Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn

  • rojane
  • 16:27 12 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - M.A. ku bi penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîf ê di encama êrişeke nîjadperest de jiyana xwe ji dest dabû re li heman malê dima, diyar kir ku li ser êrişkarekî kincên polisan hebûne. 

Penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîf (19) ku beriya 4 mehan ji Îdlîbê hatibû Tirkiyeyê û li fîrmayeke qartonan dixebitî, li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê li mala ku lê dima ji aliye komeke nîjadperest ve hat kuştin. Esnafên taxa Yenîdogan a Bayrampaşayê ku Elnaîf lê hat kuştin, diyar dikin ku beriya niha jî êrişên bi heman rengî li taxê pêk hatine. Li gorî niştecihên taxê, li navçeyê komeke nîjadperest heye û timik penaberên sûriyeyê ji xwe re dike hedef. Lê rexmî êrişên ku dikin jî heta niha derbarê vê komê de tu lêpirsîne nehatiye destpêkirin. 
 
 
12 KES LI HEMAN MALÊ DIMÎNIN
 
Piştî hevdîtinên xwe yên bi esnafên taxê re em çûn mala ku Elnaîf lê hat kuştin û careke din çavdêriya qewimandina şeva ku Elnaîf hatiye kuştin kir. Li mala ku ji eywanek û 4 odeyan pêk tê 12 kes dimînin. Li odeya Elnaîf ku 2 renze hene bi giştî 4 kes diman. Hevalên wî dibêjin ku Elnaîf li ser qenepeyeke li odeyê raketiye. Piştî bûyerê 2 pismamên Elnaîf çûne Îdlîbê û kesên din ên li malê jî ji neçarî derbasî cihekî din bûne.
 
Hevalê Elnaîf M.A. ku ji ber fikarên xwe nexwest navê xwe bide, qewimandinên şeva êrişê kir. 
 
'BERIYA ÇAR MEH Û NÎVAN HAT'
 
M.A. diyar kir ku şeva êrişê bi Elnaîf re 11 kes li malê bûne û wiha got: "Ji Heleb û Îdlîbê em 12 kes li malê diman. Me malê beriya salekê girtibû. Xizm û pismamên Elnaîf hebûn. Elnaîf jî beriya 4 meh û nîvan ji Îdlîbê hat vir. Êriş saet di 01.20'an de çêbû. Ji ber westandina kar hinek ji me raketîbûn. Hin ji me jî hê şiyar bûn. Elnaîf jî ki ber ku westiyabû li odeya xwe raketîbû. Li derî dan, dema ku me derî vekir gotin 'xwe dirêj bike, xwe dirêj bike, xwe dirêj bike'. Li ser yekî êlekê polisan hebû û biçek bû. Di destê kesekî de jî kêr û di ber wî de bêtêl hebû. Ji ber ku ji me re gotin 'xwe dirêj bike' me jî got qê polis in û me xwe li erdê dirêj kir."
 
'RONAHIYAN GIRTIN'
 
Di berdewamê de M.A. destnîşan kir ku êrişkar çawa ketine hundir ronahiyên li malê girtine û ev tişt gotin: "Ji bo ku em wan nebînin û kes kesî nebîne wiha kirin. 2 kes derbasî odeya Elnaîf bûn. Pir neman û ji malê derketin. Jixwe 5 deqe li malê man. Piştre pismamê Elnaîl çû odeyê û ronahiyê vekir. Piştre dibîne ku di nav xwîn û xirarê de ye û gazî me kir. Ez pêre daketim xwarê û erebe da sekinandin. Me hewl da ku Elnaîf daxînin xwarê. Dema ku me wî bir hîs kir ku miriye. Me bir Nexweşxaneya Bayrampaşayê. Bijîjk got ku jiyana xwe ji dest daye."
 
