê nearamiyê çêbikin û tevlîheviyê biafirîne. Haya xelkê Kobanê ji van polîtîkayan hemûyan heye. Timî bi çalakiyên girseyî hêrsa xwe ya li dijî van êrişan nîşanî her kesî bi taybetî jî nîşanî dewleta Tirk dide."
 
ROLA PDK'Ê YA DORPÊÇKIRINÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Eyşe Hiso, derbarê tevlîbûna PDK'ê ya polîtîkayên êrişê û dorpêçkirinê de jî ev tişt got: "i Rojava heta Mexmûrê li gelek herêman ambargo hatiye girankirin. Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakiya ciwanan weke hincet  nîşan didin. Çalakiya ku li wir hate lidarxistin, ji bo wergirtina cenazeyên ciwanên kurd ên şehîd hatine xistin bû û çalakiyeke sivîl bû. Teslîmnekirina cenazeyan ji bo malbatên şehîdan, bi tena serê xwe pirsgirêkeke. Gelê me jî ji bo vê çalakiyan li dar dixe. Ya ku êrişî ciwanan kir û bûyer provoke kir PDK bi xwe ye. Piştre jî ev yek kir hincet û deriyê sînor girt, ku careke din nîşan da ew jî di nava polîtîkaya dorpêçkirina herêmê de cih digire. Pêwendiya van hemûyan bi hevdîtinên li Astanayê heye. Her çend ev yek ji xwe re kiribin hincet jî biryarên siyasî yên ku li Astanayê hatin wergirtin û xizmetê ji berjewendiyên dewleta Tirk re dikin, bi destê PDK'ê bi cih têne anîn. Mijar divê bi vî rengî bê nirxandin."
 
PÊŞEROJA ROJAVA
 
Eyşe Hiso, ji bo pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anîn ziman: "Sala 2021'an ji bo Rojava bû saleke ji berxwedaneke bêhempa ya li dijî êrişên giran. Ne tenê li Rojava, li tevahiya cîhanê guhertinên mezin çêbûn. Rêveberiya Xweser a li Rojava ava bû li gel her tiştî xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir. Di nava vê pêvajoyê de rûniştandina sîstema me û destpêkirina qebûlkirinê li qada navneteweyî pêvajoyeke mayindebûnê bi xwe re anî. Ji niha ve diyar e ku sala 2022'an wê bibe saleke hîn girîng û xurt. Her wiha ji niha ve tê dîtin ku em ê li êrişên giran ên dagirkeriyê û kiryarên şerê taybet rast bên. Eşkere ye ku li hemberî van hemûyan wê berxwedan û têkoşîneke bêhempa jî were nîşandan. Li dijî van êrişan û polîtîkayan em ê sîstema xwe biparêzin û xurt bikin. Sala 2022'an wê ji bo Rêveberiya Xweser bibe saleke girîng."

Sernavên din

10/01/2022
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin
15:32 Bi tevî halê wî yê emeliyatkirî dîsa birine girtîgehê
15:20 Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin
14:09 Li Qersê 4 herêm hatin qedexekirin
14:09 ‘ATK bi fermanê dixebitin’
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin
16:13 MEBYA-DER’ê êrişên li ser goran şermezar kir
15:57 Gefa ‘hevkariyê’ li xebatkarek Komeleya Koçberiyê xwarine
15:47 Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 7’an de berdewam kir
15:40 Berteka li dijî PDK’ê: Heta ku em cenazeyên xwe bigirin wê çalakiya me bidome
15:39 Ma Musîc û Egîtîm Sen’ê piştgirî da Nobeta Edaletê
14:37 Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt
14:05 Li Cizîrê êrişa ser goristanê hat şermezarkirin
14:03 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em heqê keda xwe nastînin
13:34 Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin
12:41 340 sal cezayê hepsê li 62 kesan hat birîn
12:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn ji bo edaletê ezmûneke dîrokî ye
12:06 Şanoya Mencel bi ‘Tenê Ez’ dîsa derdikeve ser dikê
11:25 ‘Dayik wê edaletê bînin’
11:03 Penceşêr li wan pîr bûye û terkî mirinê hatine kirin!
10:51 Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
10:30 Turkdogan: Divê îtîrazî bêqanûniya vekirî ya li Îmraliyê bê kirin
10:16 Îdiaya ‘bombeyê’ ya medya hewizê negihîşt armanca xwe
09:54 Birayê Cemîl Kirbayir bertek nîşanî demboriyê da: We demê dizî
09:09 Du girtiyên ku li ber çavê dewletê 'talûke' ne: Yek jê destên wî tune ne, yê din lingên wî
09:08 ‘Metîn Goktepe rêya me ronî kir'
09:06 Rewşa girtiyên nexweş xirab dibe: ATK sûc dike
09:06 Berteka ji ber qirêjbûna Çemê Dîcleyê: Rûyê rast ê qeyûm e
09:06 Serdana şaredariyê kir, birayê wî terfî bû!
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2022'YAN
06/01/2022
16:58 Derbarê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn
16:54 ‘Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?’
16:51 Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn
16:33 Dadgehê cezayê muebetê û 12 sal li rojnamevan Dogru birî
16:20 Nobeta Edaletê di roja 52'yan de ye: Dengê me bibihîzin
15:57 Çalakiya malbata Dokû di roja 6’an de ye
15:45 Gergerlîoglu: Gelo divê cenazeyê Tugluk derkeve?
15:45 ATO: Hezar û 941 zarok li girtîgehan di bin tecrîdê de ne
15:39 Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da
15:38 Di Giştînameya Emniyetê de careke din biryara binpêkirinê hat dayîn
15:31 Girtiyên ku lêgerîna nava dev red dikin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:25 Girtî Narîn ê ku krîza dil derbas kiribû ji çavdêriya awarte hat derxistin
15:07 Pakistanê peymanê helîkopteran a bi Tirkiyeyê re betal kir