'ELNAÎF RADIKET'
 
M.A. destnîşan kir ku êriş kar 8 kes bûne û ev agahî dan: "Ji wan êrişkaran hinek ji wan hatine binçavkirin. Me jî hin kesên ku hatibûn girtin teşhîs kir. Li gorî gotinên polisan Elnaîf êrişî wan kiriye. Ji ber wê wî kuştine. Lê Elnaîf westiyabû û radiket. Rewşeke wiha tune ye. Piştî bûyerê kesên li malê amûrên xwe girtin û ji malê derketin. Ez jî ji neçarî derbasî ba xûça xwe bûm. Di demên dawîn de gelek êrişên nîjadperest pêk hatin. Em ji Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku êrişên nîjadperestî rawestîne. Em ji bo xebatê û rêyêntina malbata xwe hatine vir. Xesara me li kesekî nabe. Bila ji me re bibine alîkar."
 
MA / Ferhat Çelîk - Mahmût Altintaş
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

12/01/2022
19:14 Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê
18:44 Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar
17:58 Komîsyona Têkel, dê di 20'ê Çileyê de ji bo Guzelê kom bibe
17:47 Li Wanê lidarxistina çalakiyan heya 15 rojan hat qedexekirin
17:24 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Kujerê Enes AKP ye
17:14 Hard dîskê ku delîla herî girîng a cînayeta Elçî bû vala derket
16:59 Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin
16:27 Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn
16:23 Lêgerîna edaletê ya malbata Dokû di roja 12’emîn de ye
16:02 Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin
15:29 Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
15:22 SES'ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:18 HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye
15:08 Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû
15:07 ‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’
14:31 Dozger ji bo rojnamevan Rûken Demîr ceza xwest
14:02 Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş
13:39 Di doza Elçî de şahid nav da: Dozger Karaca min araste kir
13:11 Li Semsûrê 2 kes hatin binçavkirin
12:50 Malbata Şenyaşar: Em ê serê xwe li ber zilmê netewînin
11:29 Fezlekeya derbarê Semra Guzel de şandin Meclîsê
11:13 Danişîna 4’emîn a cînayeta Tahîr Elçî dest pê kir
11:12 Amedî bi bertek in: Em esl û feslê wî jî qebûl nakin
10:44 Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim
10:37 Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin
10:18 HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin
09:37 Li Wanê mirina biguman a jinekê
09:09 Tirkiye hêzên paramîlîter ji Sûriyê sewqî Başûrê Kurdistanê dike
09:09 Biryara Dadgehê ya ji bo kuştina Kemal Kûrkût: Tu qisûr tune
09:09 ‘Divê şanoya kurdî berbelav bibe'
09:09 Sîxurtî li ciwanên HDP'î ferz kirin
09:09 Parêzerê Zara Mohammedî: Biryara dadgehê ne qanûnî ye
09:09 Eşyayên girtiyan nadin wan
09:09 Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2022'YAN
11/01/2022
22:49 Li Kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd hat qetilkirin
22:41 Malbata girtî Batû bi daxwaza 'mudaxileya lezgîn' serî li Wezareta Dadê da
22:17 Tûrneya Ewropayê ya Şanoya Bajêr hat astengkirin
22:06 #AmedYaMeYe bû TT
21:33 Gardiyanê ku li girtî xist: Te hê xwe nekuştiye?
18:46 Temel: Berxwedana kurdan AKP'ê rûxand
18:22 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
18:13 Girtiyê nexweş Başaran tedawiyê qebûl nekir
17:06 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan daxwaza azadiyê hat kirin
16:31 Gardiyanan gef li Hevseroka KCD'ê xwarin
16:18 HDP’ê ji bo kongreyê li kolanê bang kir
15:55 Berteka rexistinên sivîl a dijî 'Daristana Bahçelî': Em qebûl nakin
15:44 ‘Em ê sûcên ku esker û polîs dikin jî bişopînin’
15:23 Hilberînerên titûnê bertek nîşanî guhertina qanûnê dan: Dest nede keda min
14:31 Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
14:31 2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin
14:05 Girtiyan li dijî binpêkirinan deng derxistin!
14:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:15 Şahidê ku li ser rojnamevanan îfade daye 6 danişînin beşdarî dozê nakin
13:14 Li Şirnexê mirina biguman a zarokekê
13:04 Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin
11:57 Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin
11:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
11:51 Polisan li Wanê 2 kesan binçav kirin
11:39 Xwendekarê ku li wargeha cemaetê zext didît dawî li jiyana xwe anî
11:27 Fezlekeya Guzel a HDP’yî ji Serokkomariyê re hat şandin
10:29 Li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê binpêkirina ‘lêgerînê’
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe